1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Ji Desteya Enerjiyê porjeyên stratîjîk
Ji Desteya Enerjiyê porjeyên stratîjîk,ji,desteya,enerjiyê,porjeyên,stratîjîk

Ji Desteya Enerjiyê porjeyên stratîjîk

A+ A-

AHÎN BEREKAT

GIRKÊ LEGÊ – Serokê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Silêman Xelef diyar kir ku ji bo pêkanîna du projeyên stratîjîk di sala 2015’an de ew di nava lêkolînan de ne. Xelef got ku yek ji van projeyan parzongeheke petrolê ye û dê rojane 50 hezar bermîlên petrolê li gorî pîvanên herî baş derbixîne û dê pêdiviya tevahî herêmê ji sotemeniyê peyda bike. Projeya duyemîn jî navendeke ceyranê ku ji beşan pêk tê û dê 10 MW derdixe û dê li bajarên bi çûk bêne bi cihkirin.

Derbarê kar û xebatên Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û projeyên ku dê îsal pêk bîne de, nûçegihana ANHA’yê serdana Navenda Desteyê ya li bajaroka Rimêlanê kir û hevpeyvînek bi Serokê Desteyê re pêk anî.

* Derfet û mercên ku desteyê karên xwe pê destpêkirine di hemû beşan de çi ne?

Destpêkê em serkeftinên hêzên YPG’ê û YPJ’ê li kantona Kobanê li gelê xwe pîroz dikin. Ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kantona Cizîrê ve, di 21’ê çileya 2014’an de, Desteya Enerjiyê ya girêdayî Meclîsa Rêveber hate avakirin. Di 3 mehên destpêkê de di aliyê amadekirina Navenda Desteyê û buroyên girêdayî wê em rastî gelek astengiyan hatin. Ji ber ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava û Rojhilata Navîn sîstemeke nû ye, me serdana cih, navend û saziyên petrolê yên herêmê kirin û me ji kadro û endeziyarên pîşeyî re armanca avakirina vê Rêveberiyê şîrove kir. her wiha me serdana fabrîkeya tekane ya gaz li herêmê, navendên ava vexwerinê û navendên ceyranê yên hemû bajar û bajarokên herêmê kir û me rewşa kar û pirsgirêkên rastî wan tên şopandin.

Me rewşa hemû navendên enerjiyê yên herêmê nas kir û me rêziknameya Desteyê û sê qanûnên sereke danîn. Hersê qanûn jî ev in:

1- Qanûna razemeniya şîrketên sotemenî û petrolê

2- Qanûna razemeniya şîrketên peydakirina enerjiyê

3- Qanûna birêxistinkirina projeyên pîşeyî yên herêmê.

Her wiha hersê qanûn ji aliyê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê hatin erêkirin. Piştî ku ev qanûn hatin erêkirin kar û xebata me bi awayekî pratîk li ser erdê di hemû aliyan de dest pê kir.

* Ev 4 sal in ceyran li ser herêmê hatiye birrîn. Desteya we çawa ev pirsgirêk girt destên xwe?

Pirsgirêka sereke ya herêmê ceyran e. Sedema vê pirsgirêkê jî dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê ji navendên ceyranê yên bajarên Dêra Zorê û Reqqayê ye. Herêma Cizîrê beriya aloziya Sûriyeyê piraniya ceyrana xwe ji navendên ceyarên yên bajarên Dêra Zorê û Reqqayê werdigirt. Ji herdu bajaran nêzî 500 MW di saetê de werdigirt her wiha 100 MW ji Navenda Ceyaranê ya Siwêdiyê werdigirt. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re çeteyan êrîşî herêmê kirin û hemû kabloyên ceyranê yên tên herêmê birrîn. Niha herêmê tenê 100 MW ji navenda Siwêdiyê werdigire. Ji ber vê yekê aloziya peydakirina ceyarên li herêmê gelekî zêde bû.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me komîteyên şêwermendiyê ji endeziyarên herêmê ava kirin û hin pirsgirêkên hatin çareserkirin. Me biryar girt ku em ceyrana herêm, cih û saziyên stratîjîk wekî navendên ava vexwarinê, firne, ambarên genim û nexweşxaneya peyda bikin. Bi vê yekê me pirsgirêkên cihên stratîjîk çareser kir.

