1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. HAK-PAR'ê ji bo perwerdehiya ziman stanta îmzeyan vekir
HAK-PAR'ê ji bo perwerdehiya ziman stanta îmzeyan vekir,hak,par,ê,ji,bo,perwerdehiya,ziman,stanta,îmzeyan,vekir

HAK-PAR'ê ji bo perwerdehiya ziman stanta îmzeyan vekir

A+ A-

Rêxistina HAK-PAR'a Amedê, bi boneya piştgiriyê bide kampanya perwerdehiya ziman stanta îmzeyan vekir û diyar kir ku dê bi çalak di nava xebatên kampanyayê de cih bigre.

Rêxistina HAK-PAR'a Amedê, ji bo piştgiriyê bidin kampanya îmyeyan a ji bo kurdî ku ji aliyê KCD'ê ve hatiye destpêkirin li Kolana Hunerê starta îmze vekir. Endam û rêveberên HAK-PAR'ê beriya starta îmzeyan daxuyani da çapemeniyê. Rêveberên HAK-PAR'ê di çalakiyê de berdilkên li ser "Jiyan bi Kurdî xweş e", "Zimanê me hêza me ye" û "Zimanê me rûmeta me ye" li xwe kirin, dowîzên "Ji bo hemû zimanan azadî", "Zimanê me hêza me ye" û "Bi zimanê zikmakî perwerdehî" bilind kirin. Li ser navê komê Rêveberê HAK-PAR'ê Nevzat Karakeçi, axivî û diyar kir ku perwerdehiya kurdî mafê kurdan ê herî dewa ye û xwest astengiyên li pêşiya perwerdehiya kurdî rabin.

'Em dê çalak di nava kampanyayê de cih bigrin'

Karakeçî anî ziman ku ev qedexeyên li pêş ziman nayên qebûl kirin û destnîşan kir ku dê bi awayekî çalak di nava kampanyayê de cih bigrin. Piştî daxuyaniyê stanta îmzeyan hate vekirin û kesên li derdorê îmze avêtin stantê.

DÎHA (mae)