1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Gerstêrkek din hat vedîtin ku pêkane jiyan lê hebe
Gerstêrkek din hat vedîtin ku pêkane jiyan lê hebe,gerstêrkek,din,hat,vedîtin,ku,pêkane,jiyan,lê,hebe

Gerstêrkek din hat vedîtin ku pêkane jiyan lê hebe

Ji ber ku şert û mercên jiyanê yên li cîhana me ji aliyê mirovan ve kêlî bi kêlî tê tinekirin, zanyar bêhtir bala xwe didin fezayê û li gerstêrkên nû yên dibetiya jiyanê lê hebe, digerin

A+ A-

SYDNEY - ANF Gerstêrka nû ya li derveyî rojê ya hat vedîtin, ji ber ku li cihekî xwedî hewayeke nerm û avî ye, ji niha ve tê gotin 'alternatîfa cîhanê' ye.

Yek ji gerstêrkên li derveyî Sîstema Rojê (egzoplanet) Wolf 1061c ku ji aliyê zanyarên Awûstralyayî ve hat vedîtin, tê îdîakirin ku dikare ji cîhana me re bibe alternatîf. Wolf 1061c ku 14 mîlyar salên ronahiyê dûre ji cîhana me, tê gotin ku bi qasî 4 qatan ji gerstêrka me mezintir e.

Wolf 1061c di nava gerstêrkên xwedî dibetiya jiyanê yên heta roja îro ji aliyê mirovan ve hatiye vedîtin de, gerstêrka herî nêzî Sîstema Rojê ye. Ev gerstêrka li derveyî sîstema me ya rojê, ku di nava Tîmstêrka (Ophîûchûs) de cih digire, yek ji sê gerstêrkên li dora Wolf1061 'biçûka sor' digere ye.

Ji ber ku Wolf1061c li cihekî xwedî hewayeke nerm û avî ye, ji niha ve tê gotin 'alternatîfa cîhanê' ye. Ji lêkolînerê fezayê ya Zanîngeha New Soûth Wales Dr. Dûncan Wrîght da xuyakirin ku Wolf1061c ji vî alî ve ji aliyê 'jiyanî' ve xwedî şenseke bilind e.

Ji bilî Wolf1061c, di sala 2013'an de gerstêrkeke nû ya li derveyî rojê ya bi navê Glîese 667C hatibû dîtin. Ev gerstêrk jî ji aliyê gelek zanyarên fezayê ve di nava kategoriya gerstêrkên şensê jiyanê lê heye de, tê dîtin.