1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Ji bo Zeynep Celaliyan meşiyan
Ji bo Zeynep Celaliyan meşiyan,ji,bo,zeynep,celaliyan,meşiyan

Ji bo Zeynep Celaliyan meşiyan

A+ A-

Jinên endamên DOKH'ê bi boneya çanda tacîz û tecawizê û her wiha cezayê îdama jina kurd Zeynep Celaliyan şermezar bikin meşek girseyî li dar xistin. Jinan ji parazvanen mafên mirovan xwestin ku li Celaliyan xwedî derkevin.

Meclîsa Jinan a Bajarê Amedê, di çarçoveya "Em civaka azad û demokratîk ava bikin, çanda tecawizê ji holê rakin" dê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê kom bûn û meşek girseyî pêk anîn. Bi sedan jinên li ber Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê li hev kom bûn, ber bi Deriyê Çiyê ve dest bi meşê kirin. Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Endama Meclîsa BDP'ê Nursel Aydogan, Şaredara Rezan Yuksel Baran jî di meşê de amade bûn. Jinan di meşê de pankarta "Em civaka azad û demokratîk ava bikin, çanda tecawizê ji holê rakin", "Jinên ciwan ku têkoşîna azadiyê bilind dikin, dê çanda tecawizê perçe bikin." "Ziman Beden e Çand beden e Erdnigari Beden e Dest Nede Bedena min" vekirin. Jinan her wiha wêneyê Zeynep Celeliyan jî vekir û dowîzên "Jin, Jiyan Azadî, Ji çanda tecawizê re na" û "Ji komkujiya çanrî re na", "Jin jiyane azadi" rakirin. Komê bê navber dirûşmeyên "Rêça me rêça Beritan e, rêberê me Ocalan" û "Bi can bi xwîn em bi terene ey serok" berz kirin. Meşê heta Deriyê çiyê berdewam kir û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Panayir Çelîk bi kurdî daxuyanî xwend.

'Em rê li pêş kuştinên jinan bigrin'

Çelîk, bal kişand ser çanda tecawiz û kuştina jinan û wiha got: "Li ser navê çanda zext û zordariyê tecawiza çandî sîyasî, ekolojîk civakî û erdnîgarî pêk tînin. Ev êrîşên li dijî çanda kurdan û zayenda jinan li dijî nasnameyê ye. Piştî DOKH'ê ev kampanya da destpêkirin, li Sêrtê û gelek cihên din bûyerên skantal ên tecawizê pêk hatin." Çelîk, da zanîn ku hêzên serdest dixwazin di qada çandî, aborî, civakî û siyasî de vê çandê serdest bikin û bi civakê wekî geşedanên asayî bidin qebûl kirin. Çelîk, da zanîn ku bi taybetî êrîş û tacîz zêdetir li dijî jinên têkoşêr û pêk tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êdî em naxwazin dewlet li ser navê ol, jin bên kuştin. Îran li ser navê rejîma olî cezayê îdamê daye jina kurd Zeynep Celaliyan. Em daxwazin kesekî din bên cezakirin. Ji bo cezayê ji ser Celaliyan rabe û êdî jinek din neyê kuştin divê hemû parazvanên mafên mirovan têkevin nava tevgerê."

DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî