1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hikûmet herî zêde pereyan ji bo ewlehiyê vediqetîne
Hikûmet herî zêde pereyan ji bo ewlehiyê vediqetîne,hikûmet,herî,zêde,pereyan,ji,bo,ewlehiyê,vediqetîne

Hikûmet herî zêde pereyan ji bo ewlehiyê vediqetîne

A+ A-

Aborînas Musatafa Sonmez diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dixwaze krîza aborî bi 16 mîlyar dolar pereyê çavkaniya wî nediyar ên ji aliyê cematên derveyî welat ve hate rêkirin derbas bike. Sonmez, anî ziman ku hikûmet herî zêde pereyan ji ewlehiyê re cuda dike.

Qrîza aboriya ya cîhanê ya di sala 2008'an destpêkir û di sala 2010'an de jî berdevam kir. Di dema qrîzê de ABD û welatên YE'yê bandora wê cuda bûn. Li Tirkiyeyê û welatên rojhilatê Ewropayê jî cuha bandor kir. Welatên wekî Tirkiyeyê bi pereyê gerim ê çavkaniya wê nediyar ji qrîzê herî kêm zirarê bibin derbas dikin. Welatên wekî Yunanîstan û Îngîltereyê jî dixwazin bi budçeya hikûmetê derbas bikin. Aborînas Mustafa Sonmez, têkildarî aborî û hevdîtinên budçeyê ji DÎHA'yê re nirxandi kirin. Sonmez, anî ziman ku her çiqas hikûmeta AKP'ê behsa berfirehiya aborî bike di civakê de xizanî zêdebûye. Sonmez, da zanîn ku di dema hikûmeta AKP'ê de herî zêde budçe ji emniyetan re hate veqetandin.

'Sala 2010'an li Ewropayê bû sala kolanê'

Sonmez, destnişan kir ku di sala 2008'an de li cîhan qrîza abor bandor li hembû hikûmeta kir û di vê sala dawî de jî ji bo hikûmet aboriyên xwe sererast bikin wekî sala komkirinê bû. Sonmez, da zanîn ku ABD û YE li hemberî qrizê polîtîkayên pêkhatin bêbandor man. Sonmez, destnîşan kir ku li hemberî qrîzê ABD'ê di sala 2010'an de zêde dolar derxist û YE jî bi çavkaniyê xwe yên aboriyê li hemberî qrîzê rawestiyan û wiha got: "Nêrîna me ya dê sala 2010'an bibe sala kolanan li Ewropayê pêk hat. Bi taybet li Yunanîstan, Îspanya û Portekîzê vê yêkê xwe nîşan da. Herî zêde li wir bandor zêde bû. Îhtîmala li vir derbasî Îtalayayê jî bibe heye. Yanî welatên YE xwestin qrîzê bi çavkaniyên aboriya xwe derbas bikin ji ber vê yêkê li kolanan li hev hatin."

Sonmez, bilêv kir ku li Tirkiyeyê jî di sala 2009'an de ket nav qrîzê û hêdî hêdî di nav vê qrîzê de dest bi derketê kir. Sonmez, daxuyand ku ev yek ji ber plansaziyekî aboriyê ya baş ne ji ber çavkaniyên derveyî welat pêk hat. Sonmez, anî ziman ku di nava 2010'an de derveyî welat pereyên gerim hate Tirkiyeyê û sedam vê yekê jî li Tirkiyeyê faîz gelek kêm in. Sonemz, diyar kir ku şansê hikûmeta AKP'ê yê qrîzê nerim bike hebû ye dema hatin ser kar Tirkiyeyê qrîza kurevî ya 2001'an derbas kiribû ya din jî di nav welat de li hemberî civakekî bêparastin hat.

'Çiqas bêjin qriz derbasbû di nav civakê de qrîz didome'

Sonmez, anî ziman ku her çiqas hikûmeta AKP'ê bêje rewşa aboriyê baş e lê ev yek bayînde nîn e. Sonmez, bilêv kir ku her çiqas aboriya sala 2010'an wekî xwe baş nişan bide jî lê disa jî bêtalî zêdeye û pereyê karker digirin li gorî enflasyonê ji sedî 10 kêmbûye.

'16 mîlyar dolarê çavkaniya wî ne diyar ji ku derê hat'

Sonmez, destnişan kir ku riya hikûmet qrîzê derbas bike ya din jî di sala 2009'an de 16 mîlyar dolarê çavkaniya wî nedariyar tevlî aboriya welat hate kirin. Sonmez, da zanîn ku dibe ev pere derveyî welat bi riya cemat û rêxistinên Îslamî hatibe komkirin û wiha axivî: "Çavkaniya vî pereyê bi riyekê radestê hikûmeta AKP'ê hate kirin û tevlî Tirkiyeyê bû. Gelo ev pere ji banqayekê deyn hate girtin? Na. Lê çavkaniya wê ne diyar e. Ji xwe vê yêkê jî qriz nerim kir. Lê ji bo qrîzê derbas bikin ev yekê tena serê xwe têrê nake. Lê li aliyê de hewcehiya wan bi pereyê gerim heye."

'Çavkaniya ji polîsan re tê veqetandin gelek e'

Sonmez, bal kişand ser pereyê ji bo parastinê tê veqetandin û wiha got: "Ev yek ji hemû qadên din zêdetir e. Di salên dawî budçeya ji emniyetê re tê veqetandin gelek zêdebûye.

'Sala 2011'an dê tansiyona wê bilind be'

Sonmez, da zanîn ku sala 2011'an dê bibe salekî tansiyona wê bilind û her wiha dê di navbera Çîn, Hîndîstan Koreya Başûr û welatên ABD û YE'yê têkoşîn zêde bibe.

DÎHA (ft/mae)