1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ji xwendekarên Mala Piştgiriyê pirtûka çîrokan
Ji xwendekarên Mala Piştgiriyê pirtûka çîrokan,ji,xwendekarên,mala,piştgiriyê,pirtûka,çîrokan

Ji xwendekarên Mala Piştgiriyê pirtûka çîrokan

A+ A-

Xwendekarên Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiya Taxa Îplîkê ya girêdayî Şaredariya Yenîşehîrê pirtûka çîrokan a bi navê "Kêzxatûn" derxistin û belav kirin.

Pirtûka bi navê Kêzxantûn a ji 26 rûpelan û 9 çîrokên balkêş pêk tê. Zarokan pirtûka ji çîrokên ji dayîk, bav û xizmên xwe guhdar dikirin nivîsandin û kirin pirtûk ji aliyê xebatkarê şaredariyê Hasîp Yanliç ve hate amadekirin. Pirtûka çîrokan Kêzxatûn li Mala Piştgiriyê ya Perwerdehiya Ben û Senê li 1000 kesan hate belavkirin. Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu, Wekîla Şaredarê Bajarê Mezinê ya Amedê Hafîze Îpek, Alîkara Şaredarê Yenîşehîrê Guler Turhalli, Dağıtıma Yenişehir Belediye Başkanı Selim Kurbanoglu, Serokê Ensîtutiya Kurdî ya Amedê Aydin Alokmen, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Yenîşehîrê Bakî Karadenîz, rêveberên Şaxa Egîtîm Sen'ê yên Amed û gelek kesên din tevlî belavkirina pirtûkê bûn.

'Em dê di riya Ehmedê Xanî de biçin'

Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu di belavkirina pirtûka "Kêzxatun"ê de diyar kir ku armanca wan ew e ku di riya Ehmedê Xanî de bimeşin û wiha got: "Ehmedê Xanî, qîmetekî mezin dida zarokan. Dixwast ku zarok bi çanda xwe bijîn û li ser rihên xwe mezin bibin. Em ji hewildidin ku vê daxwaza wî bi cih bînin. Em hewil didin ku di riya wî de bimeşin." Kurbanoglu, anî ziman ku hêj li ser zimanê kurdî zext û zordarî didomin. Kurbanoglu, bal kişand ser siyasetmedarên kurd ên li Amedê tên darizandin û wiha axivî: "Hevalên me yên siyaset dikirin ji ber ku siyaset dikirin hatin girtin. Hevalên me yên girtî dixwastin bi kurdî parastina xwe bikin. Lê dadgehê ev yek qebûl nekir. Heta zimanê kurdî wekî zimanekî nayê zanîn bi nav kirin. Ev yek nayê qebûl kirin. Em wekî siyasetmedarên kurd ê zimanê xwe yê dayîkê bikar bînin."

'Ez vê diyarî Selma Irmak û Zulkuf Karatekîn dikim'

Kurbanoglu, di dawiya axaftina xwe de Pirtûka çîrokan a kurdî di şexsê Selma Irmak û Zulkuf Karatekîn de diyarî hemû kesên di girtîgehê de kir.

(ft/mae)