1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Roj Tv Doz û Protesto
Ji Roj Tv Doz û Protesto,ji,roj,tv,doz,û,protesto

Ji Roj Tv Doz û Protesto

A+ A-

Ji ber ku yek ji dozgerên doza Roj Tv bi rê ve dibir Anders Risager, di meha kanûnê de îfadeya hinek îtirafkar û cerdevanan li Enqereyê girt, ji aliyê parêzerê Roj Tv Björn Elmqvist, bi daxuyaniyek nivîskî hat protestokirin. Herwiha Roj Tv li dijî dozgerê ku demekê dest danî li ser pereyê Roj Tv yê di bankayê de doza tezmînatê vekir.

Anders Risager diyar kir ku wê di danişîna doza Roj Tv ya ku wê di meha tebaxa pêşiya me de dest pê bike de, kopiyên delîlên weşanê jî hebin. Risager diyar kir ku divê kesên ku wê danişînê bişopînim, demek dirêj li ‘Tv’ temaşe bikin.

Risager diyar kir ku ew ê netenê bernameyek, ew ê gelek bername bi dîwana dadgehê bidin temaşekirin.

ber ku yek ji dozgerên doza Roj Tv bi rê ve dibir Anders Risager, di meha kanûnê de îfadeya hinek îtirafkar û cerdevanan li Enqereyê girt, ji aliyê parêzerê Roj Tv Björn Elmqvist, bi daxuyaniyek nivîskî hat protestokirin.

Hêjayê gotinê ye ku di meha Tebaxa 2010 dozgeriyê doza ‘girtinê’ li Ro Tv vekiribû û bi ser ofîsa Roj Tv de girtibûn. Herwiha dest danî li ser hesabên bankayê yên Roj Tv. Roj Tv di meha cotmehê de vê ji ber vê biryarê îtiraz kiribû. Roj Tv dozê qezenç kiribû û qedexeyên li ser hesabên wê rabibûn. Ji ber wê jî herî dawî parêzerên Roj Tv doz li dozgeriyê vekiribûn.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî