1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Doza siyasetmedarên kurd taloqî meha nîsanê kirin
Doza siyasetmedarên kurd taloqî meha nîsanê kirin,doza,siyasetmedarên,kurd,taloqî,meha,nîsanê,kirin

Doza siyasetmedarên kurd taloqî meha nîsanê kirin

A+ A-

9'emîn danişîna doza siyasetmedarên kurd taloqî 19'ê nîsanê hate dîtin. Di danişîna borî de siyasetmedarên kurd ji ber "Bêhiqûqiyên di dosyayê de pêk tên, parastina bi kurdî tê astengkirin û daxwazên siysetmedar û parêzaran tê redkirin" bersiva tu pirsên dadgehê nedan û dadgeh protesto kir. Siyasetmedarên kurd ku nexwest derbikevin pêşberî heyeta dadgehê bi darê zorê birin dadgehê.

Ji 104 siyasetmedarên girtî 15 kes ji ber rapora wan hebûn tevli danişînê nebûn. Danişîn bi tesbîta nasnameyan dest pê kir. Piştî di danişînê de di dema tesbîta nasnameya  2 kesan de tu kesî bersiv nedan û dadgeh  protesto kir; serokê dadgeghê got, "Hûn naaxivin ne wisa?"  Siyasetmedarên kurd pirsên dadger bê bersiv hiştin. Serokê heyeta dadgehê ev rewş derbasî girtekan kir û got; 'hemû bersûcan pirsên heyeta dadgehê bê bersiv hiştin.'
Parêzer Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku sedema siyasetmedar bersiva pirsan nadin di 18'emîn danişînê de Şaredarê Êlihê Nejdat Atalay di axaftina xwe de anîbû ziman. Beştaş, anî ziman ku Atalay di danişînê de di axaftina xwe de hemû bêhiqûqiyên hatin jiyîn û astengkirina parastina kurdî tê astengkirin û ji ber vê yekê êdî ew naxwazin tevlî danişînan bibin. Beştaş, da zanîn ku ji ber ku daxwazên siyasetmedaran tên redkirin û bêyî îradeyawan ew anîne danişînê, bersiva pirsan nadin.

‘GUMANA REVÎNÊ HEYE’
Piştre heyeta dadgehê mafê axaftinê da dozgeriyê. Dozger jî bi hinceta "Gumana revînê" heye, xwest ku daxwaza tahliyeya siyasetmedarên kurd bê redkirin. Li ser vê yekê parêzerê siyasetmedarên kurd Cîhan Aydin, jî balkişand ser bêhiqûqiyên ku destpêka operasyonê heta niha tê jiyîn û wiha pêde çû: "Şaredar, destên wan bi kelepçekirî, hatin binçavkirin. Ev, bêfedî ji çapemeniyê re hate serwîskirin. Me doz ji çapemeniyê hîn bû. Ji sala 2009'an heta niha li ser dosyayê birayara 'Veşartinê' heye. Em dizanin, ev lêpirsîn li Midûriyata Polîsan hatiye meşandin. Dosya ji midûriyetê bi kamyonan anîn vê derê. Dozger bi midûriyetê re bi hev re xebitiye. Cihê vê di hiqûqê de tune."

REDA DADGER XWESTIN
Aydin, di axaftina xwe de ji heyeta dadgehê pirsî, "Terorîstên xwenda ji kî re tê gotin?" û got, "Bersiva vê pirsê, parêzer in." Piştî Aydin, parêzer Sabahattîn Korkmaz jî bertek nîşanî astengkirina parastina bi kurdî da û da zanîn ku 4'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê destûr daye parastina bi kurdî. Korkmaz, destnîşan kir ku heyeta dadgehê  "Bê alîtiya xwe winda kiriye" daxwaza redkirina dadger anî ziman. Li ser vê yekê heyeta dadgehê jî da zanîn ku daxwaznameya 'Redkirina Dadger' xistine nava dosyayê. Dadgehê, biryar da ku daxwaza 'Redkirina dadger' ji 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re bê şandin û danişîn taloqê 19'ê nîsanê kir.

BI ZORÊ BIRIN DADGEHÊ
Siyasetmedarên kurd ku ji "Doza KCK'ê" tên darizandin, di rûniştinek berê de diyar kiribûn ku ji ber parastina wan a kurdî nayê qebûl kirin beşdarî rûniştinê nabin. Siyasetmedar bi darê zorê anîne dadgehê. Girtiyên girtîgeha Tîpa D û Tipa E yên Amedê bi daxwaznameyê serî li heyetê dadgehê dabûn û anîbûn ziman ku dê beşdarî danişînê nebin. Heyeta dadgehê jî daxwaza wan red kir û biryara 'Bi zorê bînin danişîne' girt. Li ser vê yekê girtiyên girtîgeha Tîpa D a Amedê bi zorê anîn dadgehê. Girtiyên jin ên Girtîgeha Tîpa E  ya Amedê jî ji bo neçin dadgehê di ber xwe dan, lê ew jî bi zorê birin. AMED