1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. 'Encama ji MGK'ê derket nêrîna hikûmetê ye'
'Encama ji MGK'ê derket nêrîna hikûmetê ye',encama,ji,mgk,ê,derket,nêrîna,hikûmetê,ye

'Encama ji MGK'ê derket nêrîna hikûmetê ye'

A+ A-

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di kongreya Rêxistina BDP'ê ya Amedê diyar kir ku gotinên di civîna MGK'ê de têkildarî Xweseriya Demokratîk hatin gotin helwesta hikûmetê aşkere dike. Demîrtaş, anî ziman ku kurd dê di daxwazên xwe yên demokratîk de israr bikin.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Salona Kongrê ya Vedat Aydin li dar xist. Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Metîn Kilavuz û 554 delege beşdar bûn. Di salonê de pankarta "Em dê di pergala konfederal a demokratîk de xwe rêxistînî bikin û civaka azad biafirînin." hate daliqandin û her wiha gelek dowîzên kurdî û tirkî jî li salonê de hatin daliqandin. Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir û pişt re jî Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Nîjad Yaruk axaftinekî kin kir.

Heveserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî axivî û diyar kir ku kongreya Rêxistina BDP'a Amedê di demekî gelek girîng de pêk tê. Demîrtaş, anî ziman ku Xweseriya Demokratîk ku bû rojeva MGK'ê tê xwestin berevajî bikin. Demîrtaş, destnişan kir ku divê ev proje wekî projeya gelên li Tirkiyeyê bi hevre azad bijîn bê dîtin. Demîrtaş, da zanîn ku ev proje ji aliyê MGK'ê ve wekî "terorîst û faliyetekî terorîst" hate bi nav kirin. Demîrtaş, bilêv kir ku nêrînên MGK'ê bi raya giştî re parvekirin nêrînên hikûmet ne û wiha got: "Birêz Serokomar jî serokê lijneyê ye. Ji ber vê yekê nêrînên bi rojanin derve tên gotin cuda nîn in. Di serî de ez gotinên vê lijneyê yên têkildarî daxwazên kurdan hatin gotin şermezar dikim. Dibêjin em destûrê nadin tu kes zimanê fermî bi guherîne. Gelo kê tiştekî wisa ji xwe xwastiye? Gelo kesek dibêje bila zimanê Tirkiyeyê tirkî nebe bila kurdî be?

Demîrtaş, bilêv kir ku bi israr dixwazin daxwazan "provoke" bikin û bikşînin aliyekî din. Demîrtaş pirsên "Gelo kesên tu dewletan dixwan hene? Kesên welat perçe bibe dixwaz hene? pirsîn MGK dixwazen daxwazan gelê kurd berovajî bikin Demîrtaş, anî ziman ku gelê kurd li ser axa welatê xwe dijîn û wiha got: "Divê vê yêkê jî fêm bikin. Gelê kurd koçber nîn e heke koçber jî be mafên wî hene. Maf û hiqûqa koçberiyan jî heye."

Demîrtaş, bibirxist ku Serokomar li Amedê ye û agahiyên dê guhedariya muzîka kurdî bike tên wiha axivî: "Hevî dikim ku serokomar dê behsa dewlemendiyê vî welatî yên cuda bike. Ez jı Serokomar û rayedarên dewletê dixwazim vê yêkê bêjim: 'Dibe ku 20 sal şunda dema hûn hatin Amedê muzîka kurdî peydan nekin. Dibe ku tu kesê bi kurdî diaxivin peyda nekin. Ji ber ku dibe kurdî ji holê rabibe. 20 sal şunda zimane dibe ku asîmîle bibe."

Piştî axaftinan hilbijartin hate kirin û Mehmet Alî Aydin bu serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê.

DÎHA (ft/mae)