1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Japon Asansora Fezayê Çêdikin
Japon Asansora Fezayê Çêdikin,japon,asansora,fezayê,çêdikin

Japon Asansora Fezayê Çêdikin

A+ A-

Fîrmayeke Japon a avasaziyê, avahiyek bi boriyên 96 hezar kîlometir armanc dike. Bi vî rengî asansorek ku pê biçin fezayê dê were çêkirin. Li gor fîrmayê di 40 salî de dikare biqede. Dema biqede dê 30 kes di asansorekê de bikaribin bi hev re biçin fezayê.

Şîrketeke Japonî diyar kir ku dixwazin asansorekê çêkin ku bi hezaran kîlometir bilind bibe. Şîrketa bi navê Obayashi, bi boriyên 96 hezar kîlometir dirêj dixwaze avahiyekê ava bike, ku di 40 salî de dikare biqede. Di asansora vê avahiyê de, dê 30 kes bikaribin bi hev re biçin fezayê. Asansor dê di saetekê de 200 kîlometir biçe. Di heftiyekê de dê rêwî bigihîjin platformekê. Ev qad dê 36 hezar kîlometir bilind be û dê hotelek lê hebe. Rêwî dê ji wir ve li cîhanê binihêrin. Ji wir û pê ve tenê zanist dê bikaribin hilkişin û biçin dawiyê.

Li gor pisporên şîrketa Obayashi, wekî projeyeke teknîk ev tişt pêkan e. Dikare çêbibe. Lê nayê zanîn dê lêçûna wê çi be û dê kabloyek çawa bikaribe asansorê heta jor bibe. Dê asansorek bi vî rengî li ser erda ku çê bibe, ne belî ye. Her wisa nayê zanîn ku dê kî razemeniyê li karekî wiha bike.

Pirseke din a ku bersiva wan nayê zanîn jî ew e, ku dê kî bikaribin rêwîtiyeke wiha bikin.

Fîrmaya Japonî ya bi navê Obayashi li dinyayê bi karên navdar tê zanîn. Li paytexta Avustralya Sydney "Stadyûma Avustralya" çêkir, li Dubay^konstroksiyona avasaziya metroyê kir. Li Japonya jî îsal avahiyek 634 metro bilind bi navê "Tokio Syy Tree" çêkir.