1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Jiyan û nameya Husên Xizrî
Jiyan û nameya Husên Xizrî,jiyan,û,nameya,husên,xizrî

Jiyan û nameya Husên Xizrî

A+ A-

Girtiyê Kurd ê siyasî Husên Xizrî ku duh danê sibê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve hat bidarvekirin, di demekê de ku di korîdorên mirinê yên girtîgeha Urmiyê de di bin xeteriya darvekirinê de dihat ragirtin, bi nameyekê behsa dema binçavkirina xwe, êşkenceyên ku di dema lêpirsînê de lê hatine kirin û neheqiya ku di pêvajoya dadgehê de ew pê re rûbirû maye kiribû.

Husên Xizrî di nameya xwe de gotibû: Ez di dadgeheke çend deqîqeyî de, bêyî parêzer û parastin, bi îdîaya ku min dijminahiya xwedê kiriye, bi mirinê ceza kirim.

Girtiyê siyasî yê kurd Huseyn Xizrî, di nameya xwe de ku pêşkêşî hemû çalakan, rêxistinên mafê mirov û raya giştî kiribû, behsa 8 mehên dema binçavkirinê yên tije êşkence di hucreya yek kesî de li girtîgehên Urmiye û Kirmaşanê kiribû.

Xizrî weha behsa neheqiya ku di pêvajoya dadgehkirinê de lê bûye kiribû:

"Li dadgehê min ji dadgeran re got, îfadeya ku hun ji bo darizandina min esas digrin, di bin êşkenceyên fizîkî yên giran de, bi darê zorê bi min hatiye îmzekirin û ev li dijî xala 38an a destûra bingehîne jî. Lê wan ne guh dan gotinê min û ne jî rapora doktoran ku êşkenceya li min bûyî piştrast dikir, li ber çavan negirtin. Ez bi îdîaya mûharib, yanî, bi dijminahiya xwedê, di encama dadgeheke 10 deqîqeyî de, bê parêzer û parastin, bi cezayê darvekirinê mehkûm kirim..."

"Ji min re dibêjin "dijminê xwedê". Lê ji bilî xebatên siyasî û civakî min ti xebatên din birêve nebirine û dema ez hatim binçavkirin, ti çek jî bi min re nebûn. Lewra ev îdîaya dadgehê, li gel cezayê mûharib na guncê û ji rastiyê dûr e."

Di nameya Huseyîn Xizrî de derketibû holê jî ku wî di 8 mehên di hucreya yekkesî de, ji ber êşkenceyên giran ku lê hatibûn kirin, du caran hewl daye dawî li jiyana xwe bîne.

Di dema ku Husên di bin talûkeya îdamê de bû careke din, ji girtîgehê hatibû veguhestin, wî bavê xwe jî di encama trajediyekê de winda kir.

Bavê Huseyîn Xizrî, Elî Xizrî, dema par ji bo pirskirina çarenivîsa kurê xwe çû navenda Îtla`ata Urmiyê, li wir bi bêrêziya endamên Îtla`atê re rû bi rû ma û ji ber helwesta li wir, wî bawer kiribû ku kurê wî hatiye darvekirin. Piştî ne bi gelekî, bav Xizrî ku rewşa tenduristiya wî xerabû, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

JIYANA XIZRÎ

Husên Xizrî ku sala 1982yê li bajarê Urmiyê ji dayik bû, sala 2003yê wek çalakekî siyasî û medenî dest bi alîkariya xebatên navendên civaka sivîl kir.

Dema Husên Xizrî, 29ê Hezîrana 2008a, bi pêşniyaza hevalekî xwe, ji bo ku li wê herêmê di derbarê çalakiyên civaka sivîl de lêkolînekê bike, diçe bajarê Kirmaşanê û piştî rojekê, li termînala Kirmaşan ji aliyê hêzên sipay pasdaran ve tê binçavkirin.

Piştî ku Xizrî, li girtîgeha Kirmaşan 49 rojan pê de bi êşkenceyên herî giran re rûbirû dimîne, ji wir wî veduguhêzin girtîgeha El Mehdî ya bajarê Urmiyê.

Piştî 4 meh dîlîtiya di hucreyên yekkesî de, cara yekê Xizrî dikaribû dayik û bavê xwe bibîne û piştre, 15ê Nîsana 2009ê ew veguhestin girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê.

17ê Nîsana 2009ê, ji aliyê liqê 1ê yê dadgeha Şoreşê yê bajarê Urmiyê ve, bi dadweriya kesekî bi navê Derwêş, bi amadebûna nûnerên sipay pasdaran, Îtla`at û dozger, di encama dadgehek 10 deqîqeyî de Husên Xizrî, bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin.

Dosyaya Xizrî 8ê Tebaxa 2009ê şandin beşê pêkanîna cezayan ya dadgeha şoreşê. Lê 5ê Mijdara 2010 Husên Xizrî îtîraz li biryarê kir û daxwaza pêdeçûnê di dosyaya xwe de kir.

Dadgeha pêdeçûnê piştî ku îtîraza Xizrî red kir, dosya ji bo bicîhanîna ceza careke din ji aliyê liqê 9ê yê beşê înfazê ve şand dozgeriya giştî ya parêzgeha Urmiyê.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî