1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Endama Navendî ya BDP'ê Zarîfe Kiran hate girtin
Endama Navendî ya BDP'ê Zarîfe Kiran hate girtin,endama,navendî,ya,bdp,ê,zarîfe,kiran,hate,girtin

Endama Navendî ya BDP'ê Zarîfe Kiran hate girtin

A+ A-

Endama Lîjneya Navendî (MYK) ya BDP'ê Zarîf Kiran, bi îdîya "endama PKK'ê ye" hate girtin.

Endama Lîjneya Navendî (MYK) ya BDP'ê Zarîf Kiran, bi îdîya "endama PKK'ê ye" hate girtin. Kiran, ligel 5 endamên Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (DYG) ku di 14'ê nîsana 2010'an de hate binçavkirin û beyî girtin dihate darizandin. Yekemîn danişîna Kiran û 5 endamên DYG'ê li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate dîtin. Di danişînê de girtî Burcu Okur û 4 kesên beyî girtî dihatin darizandin Zarife Kiran, Veysel Boga, Ramazan Aktaş, Zehra Yanardag û parêzerên wan Mesut Ozer, amade bûn. Endama Meclîsa DYG'ê û Lijneya Navendî ya BDP'ê Zarîfe Kiran û Ramazan Aktaş xwestin bi kurdî parastinê bikin. Lê daxwaza wan hate redkirin. Piştî parastinê dozger xwest Kiran bê girtin. Piştî navberê heyeta dadgehe navberê biryara berdewama girtina Burcu Okur da. Her wiha biryara girtina Zarife Kiran da. Heyetê danişîn taloqî 15'ê adara 2011'an kir.

DÎHA (mae)