1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo silava bi kurdî 6 meh ceza
Ji bo silava bi kurdî 6 meh ceza,ji,bo,silava,bi,kurdî,meh,ceza

Ji bo silava bi kurdî 6 meh ceza

A+ A-

Li aliyekî hikûmet dibêje, "Me astengiyên li hemberî kurdî rakirin" propagandayê dike û biryarên "Ji bilî tirkî tu zimanên din nayên qebûlkirin" digirin, li aliyê din jî ji ber ku siyasetmedarên kurd "Kurdî axivîne" cezayan digirin. Herî dawî Alîkarê Serokê BDP'ê Tuncer Bakirhan û Rêveberê Rêxistina BDP'ê ya Konyayê Bahattîn Yildiz ji ber ku di Newroza Konyayê de bi kurdî axivîne rastî 6 meh cezayên girtîgehê hatin.

Li gel gotinên hikûmetê yên "Me astengiyên li pêşiya kurdî rakirin" zext û zordariyên li ser kurdî didomin. Li aliyekî kurdî di girtekên dadgehan de wekî "zimanê neyê zanîn" tê dîtin li aliyê din nîqaşên "du zimanî" dê "welat perçe bikin" rastî bertekan tê û ceza tên dayîn.

Qedexeya kurdî didome

Hikûmeta AKP'ê di 9'ê nîsana 2010'an de di Zagona Hilbijartinê ya "Partiyên siyasî ji bilî tirkî bi tu zimanên din propagandayê nakin" guherî kir "Zimanê tirkî ji bo propagandeyê esas e", ev yek bû sedema êdî bi kurdî propagande serbest e. Lê dîsa li gel propagandeya kurdî serbeste Alîkarê Serokê BDP'ê Tuncer Bakirhan û Rêveberê Rêxistina BDP'ê ya Konyayê Bahattîn Yildiz ji ber ku di Newroza 2010'an a Konyayê gel bi kurdî slav kirin ceza hate birîn. Doza li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê tê dîtin Seroka Rêxistina BDP'ê ya Konyayê Aynur Cengîz, Şaredarê Golyaziyê Molla Şîmşek û rêveberên bajar û komîteya amadekar ji ber ku kurdî axivîne tên darizandin.

Kesên 3 hezar TL hebûn dikarin kurdî biaxivin

Dozgeriyê di mutalaya xwe de di der heqê Seroka Rêxistina BDP'ê ya Konyayê Aynur Cengîz û rêveberan de ji ber ku Newroz amadekar kirine li hemberî zagona meş û çalakiyan a hejmara 2911'an muxalefet kirine û di der heqê Bakirhan û Yildiz de jî "Kurdî axivîne madeyê 117'an binpêkirine" xwastin bên cezakirin. Dadgehê jî li gorî dozgeriyê biryar da ji ber ku "ji bilî tirkî axivîne" sûc kirine. Di heman dozê de Molla Şîmşek bi kurdî naaxiviye û berat bû. Dadgehê 6 meh cezayê girtîgehê da Bakirhan û Yildiz pişt re ev ceza vegerande 3 hezar TL. Cezayê dane Aynur Cengîz û rêveberan jî vegerandin 3 hezar TL.

(ft/mae)


Bêjeyên Miftehî