1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Em diyalogê hildibijêrin
Em diyalogê hildibijêrin,em,diyalogê,hildibijêrin

Em diyalogê hildibijêrin

A+ A-

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan diyar kir ku hêzên wan tim ji bo têkoşînê amade ne û got ku ew dixwazin pirsgirêka kurd ne bi çekê, bi diyalogê bê çareserkirin.

Nûçegihanê rojnameya New York Times Steven Lee Myers, çû Qendîlê û bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê re hevdîtin pêk anî. Karayilan destnîşan kir gelê kurd yek ji kevintirîn gelên cîhanê ye û got; “Hemû mafên wî yên neteweyî û olî hatine redkirin. Armanca me ew e ku em van mafan bidest bixin.”

Di nûçeyê de bal dikişîn li ser biryara bêçalaktiyê û Karayilan diyar dike ku ew ne lewaz in û wiha dipeyve; “Ciwanên me hertim amade ne, xwîngerm û têkoşer in. Lê em dixwazin pirsgirêka Kurd –pirsgirêkek neteweyî, wekî pirsgirêka gelekî- ne bi çek, bi diyalogan bê çareserkirin. Di nûçeyê de tê gotin ku hikûmeta Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, şertên PKK’ê yên ji bo bi temamî dawî lê anîna şîdetê, yên wekî berdana siyasetmedarên kurd ên girtî û avakirina komusyonekî wek ya piştî rejîma Apartheid a Afrîkaya Başûr hatî avakirin, red dike û li şûna vê, heta hilbijartina meha Hezîranê xwedî helwestek nijadperestir e. Her wiha hat diyarkirin ku hikûmet bi hêviya marjînalîzekirina PKK’ê, hinek jestan nîşanî kurdan bide.
Di nûçeyê de tê gotin ku Karayilan gotiye, Tirkiye ji bo aşitiyek rast ne xwedî vînek a siyasî ye û wana deriyê xwe ji mûzakereyan re negirtine.

Herwiha Karayilan bang li DYA û hêzên din kir ku dest ji bi çavê ‘Şerê li dijî terorê’ lênêrînê berdin û divê pirsgirêkê weke pirsgirêkek netewî binirxînin.


Bêjeyên Miftehî