1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Hemû materyalên dibistanên seretayî bi kurdî hatin amadekirin
Hemû materyalên dibistanên seretayî bi kurdî hatin amadekirin,hemû,materyalên,dibistanên,seretayî,bi,kurdî,hatin,amadekirin

Hemû materyalên dibistanên seretayî bi kurdî hatin amadekirin

A+ A-

SÎHAM REŞÎD – JIYAN HACÎ

EFRÎN – Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Kantona Efrînê hemû meteryarlên dibistana seretayî bi kurdî amade kirin.

Gelê Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên curbecur Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Li hersê kantonan bi pêvajoya şoreşê re di warê ziman de jî pêngavên gelekî girîng hatin avêtin. Seroka Desteya Perwerde û Hînkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantonê Ayten Şêx Îsa bi munasebeta Cejna Ziman derbarê rewşa giştî ya perwerdeyê ya li Kantona Efrînêpirsên ANHA’yê bersivandin.

* Hûn rewşa perwerdeyê bi giştî li Kantona Efrînê çawa dinirxînin?

Ev 4 sal in, tevahî Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyeyê şoreş heye. Li Rojavayê Kurdistanê jî agirê şoreş geş bû. Derbarê mijara perwerdeyê û bi taybet li Kantona Efrînê de, dema ku li welatekî şoreşek radibe eniya pêşîn şervanên parastinê cihê xwe digirin û di eniya duyemîn de jî şervanên ramanê ne. Li ser vê yekê jî saziyên perwerdeyê li Kantona Efrînê mijara perwerdeyê wekî hîmekî bingehî girt dest. Ji ber ku perwerdeyê di civakê de herî girîng e, me wekî Desteya Perwerde û Hînkirinê ji xwe re wekî rêgez girt û gelek xebat hatin meşandin. Wekî ji her kesî re diyar e, ji ber aloziya Sûriyeyê piraniya dibistanan li gelek herêmê Sûriyeyê wekî navendên leşkerî hatin bikaranîn û hatin hilweşandin û şagirt hatin kuştin û ji dibistanên xwe bi dûr ketin. Lê li Kantona Efrînê ji ber ku saziyên perwerdeyê hemû dibistan û perwerde bi rêxistin kirin, ev rewş nehat jiyankirin. Tevî hemû kêmderfetan jî perwerde serkeftî hatin birêvebirin û gelek şagirtên serkeftî ji Rojavayê Kurdistanê û Efrînê derketin.

* Di navbera perwerdeya ku niha tê meşandin û perwerdeya ku rêjîma Baasê li herêmê dimeşand de çi ferq û cudahî heye?

Perwerdeyên li herêmê tên meşandin li ser esasê avakirina kesayeteke/î zana, rewşenbîr, xizmetkarê mirovahî û civakê tên meşandin. Lê perwerdeyên rêjîmê li ser esasê çêkirina mirovekî ku bawernameyekê werbigire û xizmeta berjewendiyên rêjîmê bike, dihatin meşandin. Sîstema perwerdehiyê ya rêjîma Baasê hişt ku şagirt ji xwendinê hez neke û jê dûr bikeve. Ango sîstemeke ezberkirinê û tenê ji bo ezmûnan bû û kesayetekî zana jê nedihat avakirin. Ji ber vê yekê diyar e, di civakê de rewşenbîr û xizmetkar kêm in û civak ji xwendinê hatiye dûrxistin. Li hemberî vê yekê jî em berûvajî sîstema dewletê, perwerdeya xwe dimeşînin.

* Desteya we biryara veguhertina meteryalên perwerdeya dibistana seretayî bi zimanê kurdî dabû. Ev di kîjan astê de ye?

Bê guman di şoreşan de, tişta yekemîn tê hişê mirovan guhertin û veguhertinên bi lez in. Derbarê zû yan jî derengbûna veguhertina meteryalan bi kurdî, em dikarin bêjin diviyabû ev gav di destpêka şoreşê de bihata avêtin. Ji ber vê yekê jî gaveke di dema xwe de ye, lê belê dereng jî maye. Eger em vê gavê navêjin dîrok dê hesab ji me bixweze. Li aliyekî din ji ber ku zimanê kurdî ji destpêka şoreşê ve derbasî dibistanan bûye, şagirt û mamoste bi zimanê kurdî hatin perwerdekirin û niha jî amade ne. ji ber vê yekê ev gav di dema xwe de ye.

* Mamosteyên ku dê meteryalan bi zimanê Kurdî bidin gelo amade û hejmara wan têrî şagirtên herêma Efrînê dike yan na?

Li herêma Efrînê bêtirî 300 dibistan hene. Ji bo ku ev dibistan bi mamosteyan werin dagirtin, pêdivî bi hezar û 200 mamoste heye, ango li gel rêveberên van dibistanan hejmara wan digihêje nêzî hezar û 500 kes. Ji bo vê yekê me di vî warî de gelek xebat meşandin. Her wiha Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ji bo vê yekê 909 mamoste û Peymangeha Viyan Amara jî bêtirî 205 mamoste amade kirine. Ji bo dibistanên navîn û amadeyî jî em ê buroyekê vebikin û şagirtên van dibistana dê navên xwe li vir tomar bikin û piştî ezmûnên taybet dê wekî mamosteyan li herêmê bêne erkdarkirin. Ango hejmara mamosteyan têra hemû dibistanan heye.

* Ev biryara veghertina meteryalan bi ziman kurdî dibistanên taybet digire nava xwe ya na?

Tu cudahî di navbera dibistanên taybet û yên giştî de tune ye. Li herêmê tenê 2 dibistanên taybet li herêmê hene. Hemû biryarên ku Desteya Perwerdeyê derdixin an jî meteryalên tên diyarkirin, dibistanên taybet neçar in qebûl bikin. Ev dibistanên di hundirê Kantonê de lê li gorî biryarên Kantonê tevbigerin.

* Di sala borî de biryar hatibû girtin ku materyarên dibistanên seretayî bibin kurdî û paşê jî tenê di 3 refên destpêkê de pêk hat. Çima di refên din de pêk nehat?

Di sala borî de biryara hate girtin ku meteryal heta refa 6’emîn bibin kurdî lê me tenê heta refa 3’emîn pêk anîn. Yek ji sedemên bingehîn a vê yekê jî ew bû ku derfetên me kêm bûn. Wekî mînak di herêmê de çapxaneyek tune ye û em neçar man ku hemû pirtûkan li Bakurê Kurdistanê çap bikin. Her wiha beşek ji mamosteyan tam nehatibûn amadekirin.

* Ji bo ku hûn materyalên dibistanên navîn jî bikin kurdî planên we hene yan na?

Di pilansaziya Desteya Perwerdeyê de di dibistanên navîn de jî dê metodên dîrok û erdnîgarî bêne veguhertin. Ji xwe tê zanîn metoda netewî (Qewmiyê) ji destpêkê de hatibû rawestandin û niha li şûna wê metoda çand, exlaq û netewa demokratîk bête perwerdekirin. Ji bo ku hemû meteryalên dibistanên navîn û amadeyî bibin dê gav bi gav pêk were.

* Gelo li rex zimanê Kurdî zimanên din dê bêne dayîn?

Bê guman em perwerdeya xwe li ser esasê netewa demokratîk dimeşînin. Li gorî paradîgma netewa demokratîk tevahî pêkhate cihê xwe digirin û tu pêkhate, ol û zimanan înkar nake. Em wekî Desteya Perwerdeyê jî pêkhateyên din înkar nakin û wekî tabloyeke mozayîk bi hev re jiyan dikin. Li ser vê yekê şagirtên Ereb ên herêmê dê bi zimanê erebî bêne perwerdekirin. Her wiha dê gelek zimanê din ên wekî ingilîzî û bi taybet zimanên dewletên cîran bêne perwerdekirin. Wekî mînak di dibistanên kurdî de ji refa 4’emîn û şûn ve zimanê erebî, refa 5’emîn zimanê ingilîzî û refa 7’emîn jî zimanê firansî tên perwerdekirin. Ji bo ku zimanên dewletên cîran jî li herêmê bêne perwerdekirin em di nava xebatan de ne.

* Enstûtiyên herêmê têrî şagirtan dikin an na, pilanên we ji bo vekirina enstûtiyên nû hene yan na?

Ev 3 sal in, ezmûnên refên 9’emîn û 12’emîn li herêmê tên birêvebirin. Bêtirî 5 hezar şagirt ezmûnên xwe derbas kirin û bawername wergirtin. Ji bo ku saziyên navnetewî van bawernameyan qebûl bike, em di nava têklî û xebatan de ne û em li aliyekî din jî îsal 5 peymangeh ên “çandiniyên, tenduristiyê, kompyuter, şano û birêvebirina kar” hatin avakirin. Her wiha ji bo di salên bê de zanîngeh li herêmê bêne vekirin, ev wekî gavên bingehîn in. Di sala bê de jî ji bo em peymangeheke endeziyariyê ve bikin, em di nava xebatan de ne. Her wiha akademiyeke dadgeriyê dê bête vekirin.

* Têkliyên we bi zanîngehên biyanî re di çi astê de ne?

Gelek zanîngehan nûnerên xwe şandine herêmê û bi me re di nava têkliyan de ne û dixwazin zanîngehên taybet ve bikin. Ji bo ku ev zanîngeh destûra vekirina beşekî xwe li herêmê werbigire divê bawernameyên Kantonê qebûl bikin. Her wiha ji bo ku mafên şagirtinan bêne parastin û piştî ku zanîngeh xwend winda nebe, em dixwazin hemû hevdîtinên bi van zanîngehan re di riyên fermî re bêne meşandin û hevpeyman bi wan re bêne îmzekirin.

(aq)

ANHA