1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Em bi xwe naçin girtîgehê'
'Em bi xwe naçin girtîgehê',em,bi,xwe,naçin,girtîgehê

'Em bi xwe naçin girtîgehê'

A+ A-

Cezayê 10 mehan yê ji Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar Semîra Varli û Şaredarê Navçeya Elbaka Wanê İhsan Guler hatiye birîn û ji aliyê dadgeha bilind ve hatiye erêkirin rastî bertekan hat. Varli û Guler, diyar kirin ku ev biryar bi hevkariya AKP'ê hatiye dayin. Guler û Varli, anîn ziman ku ew bi xwe naçin girtîgehê.

Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar a Wanê Semîra Varli û Şaredarê Elbakê Îhsan Guler, ku der barê wan de 10 meh ceza hate birîn û cezayê wan li dadgeha bilind hate erêkirin, diyar kirin ku ev ceza bi fermana hikûmeta AKP'ê li wan hatiye birîn. Guler û Varli, dan zanîn ku ew bi xwe naçin, radestî girtîgehê nabin. Varli, biryar wekî siyasî ya AKP'ê nirxand û şermezar kir. Varli, destnîşan kir ku ew dê li ser peywira xwe be û kengî tên wê dibin bila bibin. Varli, wiha pêde çû: "Ez li vir ser karê xwe me. Beriya ku butçeya bajar bê erêkirin ev ceza hate erêkirin. Ji ber wê sosret e. Bi her awayî xebatên me asteng dikin. Dibe ku walî ji bo xebatên me sabote bike daraz xistibe devrê û ev ceza hatibe erêkirin."

Şaredarê Elbakê Îhsan Guler, jî diyar kir ku AKP serkeftinên şaredariyên BDPê hezm nake û ji ber wê jî ev ceza hatiye birîn. Guler wiha axivi: "Ji ber em bi gelê xwe re bûne yek ev ceza tên birîn. Me şaredarî xistine xizmeta gel. Ew nikarin me bi van pêkanînan bezar bikin. Tu hêj me ji xizmeta gel dûr naxe. Çi dikin bila bikin, ji bo me berdexwedan jiyan e."

DÎHA (lg/mae)


Bêjeyên Miftehî