Hetîketî,hetîketî

Hetîketî

A+ A-

David Lurieyê navsere û berê du caran zewicî, paşê her du jinên xwe jî berdayî, dema mamostetiya xwe ya di Zankoya Teknîkî ya Cape Towna paytextê Efrîqaya Başûr a di warê helbesta romantîk de, ji nişkê ve dil berdide xwendekareke xwe, ku ev têkiliya wî jiyana wî lê dike jehr, li ser gilîkirina malbata keçikê, David derdixin ber desteyeke jêpirsînê ya zankoyê. David gava ku dil dike li tawana xwe mukir bê, lê napejirîne ku bidî raya giştî radest bibe, dev ji karê xwe berdide û lê dixe diçe çewlika biçûk a keça xwe, Lucyyê.<?xml:namespace prefix = o ns = "urn:schemas-microsoft-com:office:office" />

Her çend di sêrî de bandora keça wî û teqla xwezayî ya çewlikê dike ku jiyana David a ahenga xwe ji dest dayî bi rêk û pêk bibe jî, lê hevkêşeya hêzan a wan deverên dûredest dest pê dike xerab lê tîne. Kesine reşik rojekê tên bi awayekî hovane êrîşî wî û Lucyyê dikin, ev yek jî dihêle ku hemû çewtiyên di peywendiya bavê û keçikê de derkevin mexderê.

J. M. Coetzeeyê ku yek ji mezintirîn romannûsên serdema me ye (xelatgirê Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2003’yan), bi vê çîroka xwe ya pirrtewek a şuxulê bîrtûjiyê ve, bertekên polîtîk ên xef î takekesî yên li gel reşik û spiyên Efrîqaya Başûr, viyana tund a bo goştê mê tîne rojevê, bi zimanê xwe yê lîrîk, xwendevanên xwe hûr hûr dajo nava rehên şahkareke bi navê Hetîketî.     

Hetîketî romanek e, ku ji destkeftiyên wêjeya cîhanê tê hesibandin. Her wiha, ev ‘hetîketî’ dê serî li wergera Kurdî jî bilind bike! Bi wergera bedew a romannûs û wergêr, Yunus Eroğlu.

 

HETÎKETÎ

J. M. Coetzee

ROMAN

 

Wergera ji Îngilîzî:

Yunus Eroğlu

 

13 x 19,5 cm. 250 rûpel

ISBN: 978-605-5683-39-9

Sermawez 2010

 


 

WEŞANXANEYA LÎSÊ

LÎS ÇAP-WEŞAN BAZARGERÎ ORGANÎZASYON RÊBERÎ û ŞÊWIRMENDÎ

 

Taxa Koop. Kuçeya Mamosteyan, Warxana Feray

No: 1/1 Bajarê Nû / Amed

Tel-Fax: +90 412 228 97 76

e-mail: [email protected]


Bêjeyên Miftehî