1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Federaliya Demokratîk -2,3,4
Federaliya Demokratîk -2,3,4,federaliya,demokratîk,2,3,4

Federaliya Demokratîk -2,3,4

A+ A-


Li Suriyeyê tecrubeya federasyonê 

HEYFA MÛSA-KENDAL ŞÊXO 

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Suriyeyê tecrubeya federasyonê piştî şerê cîhanê yê yekemîn hatiye dîtin.  Federasyona ku ji 3 dewletan pêk dihat, dîsa di pêvajoyek aloz û lêgerînê de pêk hat, lê ji ber ku girêdayî mandaya Fransayê bû û îradeya wê nebû, bi ser neket.Conferansa San Remo

Piştî şerê cîhanê dewletên ku biser ketine, bi armanca ku erdnîgariya di bin serweriya Osmaniyan de parve bikin, di 18-26’ê nîsana 1920’an de li bajarê San Remo yê Îtalyayê konferansek lidar xist. Di vê konferansa navnetewî ku navê “Konferansa San Remo” lê hate kirin de, biryar hat girtin ku axa Suriyeyê ji Osmaniyan bê girtin û wekî 2 mandayan (ji bo herêmên ku nikarin xwe birêve bibin, heta ku digihîjin asta xwerêvebirinê , li ser navê Cemiyeta Neteweyan diyarkirina rêveberî yan jî Konferansa San Remodesthilatdariyek girêdayî dewletek mezin) bidin Fransayê. Ev manda jî wekî Suriye û Lubnan hatin binavkirin.

Piştî vê konferansê di sala 1920’an de li herêma Meyselun a bejahiya Şamê di navbera şoreşgerên Suriyeyê yên bi pêşengiya Yusif El-Ezmê û hêzên mandaya Fransî de şer derket. Lê şoreşgerên Suriyeyê di vî şerî de têk çûn.

Piştî vî şerî generalê Fransî Henrî Gouraud, di 3’yê îlona 1920’an de dawî li Qraliya Ereb a Suriyeyê ku bi rengê monarşiyê (rêveberiya yek kesî, qral, hikûmdar) dihat birêvebirin, anî. Li şuna wê jî 6 dewletên otonom (xweser) ên girêdayî mandaya Fransa hatin avakirin. Ev dewlet jî wiha bûn:  Dewleta Şam a Fransî (Herêma Şam a Henri GowroFransî-1920), Dewleta Heleb a Fransî (1920), Dewleta Elewî ya Fransî (1920), Dewleta Cebel El-Durzî ya Fransî (1921), Herêma (Sancak) Îskenderûn (1921) û Dewleta Lubnana Mezin a Fransî (1920).

-تظهر-سورية-تحت-الانتداب-الفرنسي-وتقسيمها-على-يد-الفرنسيين-إلى-عدة-كيانات-e1407139393165

Federasyon

Piştî 2 salan, ango di 22’ê Hezîrana sala 1922’yan de general Henrî Gouraud vê carê Dewleta Elewî, Dewleta Şam û Dewleta Helebê kirin yek û Federasyona Suriyeyê îlan kir. Lê ev federasyon jî dîsa girêdayî mandaya Fransayê ya Suriyeyê bû. Lewma temenê wê federasyonê zêde dirêj nekir. Nexasim Dewleta Elewî di sala 1924’an de ji federasyonê veqetiya. Bi vî rengî têkçûna federasyona ku 2 salan dom kir, destpê kir.Dewleta Sûriye 1924

Di 1’yê Kanûna 1924’an de jî Federasyona Suriyeyê bi temamî belav bû. Fransiyan li şûna vê federasyonê Dewleta Heleb û Dewleta Şamê kirin yek û Dewleta Suriyeyê ava kir. Ev dewlet jî dîsa girêdayî mandaya Fransayê bû.

Perçebûn

Ji 6 dewletên otonom Dewleta Lubnana Mezin di sala 1946’an de serxwebûna xwe îlan kir û Lubnana îro hat avakirin. Herêma Îskenderûnê jî destpêkê di sala 1938’an de welî Dewleta Hatayê serbixwe bû, lê piştre bi referandumê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan.

