1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Ji Ber Cejnê Serdana Goristanan
Ji Ber Cejnê Serdana Goristanan,ji,ber,cejnê,serdana,goristanan

Ji Ber Cejnê Serdana Goristanan

 Li Heremê bi hezaran kesên navde malbatên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, endamên MEYADER'ê, rêbeber û serokên rêxistinên BDP'ê, şaredarên BDP'î, endamên meclîsên şaredarî û giştî yên bajar, bi minaseteba Cejna Qurbanê ber bi goristanan ve herikîn.

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Heremê bi hezaran kesên navde malbatên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, endamên MEYADER'ê, rêbeber û serokên rêxistinên BDP'ê, şaredarên BDP'î, endamên meclîsên şaredarî û giştî yên bajar, bi minaseteba Cejna Qurbanê ber bi goristanan ve herikîn.

AMED

Li Amedê ji bo serdana goristanan 2 kom hatin pêkanîn. Komên di nav de malbatên endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şeraderiyê, nûnerên MEYADER û TUHADDER'ê çûn serdaga gorên endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane û li Goristanên Şehîdlîk û Deriyê Çiyê hatine definkirin. Her wiha di serdanan de gorên ji pêşengên PKK'ê Alî Çîçek ê di dema 12'ê îlonê de di rojiya mirinê ya li Girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dabû, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê Ridvan Kizgin ku çend meh beriya niha jiyana xwe ji dest dabû, siyasetmedarên kurd Husnu Abay û Cîhan Denîz ê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane. Di serdanê de kurnefîl danîn ser goristanan.

Di vê navberê de bi heman armancê goristanên endamên PKK'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û li navçeyên Amedê yên wekî Erxenî, Pîran, Farqîn û Bismilê hatine definkirin jî ji aliyê bi hezaran kesên, di nav de rêveberên BDP'ê û malbatan wan heyî ve hate ziyaretkirin.

DÊRSÎM

Li Dêrsîmê jî bi heman mebestê gelek kesên di nav de Parlamenterê BDP'ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Halîs, rêveberên Rêxistina BDP'ê ya Bajar, endamên MEYA-DER û DAKAD'ê ji heyî çûn serdana gorên endamên PKK'ê. Ji ber ku hin dayîkan li ser goran lorandin û qurnefîl danîn, demên hestewar hatin jiyîn.

Her wiha li Navçeya Depê jî endamên BDP'ê û gelek kes çûn serdana goristana ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan ê di 21'ê adara 1981'an de bi boneya şermezarkirina pêkutiyan di Girtîgeha Amedê de bedena xwe dabû ber agir. Kesên hatine serdanê qurnefîl danîn ser gora Dogan û behsa têkoşîna wî kirin.

SÊRT

Bi sedan kes li Sêrtê hatin cem hev û çûn serdana goristana kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Cîgirê Şaredarê Alî Kayar, rêveberên BDP'ê, endamên MEYADER'ê û malbatên endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane, di dema serdanê de gul danîn ser goristanên li Goristana Zaviyeyê.

MÊRDÎN

Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê malbatên kesên jiyana xwe di encama pevçûnan ji dest dane, rêveberên BDP'ê, Şaredara Dêrikê Çaglar Demîrel û gelek kes çûn serdana gorên li goristanên Şêx Hesen, Xidira û Kalîko, yên aydê kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Di serdanê de axaftin hatin kirin û gul danîn ser goran.

Li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin. Gelek kesên di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Suleyman Çîftçî, Cîgirê Şaredarê Nisêbînê Selîm Akinci, endamên MEYADER'ê û malbat jî heyî bi slogana "Şehîd namirin" ber bi Goristana Şehîdan ve meşîyan. Girseya ku gihişt goristanê piştî rêz girtinê dua xwendin û gul danîn ser goristanên endamên PKK'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.

RIHA

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî goristan hatin ziyaretkirin. Bi sedan kesên li gel malbatên endamên PKK'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, Şaredarê Serêkaniyê Îsmaîl Arslan, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên BDP'ê û MEYADER'ê jî di nav de çûn serdana gorên endamên PKK'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Di serdanê de dua hatin xwendin û gul danîn ser goristanan.

ŞIRNEX

Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî gelek kes çûn serdana goristanan. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Esat Malkuç, Cîgirê Şaredar Mehmet Saçi, rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şeredariyê, Kurdî-Der û Cuder-NÇM û gelek kesên din pêşiyê çûn serdana Siyasetmedarê kurd Orhan Dogan û piştre jî çûn serdana goristanên endamên PKK'ê yên di pevçunan de jiyana xwe ji dest dane, yên gorên wan li Goristana Asrî.

BEDLÎS

Li navçeyên Tetwan û Norşên yên Bedlîsê jî bi minasebeta Cejna Qurbanê goristan hatin ziyaretkirin. Cîgirê Şaredarê Tetwaanê Vahdettîn Alptekîn, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Tetwanê Hayrettîn Çaçan malbatêna kesên ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane çûn serdana goristinan. Di serdanên Navçeya Norşênê de jî gelek kes çûn ser goristanên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane û piştî duan, gul danîn ser gorên wan.

(lg)