Me her wiha dest bi projeyên bi çûk kirin û rewşa bajaran lêkolîn kir. Di encamê de diyar bû ku bajarê Dirbêsiyê herî zêde ziyan dîtiye û ceyrana navenda Siwêdiyê nedigihîşt wê. Ji ber vê yekê me porjeyek bi buhaya 450 milyon lîreyên Sûriyeyê pêk anî. Me sê ceneretonên mezin (Transformers) yên ceyranê peyda kirin û rojane 12 saet ceyran peyda dikin.

Li aliyekî din hin ceneretorên din hatin peydakirin û me dixwest em li bajarên Til Temir û Amûdê bi cih bikin, lê di havîna borî de ji ber tevliheviya toreya ceyranê li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo û gundê Hîmo yê bi ser bajêr ve ceyran hat birrîn û welatî bê av man. Ji ber vê yekê em neçar man ku van transformersên ceyarên li navenda avê siwar bikin.

Her wiha ji bodçeya Desteyê me xeteke nû ji navenda Siwêdiyê bir navenda avê ya bendava El-Sefan ji bo ku ava bajarên Dêrikê û heta Qamişlo were peydakirin û têra welatiyan bike.

Di va dema borî de bi hevkariya Desteya Darayî ya Kantonê me gelek toreyên ceyranê sererastkirin. Her wiha me buroyên Desteya Enerjiyê li bajarên Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê û bajarokên Çilaxa û Tilkoçer vekirin û mehane 500 lîreyên Sûriyeyê ji welatiyan hatin wergirtin û li lêçûnên sererastkirina toreyan hatin xerckirin.

* Di aliyê petrokîmawî û pîşeyî (senaî) de we çi pêk anî û Desteya we rastî çi astengiyan hat?

Piştî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin Desteya Enerjiyê dest bi naskirina rewşa petrol û gazê kir. Desteyê derbarê mijarê de komîteyên pispor, şêwermendiyê û meclîseke rêveber ku ji komeke endeziyarên pispor pêk tê ava kirin. Hemû komîte heftane raqorên xwe pêşkêşî Desteyê dikin. Niha hejmareke baş ji bîrên petrolê û parzûngehên sotemeniyê tên bikaranîn. Her wiha ji bo fabrîkeya gazê ku ev bêtirî du salan e hatiye rawestaniya ye, kar û xebat tên meşandin. Bi xebitandina bîrên petrolê gaz jî di van çar mehên borî de hate peydakirin û li hemû gund û bajarên herêmê hatin belavkirin.

Di aliyê sotemeniyê de mazot û benzînê bi riya parzûngehên herêmê tên peydakirin û ji sedî 80 têra herêm dike. Cureya mazot baş e, lê benzîn du cureyên wê hene yek ji wan baş e. her wiha ji bo peydakirina madeyên petrokîmawî jî em di nava kar û xebatan de ne. derbarê buhaya herdu madeyên mazot û benzînê de jî gelekî baş in û ev yek bi armanca piştgiriya welatiyan di çandiniyê, bazirganî û pîşeyîyê de ye.

Di aliyê senaî de Desteyê li gorî qanûna /3/ ya birêxistinkirina projeyên pîşeyî yên herêmê tevdigere. Ev qanûn ji aliyê desteyê ve hate derxistin û ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hate erêkirin. Li ser vê yekê em bang li hemû pîşesazan dikin serdana navenda Desteyê bikin û projeyên xwe pêşkêş bikin da ku destûra projeyên wan bêne dayîn û sûd ji hevkariya Desteyê werbigirin.

* Gelo projeya ceneretonên mezin (Transformers) ên bajarê Dirbêsiyê serkeftî bûn û projeyên bi vî rengî li bajarên din hene yan na?

Me pirsgirêka ceyranê li bajarê Dirbêsiyê çareser kir. Ji ber vê yekê me amadekirina du projeyên din ji bo bajarên Til Temirê û Amûdê ji Başûrê Kurdistanê xwestine. Dema ev ceneretorên gihîştin Rojava em ê tavilê projeyan pêk bînin. Derbarê ceyrana bajarê Serêkaniyê jî em ê ji navenda Siwêdiyê ceyranê jêre bikşînin.

* Projeya sîgortoyên 10 ampêran gihîşt ku derê û armanca dihat xwestin pêk hat an na?

