1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji gora tomarî hestiyê 12 kesan derketin
Ji gora tomarî hestiyê 12 kesan derketin,ji,gora,tomarî,hestiyê,12,kesan,derketin

Ji gora tomarî hestiyê 12 kesan derketin

A+ A-

Li navçeya Motkî ya Bedlîsê piştî serlêdanên malbatên endamên PKK'ê, li hewşa qereqola cendermeyan di çavdêriya Dozgeriya Komarê de ji bo vekirina gora tomarî kolandin hate destpêkirin. Di kolandinê de hestiyê 12 kesî hatin dîtin.

Piştî hate hînbûn ku li hewşa qerelola cendermeyan a Bedlîsê cenazeyên 36 endamên PKK'ê bi awayekî tomarî hatine definkirin, malbatan ji bo vekirina gorê serî li şaxên ÎHD'ê dan. Li ser hewldanên malbatan û rêveberên ÎHD'ê, kolandina gora tomarî ya li hewşa qereqola cendermeyan di bin çavdêriya Dozgerê Komarê de duh dest pê kir. Kolandina nokteya yekemîn bi dawî bû. Di kolandina nokteya yekemîn de hestiyê 12 mirovan hate dîtin. Her wiha hate gotin ku dê li 3 nokteyên din jî kolandin dest pê bike. Piştî hestiyên hatin dîtin cuda cuda hatin paketkirin û şandin saziya Tipa Edlî. Dîsa heyeta ku ji Navenda ÎHD'ê jî hat dest bi lêkolînan kir.

DÎHA (mae)