1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Ji Meydana Tahrîr Wêneyên Nû
Ji Meydana Tahrîr Wêneyên Nû,ji,meydana,tahrîr,wêneyên,nû

Ji Meydana Tahrîr Wêneyên Nû

A+ A-

QAHÎRE - Meydana Tahrîr ku bûye wek nîşaneya serhildana Misirê ya li paytext Qahîre bû qada şer. Şerê bi êrişkirina alîgirên Mubarek yên bi hesp û hêştiran re dest pê kirî didome.

Ajansên El Cezîre û Reuters bûyerên li Tahrîrê bi awayeke zindî diweşîne.

Tankên artêşê xwe ji qadê vekişandine. Bi hezaran alîgirên Mubarek Serhildêran bi hilweşandina welêt tawanbar dikin. Ajansa Reutersê diyar kir ku kes nizanine kî li kê dixe û bi dehan cesed li erdê ne.

Nûçegihanê El Cezîre jî diyar kir ku serhildêran bera alîgirên Mubarek daye, li hinek cihan şer berdewam e.

Niha lî qada Tahrîr nêzî 50 hezar serhildêrên îstifaya Mubarek dixwazin hene.