Suriyeya îro jî di sala 1930’an de destpêkê  wekî Komara Sureyiyê ya yekemîn hat binavkirin, di 1946’an de jî, ji bin mandatiya Fransayê derket û serbixwe bû.Komara Sûriyê ya yekemîn 1930

Federasyona ku li Suriyeyê hatiye îlankirin, her çiqasî bi navê federasyon hatibe pênasekirnin jî, girêdayî Fransayê bû û bandora wê çênebû. Lewma wekî mêtingeriyekê jî hatiye dîtin û daxwazên gelan nehatin pêkanîn. Nexasim kurdên Rojavayê Kurdistanê jî di sala 1928’an de daxwazên xwe yên nasname, ziman, perwerde û hwd. pêşkêşî meclîsa mandayê ya Fransî kirin, lê ev daxwaz nehatin qebûlkirin.

Şerê Meyselûn

Jêder:

Sûriya avakirina dewlet û dayîkbona newtewek, Wedîî Beşûr, Dar El-Yazcî, Şam 1994. Çapa yekê. 

Sûriye û mandate Firansa, Yûsif El-Hekîm, Dar El-Nehar, Beyrût 1983. 

Bandona jeosiyasî ya krîzîa Suriyeyê, Dr.Cemal Wakîm.


Li Kurdistanê mînakên federaliyê

NAZDAR EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Xaka Kurdistan û Mezopotamyayê ku bûye derguşa mirovahiyê, pêşengiya xwerêveberiyan jî kiriye. Dikare bê gotin ku li cîhanê mînakên yekemîn ên federaliyê li Kurdistanê hatine dîtin.

Kurdistan ku niha avakirina sîstema federaliya demokratîk li perçeyê wê yê biçûk tê gotubêjkirin, ne biyaniya vê sîstemê ye. Di kurahiya bîra dîrokê wê de, mînakên kêrhatî yên federasyon û konfederasyonan hatine dîtin. Ango pareke vî gelî ya diyarker di dîroka federasyonên cîhanê ku me di beşa dosyaya xwe ya 2’yemîn de bibîr xistibû de heye. Bi gotineke din li cîhanê mînakên yekemîn ên federaliyê li Kurdistanê hatine dîtin.nebi huri-efrin

Dema em li nava rûpelên dîroka Kurdistanê derdikevin rêwitiyekê, çend mînakên şênber ên federasyonan derdikevin pêşberî me.

Li Kurdistanê, bi cihêrengiya navlêkirinên herêman, ango bi navên cuda rêxistinbûyînên wekî qebîle, eşîr çêbûne. Di lutkeyê de jî weke federasyonên qebîle û eşîreyan digihîştin hev. Federasyonên yekemîn ên di dîroka Kurdistanê de hatine dîtin, piranî bi mebesta xweparastina li hemberî êrîşên ji derve û xurtkirina yekîtiye di navber eşîr û qebîleyên herêmê de pêk dihatin. Paşê veguheriye yekîtiyên polîtîk. Ev yekîtî hem di navbera eşîrên kurdan bi xwe de, hem jî bi eşîrên gelên din re pêk hatine.

Mînakên herî şênber jî Hûrî, Mîtanî, Naîrî, Urartu, Medî, Komagene ku niha jî şopên wan di êlên Ertûşî, Berazî, Aliya, Roşkan û hwd de tên dîtin ne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê “Parastina Gelekî” de li ser dîroka herêmê û nirxandina pêşeroja wê wiha dibêje: “Hurî (BZ 2500-1500), Mîtaniyên ku bi koka xwe Hurî ne (1500-1250), Naîrî (BZ 1200-900), Urartuyî (BZ 900-600), Medî (BZ 700- 550) di van deman de bi federasyon û konfederasyonên eşîr û qraliyetan jiyan e…. Dema Rojhilata Navîn a nû ku di bingeha federasyona demokratîk de bilind bibe, ew ê carek din rê li ber pêvajoyeke şaristanî ya layîqî dîroka xwe û senteza şaristaniya demokratîk veke”.

