1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ev der ne Misir e, Gever e!
Ev der ne Misir e, Gever e!,ev,der,ne,misir,e,gever,e

Ev der ne Misir e, Gever e!

A+ A-

Li navçeya Gever a Culemergê ji bo rewşa birîndar Sedat Karadag bê başkirin daxwiyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Lê polîsan dîsa êrîş birin ser beşdaran û Geverê Misir anî bîra mirov.

Daxuyaniya çapemeniyê di navbera çend deqeyan de veguhest xwepêşandanê. Ji ber êrîşa polîsan ciwanan fîşekên hewayî teqandin û bi keviran êrîşî polîsan kirin. Polîs bi bombeyên hêsirêj û mijê êrîş kir, ava bi şid berda ser xwepêşandêran.

Di çalakiyê de siwareya ewlehiyê ji alî ciwanan ve hate şewitandin. Bûyerên Geverê serhildanên Misrê anîn bîra mirovan.

Wekî tê zanîn leşkerên tirk di 10'ê meha berfanbarê de siwareyek rawestandibû û derb berdabûn serê ciwanê BDP'yî Sedat Karadag. Her çiqas Karadag tê dermankirin jî, rewşa wî ne baş e û ji alî tendurisyê ve gel difikire ku dewlet guhê xwe nade dermankirina wî.

Li gor agahiyan du kes hatin binçavkirin.


Bêjeyên Miftehî