1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Gelê Êlihê wê bersiva Erdogan bide"
"Gelê Êlihê wê bersiva Erdogan bide",gelê,êlihê,wê,bersiva,erdogan,bide

"Gelê Êlihê wê bersiva Erdogan bide"

A+ A-

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku dema Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi serdana xwe ya ji bo Êlihê heqaret li gelê Êlihê kiriye û wiha got: "Divê gelê Êlihê bersiva Serokwezîr bide." Demîrtaş, parastina bi kurdî ya di darizandina siyasetmedarên kurd bû krîz jî nixand û wiha axivî: "Serokwezrî dibêje 'welatiyên min yên kurd wekî hemû kesên din xwedî fêm in' Lê destûra zarokên kurd bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin nade û dibêje 'em vê yekê nîqaş nakin'"

BDP'a Êlihê bi tevlibûna Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Xwaringeha Kazim Usta xwarina piştevaniyê da. Demîrtaş û heyeta pê re ji aliyê rêveberên BDP'a Êlihê û şaredariyan ve hate pêşwazî kirin. Her wiha di xwarinê de Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, rêveberên BDP'ê yên Sêrtê û gelek karsaz jî tevlibûn. Demîrtaş di xwarinê de gera Serokwezîr Erdogan a Êlihê û danişîna siyasetmedarên kurd nixand. Demîrtaş, diyar kir ku gelê Êlihê her tim ji bo azadiya û têkoşîna xwe ya bi rumet bedela dane.

'SEROKWEZÎR HEQARETÊ LI GELÊ ÊLIHÊ DIKE'

Demîrtaş bal kişand ser gera Erdogan a piştî endamên Hîzbulahê serbest hatin berdan a Êlihê û wiha axivî: "Tu dê şaredarê bi dengên vî gelî û li gorî daxwaza vî gelî hati hilbijartin bigiri, kesên li vî bajarî bi sedan kes bi hov qetilkirin serbest berdî. Ev yek li hemberî gelê Êlihê heqaretek e. Dema ku serokwezîr hat bajar pankarta 'Îradeya gel nayê darizandin' dît. Serokwezîr got, 'Erê rast e nayên darizandin lê we sûcdar in ji ber wê em wan di darizînin'. Yanî li bir serokwezîr xwe wekî dozger, dadger dibîne û darizandinê xilas dike û biryarê dide. Dibêje 'ew sûcdarin dê cezayê xwe bikşînin' Vê yekê li qada Êlihê dibêje. Berê xwe dide çavên gelê Êlihê heqaretê li gel dike."

'DIVÊ GELÊ ÊLIHÊ DI HILBIJARTINÊ DE BERSIVA SEROKWEZÎR BIDE'

Demîrtaş, bal kişand ser darizandina siyasetmedarên kurd jî wiha pê de çû: "Şaredarê Êlihê ji ber ku di dadgehê de du peyvên kurdî ne axivî girtiye. Divê gelê Êlihê vê yêkê baş binirxîne. Ji bo rûmeta xwe biparêzin, li ser axa xwe bi azad bijîn sekneke bi heybet nîşan bidin divê gelê Êlihê hemû bi hev re vê yêkê bike. Ji ber vê yekê di hilbijartinan de gelê Êlihê divê bersiva Erdogan û AKP'ê bide."

'SEROKWEZÎR, KA EM BIRA BÛN?'

Demîtaş, pergala serokatiyê jî nirxanda û axaftina xwe wiha berdevam kir: "Baş e, lê dema ku me pêşniyariya Xweseriya Demokratîk dikir, çima we heman tişt nedigotin. Ev jî modelek e, ya tu jî pêşniyar dikî modelek e. Modela me ya Xweserıya Demokratik modeleke idarî ye. Ya tu ji pêşniyar dikî modelekî îdarî ye. Ji bo pêşniyariya me 'provokasyon, emeliyet, perçekirina welat' jê re hate gotin û pêşiya nîqaşan girt. Lê niha derdikev dibêje em pergala serokatiyê nîqaş bikin. Ev çi ye? Dibêje; 'welatiyên min ên kurd jî wekî hemû welatiyên din wedî maf û hiqûq in'. Lê destûra perwerdehiya zimanê zikmakî ya ji bo zarokên kurd nade. Dibêje; 'em vê yekê nîqaş jî nakin'. Dibêje; 'Di dadgehê de parastina kurdî dê bêkirin'. Lê dema ku siyasetmedarên kurd parastina bi kurdî dikin, vê yekê 'ev şovekî siyasiye' bi nav dike. Serokwezîr, ka em bira bûn?"

'DEMA KU ÇAREKE DIN HAT BILA DERSA DEMOKRASIYÊ JI ÊLIHIYAN BIGIRE'

Demîrtaş, biryara siyasetmedarên kurd a tevlî danişînê nebin û biryara dadgehê ya bêyî siyasetmedaran jî nirxand û wiha dom kir: "Niha jî kursiyên vala didarizînin. Dibe ku darizîne ji ber ku zimanê kursiyan tune ye. Ji xwe dadgeh dixwaze kesên zimanê wan neyî bi darizîne. Hûn dikarin serê sibê heta êvarî kursiyên zimanê wan yî bidarizînin. Ev tablo ya serokwezîr dixwaze ye. Dixwaze tu kes neaxive û tu kes wî rexne neke. Dema ku serokwezîr çareke din hatine Êlihê bila dersa demokrasiyê ji êlihiyan bigire."

ANF NEWS AGENCY