1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Ji bo xweseriya demokratîk tu astengên sererastkirina zagonî tune ne'
'Ji bo xweseriya demokratîk tu astengên sererastkirina zagonî tune ne',ji,bo,xweseriya,demokratîk,tu,astengên,sererastkirina,zagonî,tune,ne

'Ji bo xweseriya demokratîk tu astengên sererastkirina zagonî tune ne'

A+ A-

Hîndekarê Zanîngeha Bîlkentê û Hiqûqnasê Makeqanûnê Prof. Bjk. Ergun Ozbudun da zanîn ku ji bo xweseriya demokratîk tu astengên sererastkirina zagonî tune ye. Ozbudun, diyar kir ku di encama nîqaşên civaka kurd û tirk a projeyê de noqteyên hevkar dê derkeve holê û ji bo serarestkirina zagonî tu asteng nabînin.

Hîndekarê Zanîngeha Bîlkentê û Hiqûqnasê Makeqanûnê Prof. Bjk. Ergun Ozbudun ku demekê serkêşê amadekiriya makezagonê ku ji hêla AKP'ê ve hate kirin, bû da zanîn ku nirxandinên li ser "Xweseriya Demokratîk" tê kirin neheqîne ji bo çareseriyê divê bi baldarî ser bê sekinandin. Ozbudun, diyar kir ku pêşnûmeya ku derketiye holê aliyên maqul û bêne qebûlkirin hene. Ozbudun, daxûyaniyên hikumetê yên li ser pêşnûmeyê rexne kir û diyar kir ku divê ji nîqaşên reş û spî wêdetirê bi aqîline bêne kirin. Ozbudun, diyar kir ku di encama nîqaşên civaka kurd û tirk a li ser projeyê de noqteyên hevkar dê derkeve holê û wiha axivî; "Divê çareseriye navberî bê afirandin. Bi mantiqekî an heye an tune ye nîqaş nayên kirin. Di encama pêvajoyekî aqîlane çareseriyeke maquk dê derkeve holê."

'Pêşniyara berfirehkirina rayeyên rêveberiyên heremî di cih de ye'

Ozbudun, ku nêrînên xwê yên têkildarî naveroka projeyê anî ziman, diyar kir pêşniyara berfirehkirina rayeyên rêveberiyên heremî di cih de yeû wiha axivî: "Mijara berfirehkirina rayeyên rêveberiyên heremî ji ev demek dirêj e tê nîqaşkirin. Dibe ku naverok û nav pîştî nîqaşan bê çareserkirin." Ozbudun, bi lêv kir ku pêşiya xweseriya demokratîk tu astengên makeqanûnî tune û wiha got: "Piştî nîqaşên berfireh, ji bo kurd û tirkan dê li ser hin esasên hevpar guhertinên makeqanûnî pêkbên. Ez ne ev qas ditxerab nînim. Ez di wê baweriyê de me ku dê li di pêşerojê de çareserî pêk bê."

'Şaredarî dikarin kurdî xizmet bidin'

Ozbudun, nîqaşên di demên dawî de li ser "Duzimaniyê" jî tên kirin, nirxand û got ku dibe kurdî nebe zimanê fermî, lê dibe ku di nava jiyanê de bê bikaranîn. Ozbudun, destnîşan kir ku şaredarî dikarin ji gel re bi kurdî xizmet bibin û wekî mînak jî şaredariyên li Îtaliyayê nîşan da.

DÎHA (lg/ay/mae)