1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Endamek din yê PÇDK’ê hat girtin
Endamek din yê PÇDK’ê hat girtin,endamek,din,yê,pçdk,ê,hat,girtin

Endamek din yê PÇDK’ê hat girtin

A+ A-

HEWLÊR - Ji bilî ku ji endamê birêveberiya PÇDKê Mam Hejar ku doh ji aliyê hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê ve hate girtin agahî nayên wergirtin, îro jî li Herîrê, rêvebirekî din yê PÇDKê Nacî Ergûşî hat binçavkirin.

Tê îdakirin ku siyasetvanên kurd li ser daxwaza rayedarên Îranê hatine binçavkirin. Pêr Hêzên Asayîşê yên Herêma Kurdistanê avêtibûn ser mala yek ji rêvebirên PÇDKê Şakir Mistefa ku wekî Mam Hejar jî tê nasîn û ew xistibûn binçavan.

Di demekê de ku PÇDKê banga serbestberdana vî rêvebirê xwe dikir, îro li Herîr jî rêvebirekî wan ê din, Nacî Ergûşî ku doh bi riya telefonê beşdarî dengûbasên Newroz TV bibû û agahî di derbarê mijarê dabûn hate binçavkirin.

Li gor agahiyên dawî yên ji Hewlêrê, binçavkirina rêvebirên PÇDKê li ser daxwaza rejîma Îranê pêkhatiye. Îran ji ber çalakiya 29ê meha bûrî ku li ber Balyozxaneya Îranê ya Hewlêrê li dijî darvekirina Husên Xizrî pêkhatibû PÇDKyîyan berpirsyar dibîne.