1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Hawramiyan daxwaza parastina zimanê xwe kirin
Hawramiyan daxwaza parastina zimanê xwe kirin,hawramiyan,daxwaza,parastina,zimanê,xwe,kirin

Hawramiyan daxwaza parastina zimanê xwe kirin

Di Roja Cîhanê ya Zîmanê Dayikê de, Hewremaniyên Helebce daxwaza parastina zimanê Hewramî kirin û gotin pêwîste ziman û zaravayên Kurdî bê cûdahî bên parastin

A+ A-

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

Îro saet 11:00’an de bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, hinek rewşenbîr û çalakvanên Hewramî, li ber Rêveberiya Rewşenbîrî û Hûnerî ya Helebce çalakiyek li darxistin û daxuyaniyek çapemeniyê dan.

daxuyanî ji aliyê Hêro Wekîl ve bi zaravayê Hewramî hat xwendin û pîrozbahiya ziman li hemû gelên cîhan û Kurdistanê hat kirin.

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Di rojek wisan de em piştgirî û dilsozbuna xwe bi zimanê xwe re tînin ziman û ji hemû Hewramiyan dixwazin ku zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin. Bi zimanê xwe baxivi, binivîsin, bixwînin û biparêzin.”

Daxuyanî wiha dewam kir; “Ev roja cîhanê ya zimanê dayikê ji aliyê UNESCO ve hatiye diyarkirin, da ku gelê cîhanê bi çalakî û şahiyan bi bîr binin û piştgiriya zimanê xwe bikin. UNESCO bi xwe gotiye ku mafê her gelekê heye ku bi zimanê xwe binivîse û baxive. Ew ji li gorî yasayên zimanê dewletan, rê hatiye dayin ku bi komele, navend û dibistanên taybet ji bo zimanê xwe çê bikin. Her wiha dikarin li ser wî zimanî zarokên xwe mezin bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ku netewa Kurd xwedî gelek zaravayane û wiha hat gotin; “Her zaraveyek ji taybetmendiyên xwe heye û xwedî hinek çand û şaristiyên taybet yên xwe ne. ev ji ji bo me hemûyan cihê serbilindiyê ye û erkê ser milê hemû kesane ku biparêze. Em zimanê standart yê Kurdî qebûl dikin. Her wiha divê ziman û zaravayên Kurdî ji bê cûdahî werin parastin.”

(rk)