1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dîyanayî li dijî Îranê çalakî pêk anîn
Dîyanayî li dijî Îranê çalakî pêk anîn,dîyanayî,li,dijî,îranê,çalakî,pêk,anîn

Dîyanayî li dijî Îranê çalakî pêk anîn

A+ A-

AYTEN TURAN/ABDULAH RAMAZAN

Li Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe dengê nerazîbûnên li hember darvekirina kurdan a ji aliyê rejîma Îranê ve bilid dibin. Welatiyên Dîyana a navçeya Soran a Hewlerê bi meşekê nerazîbunên xwe anîn zîman û rejîma Îranê şermezar kirin.

Berdekên li dijî darvekirina ciwanên kurd ên li Îranê her ku diçe li Herêma Federal a Kurdistanê bilid dibe. Welatiyên Dîyan a Soran çalakî pêk anî. Bi sedan hemwelatîyên bajaroka Diyanê ya navçeya Soran a Hewler, bi armanca şermezarkirna rejîma îranê meşek li dar xistin. Meş ji aliyê platforma “Ji darvekirinê re na, ji xwendina bi zimanê dayîkêre erê” pêk hat. Komê pankartên “Îran dest ji darvekirna ciwanên kurd berde, bila xwendin û perwede bi zimanê kurdî serbest be.” vekir.

'Keç û xortên me ji ber nasnameya kurd tên darvekirin'

Mamosta Seît Nurî daxuyanî xwend û diyar kir ku di qanunê de xala darvekirin, îşkence û kuştinê tune ye. Saît Nûrî, bal kişand ser kuştinên ciwanên kurd û wiha got: "Mixabin li rojhilatê Kurdistanê gelek keç û kurên me ji ber ku kurd in ji aliyê rejîma Îranê ve li ser navê îslamî tên darvekirin. Bi îşkence û avêtina zindanan mafên mirovan binpê dike. Ev sîyaseta qirêj ya li ser ciwanan gihiştîye asta wehşîyetê, her roj cesteyê keç û kurên me di şeqmên bajêr bi daran ve dibînîn bi taybet ew darvekirnên ku em nabiînin li zîndanên wek Evîn de. Li bernaberî vê em hewlek cidî nav netewî nabînin.”

'Xedexeya ziman qirkirina wî gelî ye'

Mamoste Seît Nûrî, di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku gelekî zimanê wî bê xedexekirin tê wateya qirkirina wî neteweyî û wiha pêde çû: "Her çend li hemû cihanê mefekê ziman û perwerdehiya zimanê zikmakî mafekî rewa û xwezayî be jî mixabîn dewleta Îranê hem ciwanan darve dike û hem jî ziman, çand û nasnameya kurdî qedexe dike. Ev qirkirina wî neteweyî ye. Em dixwazin darvekirin bi dawî bibin û perwerdehiya kurdî li hemû aliyên Kurdistanê bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê." Nûrî, ji hikûmeta herêmê jî xwest ku hikûmet deng û daxwazên wan li ber çavan bigre û têkeve nava tevgerê.

(Wene: Abdullah Ramazan)

DÎHA (at/mae)