Konfederasyona yekemîn li hemberî serdestiya Sûmeran: Konfederayona Hûriyan        

Yekmîn federasyona li herêmê hatiye tesbîtkirin di serdema Hûriyan de bû. Qebîleyên qûntarên çiyan û geliyên Kurdistanê li hemberî metirsiyên hêzên dijber, bi hev re li ber xwe didan, bi demê re federasyon û paşê jî yekîtiyên siyasî ava dikirin. Ev komên ku behsa wan tê kirin, di salên 3000’î yên beriya zayînê (B.Z.) de navê Hûrriyan li wan dihat kirin.MÎTANÎ 1400 B.Z

Hurî di salên B.Z. 2500-1500’an de li herêma di navbera çemên Firat û Dîcleyê de, bi gotineke din li Mezopotamyayê ku navenda şoreşa çandiniyê bû, jiyan e. Huriyan di vê serdema dîrokê de, xwe wekî sazûmaniya qebîle û eşîreyan birêxistin kiribûn. Lê Sûmerên ku wê demê serdest û xwediyên şaristaniya navendî bûn, nedihiştin ev sazûmanî veguhere navendekê. Li hemberî vê dijîtiyê Hûriyan ji bo parastina hevgirtina xwe, di sazûmaniya konfederasyoneke eşîran de xwe birêxistin kirin û konfederasyonek ava kirin. Bi vê yekê hem yekîtiya xwe, hem jî xwe ji serdestiya Sûmeran parastin.

Konfederasyona împaratorî, çanda demokratîk a rêvebirinê: Mîtanî

Piştî Hûrriyan, mînakek din a federasyonê B.Z. di navbera salên 1500 û 1250’yan de hatiye dîtin. Ev jî Konfederesyona Mîtaniyan bû. Bajarê Waşokanî ango bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê paytextiya vê konfederasyonê dikir. Bi vê avakirinê re cara yekem bû ku konfederasyonek wekî împaratoriyê dihat binavkirin. Ev konfederasyon ji 7 eşîreyan pêk dihat. Her eşîrekê ji vana, li herêma xwe babikên (qebîle) din di bin kontrola xwe de bi rêxistin dikirin. Ji ber vê her milek jî di nav xwe de konfederal bû û mîrekî wê hebû. Xwe bi xwe birêve dibirin.

Ev mîr wekî “şah-qiral” dihatin binavkirin. Lê xala ku gelekî balê dikişîne û di roja îroyîn de jî dibe mijara bidestxistina mafan ew bû ku rêvebirên Mîtaniyan bi hilbijartinan dihatin diyarkirin. Heft Mîran dengê xwe bidana kê ew kes dibû Mîrêmîran. Bi konfederasyonek wiha re, Mîtaniyan ji 250 salan zêdetir hebûna xwe domandiye.

Konfederasyona eşîran: Med

Yek ji konfederasyonên ku dîroka Kurdistanê de herî zêde tê zanîn konfederasyona Med e. Lêkolînerên ku dîroka Medan vedikolin dibêjin ku piştî federasyona Urartuyan li bakûrê Mezopotamyayê B.Z. di navbera salên 700-550’an de konfederasyona eşîrên Med ku bi Babîlê re di nava yekîtiyê de bûn hatiye avakirin. Ev konfederasyon ji 6 êlên kurd û persan pêk tê. Herodot van êlan weha binav dike: Boussî, Parîtassî, Stirokatî, Arîzantî, Boudî û Magî.kurdistan

Eşîrên Kurd û Persan di vê federasyonê de çand, huner, siyaset û hwd ji taybetmendiyên xwe bihevre parve dikirin. Her wiha van bihev re herêm diparastin. Ev konfederasyon bi yekîtiya bi Babîlê re karîbû Asûriyan têk bibe. Konfederasyon heta nêzî 150 salan li ser dika dîrokê dimîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê konfederasyona Medan de dibêje: “Damezirandina berê ya federasyona Medan mînakeke tîpîk a demokrasiya destpêkê ye.”

Federasyona çandan: Qiraliyeta Komagene

Komagene wekî federasyonek çandî ya gelek neteweyan ku rengê qiraliyê dihat birêvebirin, derketiye ser dika dîrokê. Piştî împaretoriya Med, li ser vê kevneşopiyê Qraliyeta Komagene pêş ket. Ji bajarê Hatayê heya navçeya Pînarbaşî ya bajarê Kayseriyê yê Tirkiyeyê, bakurê çiyayên Torosan û bakurê çemên Dîcle û Firatê dest pê dike û bajarê Semsûr, Meletî, Xarpêt, Dîlok, Mereş (Gurgum) û Rihayê jî digire nav xwe. B.Z. di sala 160’yan de qiraliyeta Komagene dawî li desthiladariya Helenan tîne û heya B.Z sala 72’an weke qiralilyeteke serbixwe dimîne.

Li gorî lêkolîn û analîzên hatine kirin, peyva “Komagene” tê wateya kombûna eşîran. Ango peyva “Kom” tê wateya kombûyîn, peyva “gene” jî tê wateya gel (qebîle û eşîre). Komagene jî dibe kombûna eşîretan.

Qiraliyeta Komagene bi pêşengiya Kurdan hatiye avakirin û navenda wê li navçeya Kolik (Kahta) ya bajarê Semsûrê yê Bakûrê Kurdistanê bû. Lê di nav xwe de Ermenî, Liuwî, Asûrî û Helen jî dihewandin. Bi gotineke din çand gihandine hev. Esas girîngiya wê jî di pir çandî, pir netewî, pir zimaniya wê de ye. Lewra ji bo erdnîgariya şaristaniya Komagene gotina “hêlîna çandan” hatiye bikaranîn. Van çandan jî weke konfederasyonekê bi hevre di nav aşîtiyê de jiyan e.

Naîrî (BZ 1200-900) Urartuyî (BZ 900-600)mitani

Bi rûxandina împaretoriya Mîtanî re, federasyonên nû hatin avakirin. Nexasim, destpêkê federasyona Naîriyan derket. Naîrî di rewşa federasyonek ku ji sedan êlan pêk hatine jiyan e. Lê gelek caran belav bûne û careke din hatine ba hev. Her çiqas Asuriyan ew xistibin bin venêrîna xwe jî, lê ti caran nekarîne li ser wan tam bibin serdar.

Ev yekîtiya êlan (eşîran) a ku navê Naîrî lê hatiye kirin, B.Z. di salên 900’î de vê carê bi navê Urartu li ser dika dîrokê xuya dikin û dewletekê ava dikin. Navenda wan Tuşba, ango bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê bû.

Federasyonên piştî mîladê  

Pergalên xwerêvebirinê yên kurdan bi rengê federasyonên eşîran piştî mîladê jî bi nav û rengên cuda berdewam kirine. Ev rêveberiyên wan jî, bi navên “Mîr” an jî “Beg” hatine dîtin. Begîtiya Botan, Hekariyan, Bedlîs çend mînak ji vanan e. Di van rêveberiyan de jî tifaq û yekîtiya eşîran esas hatiye girtin.medıya

Dîroknasekî rojhilatnas derbarê mekanîzmaya pergala eşîre û qebîleyên li Kurdistanê de dibêje: “Eşîretên Kurdan ji dema Mediyan ve serxwebûna xwe ya hundirîn parastine û nîv serbixwe bûn. Wan ev mafê xwe di dema dewleta Makadonî, Sasanî, Ereb û Osmaniyan de jî car din muhafeze kirin”.

Perçekirina Kurdistanê û eşîr

Gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê jiyan dikin, (Kurd, ereb, tirkuman, suryan, asurî), heta şerê cîhanê yêk yekemîn, di bin navê, yekîtiya eşîran, qebîleyan, begîtî, mîr, federasyonan de karîbûn bi hevre hebûna xwe bidomînin. Her wiha xwe birê ve bibin. Lê piştî şerê cîhanê, Kurdistan kirin çar peçe û xweserî yan jî nîvserxwebuna eşîreyan jî ji holê rabû. Êdî tevahî netew û beşên civakê ketin bin desthilatdariya dagirkerên Kurdistanê. Lê belê tevî hemû zordariyan jî, hebûna eşîran dom kir.

Bi gotineke din mirov dikare bêje ku mînakên federasyonên biçûk ên eşîretan hîn jî tên dîtin. Li çar perçeyên Kurdistanê eşîrên Beraziyan (ji 9 babikan pêk tê), Aliyan (ji 7 babikan pêk tê), Aşitî, eşîra Ertûşiyan (ji 12 babikan pêk tê), Milan, Herkî, Celalî, Îzolî, Roşkan çendek ji wan in.Med

Piştî çaryeka dawî ya sedsala 20’an, têkoşîna parastina hebûnê û bidestxistina mafan êdî ji sînorê eşîran derket û bi rê û rêbazên dewlend û afirîner berdewam kir. Lê fikra jiyana hevbeş û wekhev dîsa hat parastin. Ev têkoşîn piştî ku di merheleyên cur bi cur re derbas bû, îro gihîştiye projeya federaliya demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de vedibêje.


Federaliya Bakurê Sûriyeyê û Neteweya Demokratîk

EKREM BEREKAT-NESRÎN EBDÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê felsefeya “Neteweya Demokratîk” wekî bingeh digire. Li gorî vê yekê her herêmek di bin sîwaneya federaliyê de dê xweseriya xwe biparêz e.

Li Kurdistanê têkoşîna azadiyê di sedsala 20’an de bi rengên cur bi cur berdewam kirin. Heta salên 1970’yan, ev têkoşîn li 4 perçeyên Kurdistanê piranî di çarçoveyek teng a erdnîgarî û li dora eşîr û malbatan hatiye meşandin. Lê di çaryeka dawî ya sedsala 20’an de, têkoşînek hemdem ku tevahiya Kurdistanê û pêkhateyên wê digire nava xwe derket pêş. Ev têkoşîna ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurdistanê tê meşandin, di encama 40 salan de, sînorên netewebûn û herêmtiyê derbas kirin û veguherî sîstemek ji bo tevahiya Rojhilata Navîn. Ev sîstema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî “Netewa Demokratîk” pênase kiriye, di roja îroyîn de li Rojavayê Kurdistanê dibe xwedî bedenek.Parêznameya ocalan-doza Kurdî û Çareseriya Netewa Demokratîk

Li Rojavayê Kurdistanê di 16 û 17’ê adarê de li bajaroka Rimêlan bi beşdariya  Ereb, Asûrî, Suryanî, çeçen, Kurd, Turkmen û Ermeniyên herêmên Rojava, El-Şehbaa, Minbic û Helebê, her wiha nûnerên 31 partî, rêxistin û tevgeran civînek berfireh hat lidarixstin. Di nîqaşên hatin meşandin de ji bo çareseriya pirsgirêka Suriyeyê projeya Sîstema Federaliya Demokratîk hat pêşniyarkirin. Di encama civînê de proje wekî, “Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakûrê Suriyeyê” hat binavkirin û ji bo danasîn û pêkanîna wê jî 4 komîte hatin avakirin.  Her wiha biryar hat girtin ku di nava 6 mehan de hevpeymana civakî bê nivîsandin û sîstema federal bê îlankirin.

Di encama xebatên sê mehan de reşnivîsa Hevpeymana Civakî hat amadekirin û di 1’ê Tîrmeha 2016’an de ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Dema mirov li nîqaşên hatine meşandin û encamên derketine holê dinêre, tê dîtin ku ev proje çavkaniya xwe ji felsefeya Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn wekî çareseriyê pêşkêş kiriye, digire.

Endamê Komîteya Ragihandinê ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Şahoz Hesen jî bi gotina “Jêdera me ya sereke ji bo nivîsîna hevpeymana civakî, felsefeya Neteweya Demokratîk e” ev yek piştrast kir.

Li vir pirsên wekî, “Gelo ev felsefa Neteweya Demokratîk çiye? Sîstema ku dê li esasê vê felsefê bê avakirina wê çawa be, lingên ku sîstem xwe li ser digire çine?” derdikevin pêş.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de van mijaran pir bi berfirehî rave dike û wekî sîstemekê pêşkêş dike.

Netewa Demokratîk

Di pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê, “Sosyolojiya Azadiyê” de pênaseya Netewa Demokratîk wiha tê kirin: “Netewebûna Demokratîk bi rengê ku komên ziman û çandan ên bi heman rengî yan jî yên dişibin hev ên di nava civaka exlaqî-polîtîk de, di çarçoveya siyaseta demokratîk de veguherînin civaka demokratîk, tê pêkanîn.  Di netewebûnê de hemû qebîle, eşîret, qewm, heya malbat wekî yekeyên(yekîneyên) civaka exlaqî û polîtîk cîh digirin. Dewlemendiyên ziman, zarava û çandên xwe vediguhezin netewa nû. Di neteweya nû de, teqez cihê wê nîn e ku komek nîjadî, mezhebek, baweriyek û bîrdoziyek mohra xwe li serweriya wê bixe. Hetta gelek komên cuda yên ziman û çandan jî, bi riya heman siyaseta demokratîk re dikarin wekî civakên demokratîk, bi rengê yekeya jor a neteweyên hevpar, di nasnameya netewî ya netewan de bijîn. Tişta li gorî xwezaya civakî jî ev rê ye.” 

Dîsa Ocalan bi gotina, “Eger Netewa Demokratîk ruhek be, Xweseriya Demokratîk jî beden e” re, wateya xebatên netewa demokratîk ên ji bo xweseriya demokratîk eşkere dike.

Rêberê Gelê Kurd di pirtûka xwe ya bi nave, “Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De” ji bo vejandina vê bedenê 9 xal danîne holê.  Ev xal jî wiha ne:

1- Ferdê azad- welatî û jiyana komîn a demokratîk

Pêwîste her welatiyek ferdiyeta xwe derbas bike û bibe endamê komînê. Divê bê zanîn ku kesên bê jiyana komînal, tu kesayeta wan tune ye. Her wiha endamtiya komînê nîşaneya aliyekî demokratîk e. Her komînek di heman demê de hucreya exlaqî  û polîtîk e.

Endamê/a komînê jî dikare weke ferdê/a azad di neteweya demokratîk de bê pênasekirin.

2- Jiyana polîtîk û xweseriyên demokratîkROJHILATA NAVÎN -1

Mirov dikare di neteweya Demokratîk de şaxê Polîtîka weke xweseriya demokratîk bike têgîn. Ji ber ku neteweyên demokratîk hebûnên civakî yên xwedî rêveberiyên xwe ne. Eger civakek ji rêveberiyê mehrûm be, ew ji netewebûnê derdikeve, di rastiyên civakî yên hemdem de mirov nikare li neteweyan bêyî rêveberî bifikire.

Lewma Neteweya Demokratîk weke yektiya kombûnên demokrat an jî hevalbendê serxwebûneke demokratîk e.

3- Neteweya Demokratîk û jiyana civakî

Di jiyana mirov de ti tişt nikare şûna civakê bigire. Destkişandina ji civakê, ji civakbûnê derketin, destkişandina ji mirovatiyê ye û derketina ji mirovatiyê ye. Neteweya Demokratîk beriya her tiştî israra civakbûnê ye û bi îsrar e ku civakê di nava çerxên modernîteya de ji hev tê xistin mayînde bike, weke rastiyeke dîrokî-civakî pêk bîne.

Neteweya Demokratîk li dijî netiştkirina civakê, civaka alternatîf e, li dijî desthilatdarî û dewletê yan jî li dijî bêcivakbûnê civaka demokratîk e. Li dijî qedandina civakê ya her şêweyê kolekirin û newekheviyê pêk tê û pê didin qebûlkirinê , civaka gihiştiye hebûna azadî û wekheviyê ye.

4- Di neteweya Demokratîk de hevjiyana azad

Di pêvajoya netewbûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e. Ji bo vê hêza îdeolojîk rêxistinî, otorîteya polîtîk, bi awayekî îdeolojîk û polîtîk xwe çêkin girîng e. Ji pirrbûna bi fizîkî zêdetir divê bi hêzbûna zêhnî û ruhî bê xurtkirin. Ev rastî xwezaya eşqa civakî pêk tînin. Ji sedî sed divê mirov eşqê weke hevhestiyariya di navbera du kesan de û cazîbeya cinsî nebîne. Heta divê mirov bi ber bayê xweşikiyên şeklî yê maneya wan a çandî tineya nekeve.

5- Neteweya Demokratîk û xweseriya aborî

Neteweya Demokratîk sê hêmanên sereke yên modernîteya kapîtalîst(talana kara herî zêde, zilma netewe-dewlet, bi riya teknolojiya îndustriyalîzmê zirar û ziyan) rexne dike, ji ber ku van hêmanan aboriya yekemîn ku di dîrokê de mirovahiyê li ser jiyan kir, talan kir.

Sîstema ekonomiya netewa demokratîk hem van pêkanînên hov radiwestîne, hem jî kontrola civakê ya li ser ekonomiyê ji nû ve pêk tîne. Di navbera dewleta netewe û netewa demokratîk de bi kêmanî li ser xweseriya ekonomiyê lihevkirin çêdibe.

Di bingehê naveroka xweseriya ekonomîk de, ne di kapîtalîzma tayebet ne jî kapîtalîzma dewletê de heye, demokrasî wê  xwe di ekonomiyê de nîşan bide, lewma ekonomiya komîn û endustriya ekolojiyê esas dibe, lewma sînorê ji bo endustrî, pêşdeçûn, teknolojî, kargeh û mulkiyetê tê danîn. Di çarçoveya sînorên civakbûna ekolojîk û demokratîk de ye.

6- Avahiya hiqûqî ya netewa demokratîk

Hiquqa demokratîk ew hiquqa ku xwe dispêre cihêrengiyê û ji wê jî girîntir kêm serî li tenzîmatên hiquqî dide û avahiyeke hêsan e. Ku bi riya exlaq û polîtîka piraniya dozan çarser dike û ew jî ne weke qanûnên di dewletên netewe de ye, lê rêveberiyek modern xwedî afaqên herêmî ye.

7- Çanda Netewa Demokratîk

Di neteweya Demokratîk de Çand yekparbûna tevahiya manedan û avahiyên ku civaka mirov di pêvajoya dîrokî de pêk aniye, tê naskirin. Ev avahiyên pêkhatine weke tevahiya saziyên li veguherînê vekirîne jî tê nasîn.

8- Sîstema parastina netewa demokartîk

Her zindiyek xwedî mekanîzmeyek parastinê ye. Pêşxistina têgeha parastina rewa di neteweya demokratîk de parastina welat û gel esas digire. Mafê her komekê di parastina rewa de jî heye.

9- Dîplomasiya netewa demokratîk

Neteweya demokratîk polîtîka û exlaqê ku li ser sê hêmanên civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ava bûne, esas digire. Di siyaseta xwe ya derve de jî vê yekê aramc dike. Her wiha di têkiliyên xwe yên herêmî de aştî û nîqaşê û hevaltî stratîjiya wê ye.ROJHILATA NAVÎN

Her netewe û civaka ku di sîstema neteweya demokratîk de jiyan dike, dikare têkiliyên xwe yên siyasî, civakî, aborî, çandî û hevbendiyên demokratîk bi her civaka xwedî heman çand û baweriyê re pêş bixe. Lê bi şertê ku ev têkilî zirarê nede berjewendiyên neteweya demokratîk.

Ev xalên navbihûrîn aliyê teorîk ê vê felsefê vedibêje, lewma pirsa li vir rastî mirov tê, ev xalên han dê di sîstema fediral a Rojava-Bakurê Sûriyeyê de çawa bên piratîkirin, mekanîzma wan dê çawa be?

Federaliya  Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê

Meclîsa Damezirîner a sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê di 1’ê tîrmeha 2016’an de reşnivîsa Hevpeymana Civakî ku ji 85 madeyan pêk tê, ji raya giştî re eşkere kir. Gelek xalên reşnivîsê ku bi felsefeya Neteweya Demokratîk re wekhev e, derdikevin pêş. Ev yek jî di madeya 11’an de wiha hatiye vegotin: “li gor pîvanên Neteweya Demokratîk, pêkanîna jiyana hevbeş di navbera  hemu pêkhateyan de”.

Di madeya 8’an a hevpeymanê de tê gotin ku hemû ziman di her qadên jiyanê de xwedî heman mafî û fermî ne. Her wiha sîstema federal a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ku dê bê damezirandin, wê herêmên xwedî rêvberiyên xweser esas bigire.

Endamê Komîteya Ragihandinê Şahoz Hesen diyar kir ku her herêmek dê xwedî meclîs û sîstema xwerêvebirinê be, lê hin xal dê girêdayî meclîsa giştî ya federaliyê bin. Mînak: her herêmek dê xwedî hêzên parastina cewherî be, lê hêzên wekî YPG an jî QSD’ê dê girêdayî meclîsa giştî ya federaliyê bin.

Di madeyên 13-16-23 û 25’an de jî, jiyan û aboriya komînal, azadiya jinê û baweriyan tê parastin.

Li Rojavayê Kurdistanê di 5 salên şoreşê de, bi avakirina rêveberiyên xweseriya demokratîk re, bingeha federaliyê hatiye avêtin.

SIBE: KAKILA XWESERIYA ROJAVA: KOMÎN Û MECLÎS

(a)

ANHA


Bêjeyên Miftehî