1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Foruma Ekolojiyê sibê dest pê dike
Foruma Ekolojiyê sibê dest pê dike,foruma,ekolojiyê,sibê,dest,pê,dike

Foruma Ekolojiyê sibê dest pê dike

A+ A-

Foruma Civakî ya Mezopotamya dê di 29-30'ên çile de Foruma Ekolojiyê li Kampusa Superparkê li dar bixin. Koordinasyonê Forumê Erdal Balsak, bang li her kesî kir û xwest ji bo hişmendiya ekolojî û derdorê pêş bixin her kes beşdar bibin. Foruma Civakî ya Mezopotamya di 29-30'ên çile de (sibê) Foruma Ekolojiyê pêk tînin. Gelek derdorparêz û xwezaparêz û zanyarên biyanî û herêmî ku sibê beşdarî forumê bibin, dê li ser pirsgirêkên ekolojiyê niqaşan bimeşînin. Sibê di Foruma Ekolojiyê de mijarên "Wêrankirina şer a li ser ekosistemê", "Bandora bendavan a li ser erdgînariyê", "Hilberîna GDO û û cureyiya biyolojîk", "ekolojiya polîtik û ekososyalizm" bên hiqaşkirin. Endamê Koordinasyona Forumê Erdal Balsak, anî ziman ku Foruma Ekolojiyê ji aliyê MSF'ê ve tê birêvebirin û dixwazin bi van foruman hişmendî û nêzîkatiya li hemberî ekolojî û xwezayê xurt bikin.

WÊ JI BAJARÊN DERDORÊ JÎ BEŞDAR BIBIN

Balsak, anî ziman ku nêzî 3 mehin xebata vê forumê dimeşînin û wiha got: "Ji bo amadekariya vê forumê me gelek civîn pêk anîn. Me hewl da em xwe bigînin gelek cihan. Ji bo gel jî beşdar bibe xebatên me pêk hatin. Bi taybetî dê ji Riha, Êlih, Dêrsim, Colemêrg û gelek cihên din jî beşdar bibin. Em dî di vê forumê de karker, pale û mexdûrên bendavê li hev kom bikin. Her wiha dîsa dê ji Meksika, Ekvator, Latîn Amerîka, Îtalya, Fîlîstîn û Kurdistana Başûr zanyar û derdorparêz beşdarî forumê bibin. Em dê li ser GDO'ye niqaşan bikin. Em dê li ser talûkeyên li hemberî xweza, derdor û çandiniyê niqaş bikin. Her wiha em dê bendavên ku li ser Dîcle û Fıratê tên avakirin niqaş bikin." Balsak, xwest ku jin, zarok, jiwan û hemû beşên civakê beşdarî forumê bibin û tev li neqaşan bibin.

WÊ GELEK SAZÎ BEŞDAR BIBIN

Di Foruma Ekolojiyê de dê mijarên wekî "Wêrankirina şer a li ser ekosistemê", "Bandora bendavan a li ser erdgînariyê", "Hilberîna GDO û û cureyiya biyolojîk", "ekolojiya polîtik û ekososyalizm" bên hiqaş kirin

Forum dê li Mala Kampusa Sumerparkê pêk bê. Her wiha ji Mala Rojê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Koma Parastin û Stara Cureyiyên Biyolojîk a Mezopotamya, Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê, Partiya Keskan, nûnerên saziyên sivîl û civakî, beşdarî forumê bibin.