1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Foruma Ekolojiyê dest pê kir
Foruma Ekolojiyê dest pê kir,foruma,ekolojiyê,dest,pê,kir

Foruma Ekolojiyê dest pê kir

A+ A-

Foruma Civakî ya Mezopotamya ku di navbera 29-30'ên çile de Foruma Ekolojiyê li Kampusa Superparkê pêk tîne serê sibê dest pê kir û bi niqaşan didome. Koordinatorê FCM'ê Tuncay Ok, diyar kir ku ji bo jiyanek di navbera xweza-xwezayê û xweza-mirovan de bidin avakirin, vê forûmê pêk tînin.

Foruma Civakî ya Mezopotamya (FCM) di 29-30'ên çile de li Kampusa Parka Sumerê dest bi Foruma Ekolojiyê kir. Gelek derdorparêz û xwezaparêz û zanyarên biyanî û herêmî beşdarî forumê bûn. Li ser pirsgirêkên ekolojiyê niqaş tên menşandin. Foruma Ekolojiyê ku serê sibê dest pê kir mijarên "Wêrankirina şer a li ser ekosistemê", "Bandora bendavan a li ser erdgînariyê", "Hilberîna GDO û û cureyiya biyolojîk", "ekolojiya polîtik û ekososyalizm" tên niqaşkirin.

Formua ku li salonên Ararat, Îştar, Ferat, Munzur û Tîgrîs ên Sumerparkê têk tên bi niqaşan didome. Di foruma ku 2 rojan bidome de axaftina vekirinê ji aliyê Koordinatorê CMF'ê Tuncay Ok ve hate kirin. Ok, di destpêkê de bi kurdî, tirkî, îngîlîzî û îspanyolê got 'Hûn bi xêr hatine Foruma Ekolojiyê". Ok, anî ziman ku ew dixwazin bi vê forûmê li dî hewldana serdestan ka ku dixwazin herêmê bikin dojeh têkoşîna xwe bilind bikin û dîsa herêmê vegerînin bihiştê. Ok, desnîşan kir ku serdest dixwazin dewlemendî û çavkaniyên herêmê li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin û ji bo wêrankirina dewlemendî û çavkaniyên herêmê di nava hewldanan dene. Ok, bal kişand ser HES'ên li ser Botan, Dîcle, Mûnzûr û Firatê tên avakirin û destnîşan kir ku bi van bendavan xwezayê wêran dikin û pêşkêşî serdestan dikin.

'Ziman û çanda kurdan di bin avê de dihêlin'

Ok, bal kişand ser berhemên dîrokî û çandî û wiha berdewam kir: "Bi avakiran van bendavan nirxên dîrokîe û çandî ku ziman, dirok û çanda gelê kurdin di bin avê de dihêlin û dîroka kurdan a Mezopotamyayê winda dikin. Mînaka vê yekê Heskîf, Newala Çorî Semsat û gelek warên dîrokî ne. Armanca me em van hewldanên ku dîrok û çandê wêran dikin bidin rawestandin.

Piştî axaftina destpêkê forumê bi niqaşan dest pêkir.

DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî