1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Jinên kurd polîtîkayên civakî û xweseriya demokratîk niqaş dikin
Jinên kurd polîtîkayên civakî û xweseriya demokratîk niqaş dikin,jinên,kurd,polîtîkayên,civakî,û,xweseriya,demokratîk,niqaş,dikin

Jinên kurd polîtîkayên civakî û xweseriya demokratîk niqaş dikin

A+ A-

Endamên rêxistinên Hevparên Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi boneya polîtîkayên civakî û xweseriya demokratîk niqaş bikin, ji bo 2 rojan li Amedê dest bi konferansê kirin. Di destpêka konferansê de Cîgira Seroka Koma BDP'ê ya Meclîsê Ayla Akat Ata, bal kişand ser xweseriya demokratîk û diyar kir ku jin dê ji avakirina xweseriya demokratîk û yekîtiya neteweya kurd re pêşengiyê bikin.

Hevparên Tevgêra Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), bi boneya polîtîkayên civakî û xweseriya demokratîk niqaş bikin, bi beşdariya endam û nûnerên saziyên jinan ên li Amedê û herêmê, li Salona Vedat Aydin a Rêxistina BDP'a Amedê dest bi konferansa ku 2 rojan bidome kirin. Konferansê, bi hişyariya "Em pevajoya parastina hebûn û bidestxistina azadiya xwe, bi avayeki serkeftî bi rêve bibin, di peşengiya jinê de xweseriya demokratik bi neqişînin" dest pê kir. Di konferansê de Cîgira Seroka Koma BDP'ê ya Meclîsê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê jî di navde 150 delege amade bûn. Li salona konferansê pankartên "Şoreşa jinan, şareja civakî ye", "Em di pergala xweseriya demokratîk a federal de xwe bi rêxistin bikin, civaka azad ava bikin", "Ziman beden e, çand beden e, erdnigari beden e, dest nedin bedena min" û "Em bi civaka polîtîk û sincî azad bibin, em xweseriya demokratîk, heqîqet, qekhevî, rastî, xweşikahî û wîjdaniyê ava bikin" daliqandin. Her wiha posterê siyasetmedara kurd Zeynep Celaliyan ku li Îranê rastî cezayê îdamê hatiye û alên DOKH'ê hatin daliqandin. Jinên ku di konferansê de bi kurdî axivin, bi cilên neteweyî rengê kurdevarî dan konferansê. Konferansa ku bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir, bi axaftinan dewam kir. Endama DOKH'ê Sabahat Onar bi kurdî axaftina vekirinê kir û diyar kir ku yekem care li dijî komkujiya civakî konferansek wisa pêk tînin. Onar, da zanin ku ji bo civak azad bibe divê di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bike û ji bo vê yekê jî pêdivî bi rêxistin û zanebûna jinê heye. Onar, anî ziman ku jin xwedî zanebûna rol û erkê xwe ne û we li gorî vê rol û misyona xwe bi rêxistin dikin û tedikoşin. Onar, bilêv kir ku heta jin azad nebin civak jî azad nabe û ji bo vê yekê di nava hewldanan dene.

'Jin dê xweseriya demokratîk li Tirkiyeyê belav bikin'

Pişt re Cîgira Seroka Koma BDP'ê ya Meclîsê Ayla Akat Ata jî axivî û bal kişand ser xweseriya demokratîk. Akat Ata, diyar kir ku jin dê ji avakirina xweseriya demokratîk û yekîtiya neteweya kurd re pêşengiyê bikin. Akat Ata, da zanîn ku têkoşîna jinan a der barê polîtîkayên civakî ji bo dewletê û pêşketina civakê gelek girinîg e û wiha got: "Ji bo çivaka sincî û polîtîk bê avakirin, divê jin û civak di hemû qadên civakî de xwe bi rêxistin bikin." Ata, destnîşan kir ku 2 salin rojev û mijara wan pirsgirêka kurd û zimanê zikmakî ye û wiha axivî: "Tirkiye dawiya dawî dê neçar bimîne ku mafên kurdan û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bide. Ev yek jî dê di encama têkoşîna gelê kurd de pêk bê. Her wiha dîsa niqaşên weseriya demokratîk ne nû en. 6 sal berê me xistibû rojevê. Ji bo xweseriya demokratîk têkeve jiyanê divê ji malbatê heta civakê hemû qadên civakî rêxistin xurt bibe. Ji bo vê yekê jin li kolanan in. Lê mixabin Enqere naxwaze bibîne ku jin çima li kolanan çalakiyan pêk tînin." Ata, da zanîn ku jina kurd rol û erkê xwe yê pêşengiya rêxistinkirin û azadiya civaka kurd didomîne û dê ji bo vê yekê têbikoşe. Ata, daxuyand ku jina kurd dê xweseriya demokratîk li hemû Tirkiyeyê belav bike û têxe jiyanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jina kurd dê di her qada jiyanê de pêşengiyê ji civakê re bike. Ji bo vê yekê jî tecrûbe û zanebûna wê heye."

Piştî axaftinê ji bo konferansê dîwana ku ji 5 kesan pêk tê hate hilbijartin. Pişt re sînevîsyona ku ji xebat û çalakiyên jinan pêk dihat hate nîşandan. Konferansa ku 2 rojan bidome bi niqaşan didome.

DÎHA (mae)