Armanc ji porjeya sîgortoyên 10 ampêran ew e ku ceyran bi baldarî bête xerckirin û bi awayekî wek hev li welatiyan bête belavkirin. Bi vê yekê saetê peydakirina ceyranê jî dê zêde bibin. Wekî tê zanîn ceyrana herêmê 100 MW e. Ji ber ku gelek welatiyan xetên ceyranê bi dizî kişandine, ev hêza ceyranê têra herêmê nake. Ji ber vê yekê me projeya sîgortoyên 10 ampêran wekî tecrûbeyekê li bajarê Girkê Legê dest pê kir. Diviyabû ji destpêka îsal ve rojane 16 saetên ceyranê li welatiyan bihatina belavkirin lê ji ber pirsgirêkên di burcên ceyranê yên navenda Siwêdiyê de derketine û bîrên petrolê rawestiyan e, pêkanîna projeyê dereng ma. Li aliyekî din di wê demê de welatî li gorî 10 ampêran neçûn û gelek welatiyan sîgortoyên xwe guhertin û ji ber vê yekê ji 6 MW tenê nîv MW hate peydakirin.

Niha jî fabrîkeya gazê ji nû ve tê xebitandin û miqdara gazê jî hatiye zêdekirin. Li ser vê yekê dê hêza ceyranê jî zêde bibe û em ê hemû sîgortoyên hatine guhetin rabikin û projeya 16 saet ceyran rojane pêk bînin.

* Welatiyên herêmê ji ber belavbûna parzûngehên bi destan nerazîbûnên xwe tînin ziman. Nêrîna we derbarê vê mijarê de çi ye û ji bo çareseriyê we çi kir?

Bi rastî belavbûna parzûngehên bi destan hatine çêkirin û tên xebitandin pirsgirêkeke mezin e, ev parzûn di dema ku çete li van deveran bûn hatin belavkirin. Lê piştî ku evan deveran ji aliyê hêzên YPG’ê ve ji çeteyan hatin paqijkirin, mijara parzûngehan derket holê. ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em bi Desteya Ekolojîk û xwediyên van parzûngehan re civiyan û me li hev kir ku evan parzûngehan ji deverên niştecîbûna welatiyan bêne dûrxistin. Her wiha li şûna şewitandina bi Fiyol dê ceyranê bikar bînin.

Ev tedbîrên hatine girtin jî demkî ne û çareyeke temam e. ji ber rewşa aborî û ambargoya li ser herêmê û kêmbûna peydakirina kar, me hişt ku evan parzûngeh bimînin. Dema ku deriyên sînor bi herêmê re bêne vekirin, evan parzûngeh dê hemû bête tunekirin.

* We tu hevpeyman bi şîrketên derxistina petrolê re û razemeniya wê bi tu aliyan re îmze kirine?

Em wekî Desteya Enerjiyê girêdayî Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ne û ew jî parçeykekî ji Sûriyeyê ye û jê nayê cudakirin. Di hevpeymana civakî de em berhema binerd para hemû Sûriyeyê ye. negengaz e hevpeyman bêyî paytexta Sûriyeyê Şamê bêne îmzekirin. Dema aloziya Sûriyeyê çareser bibe, hemû hevpeyman dê bi hevkariya Şamê pêk werin û petrola kantona cizîrê divê li gorî berjewendiya tevahî Sûriyeyê bête razemenîkirin.

* Projeyên we yên pêşerojê di hemû alî û beşên desteyê de çi ne?

Derbarê beşê gaz û sotemeniyê de pirsgirêkên me yên ciddî tune ne. Lê pirsgirêka ceyranê heta niha wekî tê xwestin nehatiye çareserkirin. Desteya me niha ji bo peydakirina navendên ceyranê bi hêza 10 MW di saetê de di nava xebatan de ye û dê li bajarên bi çûk bêne bicihkirin.

Deste dê parzûngehên modêrn ku dê rojane 50 hezar bermîl derbixe, peyda bike. bi vê yekê hemû pêdiviyên herêmê ji sotemeniyê dê bête peydakirin.

* Di dawiyê de hûn dixwazin tiştekî li axaftina xwe zêde bikin?

Pirsgirêka ceyranê li herêmê pirsgirêkeke mezin e, heta ku ev navendên biçûk hatin peydakirin jî têra tevahî herêmê nakin. Ji ber vê yekê em bang li welatiyan dikin ku enerjiya ceyranê bi baldarî xerc bikin.

(jh)

ANHA