1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Gelo bersûcên tecawuz li zaroka 14 salî kiribûn, hatine bardan?
Gelo bersûcên tecawuz li zaroka 14 salî kiribûn, hatine bardan?,gelo,bersûcên,tecawuz,li,zaroka,salî,kiribûn,hatine,bardan

Gelo bersûcên tecawuz li zaroka 14 salî kiribûn, hatine bardan?

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - E. zewaca bi zorê qebûl nekir û ji ber ku tu kes û sazî xwedî li derneket, ew bi neçarî çû Stenbolê û li cem xwişka xwe. Li cem kuafurekê dest bi kar kir. Lê piştî rastî tecawiza 3 kesan hat, cihên eleqedar xwedî li derket û her wiha ji 3 tecawikaran tecawizkarek hate girtin.

Li Stenbolê, zaroka 14 salî a bi navê E. ku dihate xwestin bi zorê bê zewicandin ji ber ku saziyên rayedar alîkarî nedan, neçar ma ku xwe bi sitêre cem xwîşka xwe ya li Stenbolê. E. ya ku hewl dida di temenê biçûk de jiyana xwe bi serê xwe bidomîne, li kuafura ku lê dixebitî rastî tecawiza 3 kesan hat. Saziya Sitareya Zarokan ku beriyê zarok ne parast, piştî E. rastî tecawizê hat ew rakir dibin parastinê de. Piştî bûyerê hate îdiakirin ku ji 3 bersûcên hatibûn biçavkirin yek hate girtin û 2 bersûc ji hatin berdan.

Dramê li Konyayê dest pê kir

Li gorî pisporan, li Tirkiyeyê ji 5 zarokan 2 zarok ku ji parastina malbat, civak û dewletê sûdê nagirin, rastî îstîsmara zayendî tên. Rewşa E. ya 14 sali ku dihate xwestin bi zorê bê zewicandin û bi neçarî li cem xwişka xwe ya li Stenbolê bicih bû ji bo vê mînakeke baş e. Li gorî îdiayan, drama ku ji Konyayê destpê kir û li Stenbolê bidawî bû wiha bi dawî bû; E. ya ku li Konyayê dirûne, ji ber ku zewaca bi zorê qebûl nekir hêj di 13 saliya xwe de ser û bin bû. Ji ber ku tu kes û saziyên rayedar xwedî li E. yê derneket, ew bi neçarî çû Stenbolê û li cem xwişka xwe ya li taxa Aydinli ya navçeya Tuzlayê bicih bû. E. 2 heftê beriya niha li cem kuafurekê dest bi kar kir. Bûyera jiyana E. ser û bin kir jî li vir rû da. 3 kesên li salona berberê zilaman dixebitin, di 9'ê mijdarê de E. revandin û li zeviyeke li heman taxê tecawiz li wê kirin. Piştî ku şêniyên taxê yên bûyer dîtine agahî dan polisan, bersûc hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Tuzlayê. E. jî rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Tuzlayê. Piştî ku hate tespîtkirin E. rastî tecawizê hatiye ew şandin Saziya Sitareya Zarokan û Xizmetên Civakî û li vir hate bicihkirin.

Tecawizkarek hate girtin

Têkildarî bersûcên ku nasnameyên wan nehatin zanîn de jî îdiayek balkêş derket holê. Li gorî gotina şahidan, a ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan ve nehate piştrastkirin; bersûc di navbera xwe de li hev hatin û bersûcekê sûc girt ser xwe. Pişt re jî 2 kes hatin berdan. Ji ber ku bûyer û belgeyên têkildarî mijarê hatine veşartin guman zêde bûn. Xwişka E. nexwest bi tu kesî re hevdîtin bike û daxwazên me yên hevdîtinê bê bersiv hişt. Lê di aliyê din de şêniyên taxa Aydinli li gel saziyên jinan dê biryar girtin ku biboneya şermezarkirinê çalakiyekê li dar bixin.

(lg/mae)