1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Hewarî dîsa tê weşandin
Hewarî dîsa tê weşandin,hewarî,dîsa,tê,weşandin

Hewarî dîsa tê weşandin

A+ A-

Amed - Weşanên Lîs bi mebesta salvegera 100’mîn a Heciyê Cindî du pirtûkan diweşîne. Lîs romana Heciyê Cindî ya bi navê Hewarî û pirtûka keça wî Firîda Hecî Cewarî ya bi navê ‘Heciyê Cindî Jiyan û Kar’ diweşîne. Lîsê par jî 19 pirtûk wekî Seta Ehmedê Xanî çap kiribû û îsal jî di 300 saliya salvegera jidayikbûna Ehmedê Xanî de hemû berhemên Xanî çap kiribû.

Lîsê niha jî bi destûra keça Heciyê Cindî xanim Firîda Hecî Cewarî dest bi weşandina hemû berhemên wî dike. Bi vê mebestê pêşî romana wî ya giranbiha Hewarî û biyografiya li ser wî ku ji aliyê keça wî ve hatiye nivîsandin, çap dike.

Edîtorê her du berheman Kawa Nemir ji Amîda Kurd re axivî. Kawa got: ‘Ji bo sedemîn jidayikbûna nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenê kurd Heciyê Cindî nêzîkî 3 mehan ligel danûstandinên bi keça Heciyê Cindî hêja Firîda Hecî Cewarî ev herdu berhemên payebilind bi kedeke mezin hatin amadekirin ji bo çapê. Bêguman çapbûn û ronahîdîtina van herdu berheman ji bo têgihîştina girîngiya rola ronesansa kurdên me yên Qafqasan ji aliyê bakur ve gaveke gelekî mezin e. Çapbûna van berheman li bakur bi destûra malbata Heciyê Cindî ya nivîskî ji bo Weşanên Lîsê pêkan bû. Romana Heciyê Cindî Hewarî, ku piştî çapa xwe ya Êrêvanê ya 1967’an a bi krîlî bi 41 salan dê cara pêşîn bi tîpên latînî, bi awayekî rêk û pêk bibe malê kelepûra me ya edebî ya giştî. Her wiha berhema bi navê ‘Heciyê Cindî- Jiyan û Kar’ ya ku ji aliyê Firîda Hecî Cewarî ve hatiye amadekirin ji bo sedemîn jidayikbûna Heciyê Cindî wekî diyarî dê bikaribe qonaxeke kurdan a têrtijî bi agahiyên gelekî balkêş bi kurdên bakur bide naskirin. Ji vê hêlê ve ev berhem gelekî payebilind e û pêdiviya hemû kurdan pê heye.”

Tîpguhêziya romana Hewarî ya ji tîpên krîlî ji bo ser tîpên latînî xanim Perwîn Alîmûradî kiriye.


Bêjeyên Miftehî