1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Ji ber tîpa "X" dixwazinKomeleya Çand û Hunera Bedîrxan bigirin
Ji ber tîpa "X" dixwazinKomeleya Çand û Hunera Bedîrxan bigirin,ji,ber,tîpa,x,dixwazinkomeleya,çand,û,hunera,bedîrxan,bigirin

Ji ber tîpa "X" dixwazinKomeleya Çand û Hunera Bedîrxan bigirin

A+ A-

Di dema ku li Tirkiyeyê nîqaşên têkildarî "Jiyana bi 2 zimanan" didomin de astengiyên li hemberî kurdî jî dom dikin. Komeleya Çand-Huner û Dîrokê ya Mîr Celadet Bedirxan a beriya 6 mehan li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê hate avakirin, ji ber tîpa "X" bi hinceta xala 31'emîn a Qanûna Komeleyên hejmar 5253'yan ve tê xwestin bên girtin. Ji parêzerên Komeleya Cand-Huner û Dîrokê ya Mîr Celadet Bedirxan Şiyar Ozalp, diyar kir ku ji bo di mijarê dîrok, çand û zimanê kurdî de xebatên xwe bikin û waneyên van mijaran bidin komele avakirine û wiha got: "Beriya 2 salan hikûmet bi soza dê derbarê pirsgirêka kurd de gavan bavêje derket holê û gelek gavên riyalî avêtin. Lê derket holê ku tiştekî wiha nîne û yek gotin jî di jiyanê de pêk nehatine."

'Ji bo guhertina tîpa 'X' ji Wezareta Hindir nivîs hat'

Ozalp, anî ziman ku Komeleya Çand-Huner û Dîrokê ya Mîr Celadet Bedirxan beriya 6 mehan avakirine û wiha axivî: "Di kurdî de navê Bedirxan bi tîpa X tê ziman. Ji Wezareta Karên Hundir nivîsek ji me re hat. Lazime tîpa X a di navê komeleyê de bê guhertin û di tirkî de tîpek wiha nîne û heger ev yek neyê guhertin, komele dê rastî girtinê bê ." Ozalp, diyar kir ku ev rewşa derbarê komeleyê de çûye cem dozger jî, derbarê girtina komeleyê doz venebûye lê eger di nava komeleyê de guhertinê nekin dê doza girtinê bê vekirin.

'Hikûmet dixwaze kurdî bixe bin destê xwe'

Ozalp, anî ziman ku hikûmetê bi destê we TRT 6 vekiriye û hemû karekterên kurdî him bi nivîskî û him jî bi gotinê tê bi kar anîn û wiha axivî: "Ev rewşek paradoks e. Hikûmet dixwaze kurdî bixe bin destê xwe." Ozalp, da zanîn ku li gorî kanûna komeleyan li ser beyanê kome damezrandine û wiha dirêjayî da axaftina xw: "Têkildarî komeleyê me serî li cihên pêwîst dabû. Piştî 60 rojan di nava lênûska maleyan de komeleya me hate qeytkirinr. Bêyî ev 60 roj tijî bibe ji Wezareta Karên Hundir nivîs hat. Eger rîayetî vê nivîsê neyê kirin, dibe derbarê komeleyê de biryara girtinê bêdayîn. Niha rewş di dozgeriyê ye. Dibe di derbarê komeleya me de doza girtinê bê vekirin."

'Em navê malbata Bedirxanî naguherin'

Ozalp, anî ziman ku tîpa "X" naguherînin û wiha dom kir: "Em komeleyek çand, huner û dîrokê ne. Mîr Celadet Bedirxan di nava çand, dîrok û siyaseta kurd de kesekî xwedî bandor e. Em navê malbata Bedirxan naguherînin."

'Hikûmet neçar e di mijara pirsgirêka kurd cidî û rast tevbigere'

Ozalap, diyar kir ku derbarê komeleya wan de eger biryara girtinê bêdayîn dê bi navên cuda komeleyekê din vekin û di vê mijarê de dê diberxwede bidin û wiha got: "Ev bûyer nîşan dide ku Komara Tirkiyeyê di warê demokrasiyê de hîna rêya divê biçe heye. Eger Tirkiyeye dixwaze ji vê rewşa paşketî rizgar bibe lazime pirsgirêka kurd a ev 100-150 sal in didome çareser bike, cidî û rast tevbigere."

DÎHA (gla/mae)