1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Her sê partiyên kurd li wir bûn
Her sê partiyên kurd li wir bûn,her,sê,partiyên,kurd,li,wir,bûn

Her sê partiyên kurd li wir bûn

A+ A-

Li Amedê 11 saziyên sivîl û partiyên siyasî ku di nav de TZPKurdî, KCD, BDP, HAK-PAR, KADEP, DOKH, Însiyatifa Dayikên Aştiyê, ÎHD, DYG, KESK, NÇM, xebatkarên Çapemeniya Azad, li qada Deriyê Çiyê civiyan û bi kurdî daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê saziyên sivîl û partiyên siyasî Endamê Desteya Ahengîsaz a TZPKurdî, Adil Qazî daxuyanî xwend. Qazî, anî ziman ku gelê kurd bi hezar sal in, li ser axa Mezopotamyayê dijî û yek ji kevntirîn gel e ku li ser vê axê bûye şahidê avakirina şaristaniyên bêhempa.

Qazî, anî ziman ku gelê kurd xwedî dîrok çand û zimanekî pir dewlemend û bi kok e û wiha got: "Mixabin ji aliyekî zilm û zorî, ji aliyê din ve bişaftin û xwepişaftin û teknolojiya pêşketî, ji çand û zimanê kurdî re bûne melkemot. Çand û zimanê kurdî bi salan e ji aliyê dewletê ve tê qedexekirin. Armanc ji holê rakirina gelê Kurd e. Lewre ku ziman û çanda gelekî ji holê rabe ew gel jî ji holê radibe." Qazî, destnîşan kir ku hikûmet û rayedarên dewletê her tim kurdî zimanê gundiyan û nebaş, tirkî jî zimanê nûjen û baş dide xuyakirin û ev helwest şermezar kir. Qazî, bal kişand ser cezayên li rojnameger û siyasetmedarên kurd tên birîn û wiha pêde çû: "Tekane rojnameya kurdî Azadiya Welat; li Vedat Kurşun 166 sal û 6 meh, li Ozan Kilinç 27 sal û 3 meh, li Emîne Demîr jî 138 sal cezayê gitîgehê hatiye birîn. Parastina siyasetmedarên kurd nehat qebûlkirin. Zimanê ku 40 milyon kurd bi kar tîne, wekî zimanê nayê zanîn derbasî girtekên dadgehan tên kirin." Qazî, bibîrxist ku beriya avakirina komarê gelê kurd û tirk di nava aştî û aramiyê de derbas dikirin, lê piştî avakirina komarê înkar û îmhayê dest pê kir.

KURD ÊDÎ QEBÛL NAKE
Qazî, bibîrxist ku êdî gelê kurd hişyar bûye û tu carî li hemberî înkar, îmha û pişaftinê serî danîne û dê heta dawî têkoşîna parastina nirxên xwe bide. Qazî, da zanîn ku gelê kurd dê her tim li ziman, çand, dîrok û rûmeta xwe xwedi derkeve û biparêze. Qazî bang li hemû gelê kurd kir û xwest di nava yekîtî û tifaqiyê de nirxên xwe biparêzin û lê xwedî derkevin. Qasî her wiha bang li hikûmetê û reyedarên dewletê jî kir û xwest astengiyên li pêşiya wan rakirin û qedexeyan li ser ziman rakin. Qazî ji hikûmetê xwest ku kurdî bi zagonan bê parastin. Qazî, destnîşan kir ku çalakiya wan a kampanya îzyeyan dê heta 21'ê sibatê roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bidome. Qazî, anî ziman ku ew ê daxwaznameyan ji Serokatiya Meclisa Tikiyeyê, YE, NY û Unesco’yê re bişînin.  Di daxuyaniyê de girsê dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" berz kir. Piştî daxuyaniyê standa îmzeyan hate vekirin û girsê îmze avêt standê.

 Kampanya li her derê didome

Kampanyaya îmzeyan a duzimaniyê û perwerdehiya kurdî ku ji aliyê BDP'ê ve hatibû destpêkirin li herêmê her ku diçe geş dibe. Li Çewlîk, Êlih, Riha û Licê daxuyanî hatin dayîn û belavok hatin belavkirin.
ÇEWLÎK: Şaredariya Kanîreşê jî di çarçoveya kampanyaya duzimaniyê de tabelayên xwe yên avahiya xizmetê li gel tirkî navên kurdî jî li tabelayan bi cih kir. Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk, anî ziman ku wan li Kanîreşê destpêka duzimaniyê kirin û dê xebatên xwe yên duzimaniyê bidomînin.  BDP'a Kanîreşê jî  li tabelaya partiyê li gel tirkî kurdî jî nivîsandin.

ÊLIH: BDP'a Qûbînê di çarçoveya biryara BDP'ê ya li herêmê duzîmanî bikarbînin etîketên fêkiyan ên ku bi kurdî û tirkî hatine amadekirin, li esnafên sûkê û bazarê belav kirin. Beriya ku etîketan belav bikin, Serokê BDP'a Qûbînê Îzzettîn Kaya, diyar kir ku wan li ser biryara navendê ya partiya xwe ji bo duzimanî bikeve jiyanê, wan ev etîket amadekirin e. Kaya got ku zimanê zikmakî bingehîn û dîrokî ye.

RIHA: 13 saziyên sivîl û civakî û partiyên siyasî ku KURDÎ-DER, BDP, HAKPAR, KADEP, ÎHD û Egîtîm Sen jî di nav de bûn, di heman çarçoveyê de kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî li avahiya BDP'a Rihayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê saziyan nûnerê KURDÎ-DER'ê Osman Îzgor, daxuyanî xwend û anî ziman ku ji bo astengiyên li pêşiya ziman rabin dê têkoşîna xwe geş bikin.

LICÊ: Li Lîceyê jî di heman armacê esnafên navçeyê ji Şaredariya Licê Fikriye Aytînê ferhengên kurdî xwestin. Şaredariya Licê di çarçoveya kampanyaya duzimanî de esnaf ziyaret kirin. Şaredara Licê Fikriye Aytîn, Serokê BDP'a Licê Sedat Şahînlî û endamên meclisa şaredariyê li esnafan geriyan û etîketên bi kurdî li esnafan belav kirin. DÎHA