1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Hunko: Divê hikumet Ocalan muxatap bigire
Hunko: Divê hikumet Ocalan muxatap bigire,hunko,divê,hikumet,ocalan,muxatap,bigire

Hunko: Divê hikumet Ocalan muxatap bigire

A+ A-

Endamê Konseya Yekîtiya Ewropayê Andrej Hunko ku ji bo şopandina doza siyasetmedarên kurd hatiye Amedê, diyar kir ku divê hikumeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan muxatap bigire û wiha got, "Di çareserkirina pirsgirêka kurd de Ocalan aktorekî girîng e."

Endamê Konseya Yekîtiya Ewropayê Andrej Hunko û endamê Partiya Çep a Swêd Naîle Aras, ku ji bo şopandina doza siyasetmedarên kurd hatin Amedê. Hunko diyar kir ku darizandina siyasetmedarên kurd a girtî, darbeya herî mezin a li dijî demokrasiyê ye û wiha domand, "Erdogan bi durutî tevdigere. Erdogan dema ku tê Ewropayê dibêje kurdî serbest e lê tiştên ku em li vir dibînin berovajî vê yekê ye. Tu tiştek qasî ku mirov parastina bi zimanê xwe bike ne xwezayî ye. Dema ku min li ser mijarê ji parlamenterekî Yekîtiya Ewropayê re axivîm ji min re got 'Mafê parastina zimanê zikmakî ya mirovan mafê herî xwezayî ye. Heger ku rewşeke wiha hebe ev skandal e' mixabin li Ewropayê ev rewşa li Tirkiyeyê tu kes nizan e."

Doza li dijî demokrasiyê darbeyeke Hunko, got ku ew wateyê nade ku şaredar û rêveberên partiyê tên girtin û wiha domand; "Ev rewşa li Tirkiyeyê tê jiyîn li dijî demokrasiyê derbeyeke. Heger ku ji parlamenterên Ewropayî re hûn vê dozê bipirsin dê bersiva 'Ev doz nayê qebulkirin' bidin we." Ocalan di çareserkirina pirsgirêka kurd aktorekî girîng e Hunko li ser projeya Xweseriya Demokratîk axivî û got ku model welat parçe nake dê demokratîk bike. Hunko, da zanîn ku divê hikumet Ocalan muxatap bigire û wiha domand; "Di çareserkirina pirsgirêka kurd de Ocalan aktorekî girîng e. Li cîhanê kesên ku terorîst hatine binavkirin li hin welatan bûn serokdewlet. Wekî Rêberê Afrîqaya Başûr Mandella. Wi xelata Nobelê ya aştiyê wergirt. Di difikirim ku li Tirkiyeyê Ocalan jî rewşeke wisa de ye." Aras: Doz dê qedera Tirkiyeyêya nêzî aşkera bike Endamê Partiya Çep a Swêdê Naîle Aras, jî balkişand ser dozê û diyar kir ku tu bingehên hiquqî yên dozê tune ne û tê armancakirin ku serkeftina BDP'ê binpê bikin. Aras, da zanîn ku doza KCK'ê dê qedera Tirkiyeyê ya nêzî aşkera bike. Aras, bi bîrxist ku li Tirkiyeyê hiquqe serbixwe nîne û wiha domand: "Ev doza feraseta AKP'ê ya demokrasiyê nîşan dide. Ya dê van mirovan berdin û dilê kurdan xweş bikin an jî dê ev weleta serobin bibe. Ji bilî vê riyê tu riyên din tune ne."

DÎHA (ay/lg)