Ji Gultekîn pirtûka rêzimanî kirmanckî
Aktivîstê TZPKurdî û Reveberê KURDÎ-DER'ê Sebahattîn Gultekîn pirtûka xwe ya li ser gramera kirmanckî ya bi navê 'Ro ser zarawaya kirmanckî xebata gramerî' weşand.
Nivîskar û Mamoste Sebahattîn Gultekîn ku xebatên xwe di bin banê KURDÎ-DER'ê de dimeşîne xebatên xwe yên li ser gramera zaravayê zazakî bi navê wekî pirtûk bi navê 'Ro ser zarawaya kirmanckî xebata gramerî' çap kir û ji nav weşanên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê weşand. Gultekîn da zanîn ku rexneyên wekî 'TZPKurdî û KURDÎ-DER girîngiyê nadin zarawayê zazakî' ne rast in û armanca wan bi vê pirtûkê ew e ku riyekê nîşanî şagirt û kesên ku dixwazin zazakî hîn bibin, bidin.
Pirtûka 136 rûpel e piranî li ser pirsgirêkên rastnivîsa zaravayê zazakî disekine. Di pirtûkê de tê diyarkirin ku her çiqas zazakiya (kirmanckî) li Dêrsîm, Sîvereg, Gimgim, Erzingan, Palu, Çewlik, Pasûr, Gêl û Pîranê tê axaftin hinekî ji hev cuda bin jî di aliyê rêzimanî de pir nêzî hev in û cudahiyek di navbera wan de tune ye. Gultekîn, dema pirtûka xwe amade kiriye ji gelek çavkaniyan jî sûd wergirtiye û bi armanca safîkirina zazakî ji termînolojiya zimanên biyanî yên wekî erebî, farsî û tirkî hewldaneke mezin daye.
'Min girîngî da zelaliya termînolojîk'
Nivîskar Gultekîn der barê xebata xwe da agahî dan û diyar kir ku armanca wî ya bingehîn bi vê xebatê ew e ku xizmetî zimanê kurdî û bi taybetî xizmetî zaravayê zazakî ku bi mirinê re rû bi rû hatiye hiştin, bike. Gultekîn wiha got: "Zazakî yek ji zaravayên kevnare yên zimanê kurdî ye. Gelek caran saziyên me têrî xwe girîngiyê nadin. Min xwest ku ez bi xebateke mutewazî bi qasî hêza xwe rastnivîs û gramera zazakî bi xwendevanan re parve bikin. Min bi taybet terminolojiya erebî, tirkî û farsî ya bandor li ser zazakî kiriye, da aliyekê. Ez bawer dikim ku zazakî bi qasî terî xwe bike, dewlemend û sîstematîk e. Min hewl da bi awayekî akademîk zaravayê Kirmancki (Zazaki) analîz bikim û rêbazê gramerî bi xwendevanan re parve bikim."
Nivîskar Sebahattîn Gultekîn her wiha li KURDÎ-DER'a Amedê dersên zazakî dide xwendevanan.
DÎHA (tt)