1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Diyarbekir mala min e
Diyarbekir mala min e,diyarbekir,mala,min,e

Diyarbekir mala min e

A+ A-

Seroka TUSÎAD'ê Umît Boyner di Zîrveya 14'emîn Hewldan û Cîhana Kar a Konfederasyona Hewldan û Cîhana Kar a Tirk (TURKONFED) de, bi gotinên kurdî "Ji bo, biratî, ji bo aştiyê hûn bi xêr hatin. Em aştî û biratî dixwazin. Diyarbekir mala min e" dest bi axaftina xwe kir û bi tirkî domand. Boyner piştî helwesta Serokomar û Serokê Meclisê Mehmet Alî Şahîn a nîjadperest a li hemberî zimanê kurdî li Amedê peyamên bi kurdî dan. Zîrveya 14'emîn Hewldan û Cîhan Kar a TURKONFED'ê ku ev 2 roj in li Amedê didome, îro jî dewam kir. Seroka TUSÎAD'ê Umît Boyner ku pêr di civînê de kurdî neaxivî bû, di civîna duh a ku li Zanîngeha Dîcleyê hatiye lidarxistin de, bi kurdî axivî. Boyner bi gotinên kurdî, "Ji bo, biratî, ji bo aştiyê, hûn bi xêr hatin. Em aştî, em biratî dixwazin. Diyarbekir mala min e" dest bi axaftina xwe kir û bi tirkî domand. KURDÎ BÛ MODEL! Piştî ku parlamenterên BDP’ê li Meclisê dest bi axaftina kurdî kirin, Serokatiya Meclisa Tirk êdî çare ji vê yekê re dît. Piştî Sevahîr Bayindir gotina Shakespeare îngilîzî got, zend û bendê xwe bada. Biryar da ku ji niha û pêve axaftinên bi hemû zimanên biyanî bi awayê “…” (x) di têbiniyan de bê nivîsandin. Ev demeke ku li Desteya Giştî ya Meclisa Tirk bi kurdî tê axaftin, vê yekê destpêkê sere Serokê Meclisê Mehmet Alî Şahîn tevlihev dikir. Lê gava BDP’î di axaftina bi kurdî de israr kirin krîza dê ev gotinên bi kurdî çawa bikevin nava têbiniyên Meclisê her ku diçû kûrtir dibû.

ZIMANÊ SHAKSPEARE JÎ… Piştî Parlamentera BDP’ê ya Şirnexê Sevahîr Bayindir di Desteya Giştî ya Meclisê de gotina William Shakspeare ku dibêje; “hebûn an jî nebûn”, destpêkê bi îngilîzî, piştre jî bi kurdî û tirkî got, êdî serokatiya Meclisê çareyê di guhertina sîstema hemû têbiniyên meclisê de dît… Piştî axaftina Bayindir, ku gotinên di tirkî de neyî bikar anîn, serokatiya meclisê derbarê ka wê çawa gotinên wê derbasî nava têbiniyên meclisê bike de biryar da. Wê ji niha û pêve hemû zimanên ji bilî tirkî li meclisê bên axaftin bi awayê “…” (x) têkeve nava têbiniyên meclisê. Heta niha dema parlamenterek li meclisê gotinek bi zimanek biyanî wekî fransî, îngilîzî, almanî bi kar dianîn, ji bo têbiniyê, der barê wê gotinê de ji wan dihat pirsîn û nivîsîn. Ango ji niha û pêve, axaftinên bi tu zimanî nakevin nava têbiniyan, dê li cihê wan “…” (x) cih bigire û hevoka “Ji aliyê axaftvan ve hinek gotinên bi zimanê biyanî hat kirin” cih bigire. Heta niha zimanê kurdî bi awayê “Zimanê Nayê Zanîn” di nava têbiniyên meclisa tirk de cih digirt. Lê ji ber îtiraza BDP’iyan, axaftinên bi kurdî, bi awayê ‘Zimanê ne tirkî” di nava têbiniyan de cih girtibûn. AMED - ENQERE Azadiya Welat


Bêjeyên Miftehî