1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Jiyana du zimanî' berfireh dibe
'Jiyana du zimanî' berfireh dibe,jiyana,du,zimanî,berfireh,dibe

'Jiyana du zimanî' berfireh dibe

A+ A-

Kampanyaya "Jiyana duzimanî" ku ji aliyê KCD'ê û BDP'ê ve hate destpêkirin her diçe berfireh dibe. Li şaredariyên Silopî û Norşînê tabelayên xwe kirin du ziman û dikandaran jî etîketên kurdî danin ser dezgahên. Li Rihayê jî ji bo kurdî standa îmzeyê hate vekirin.

NORŞÎN

Li Navçeya Norşînê ya Bedlîsê şaredariyê di çarçoveya kampanyayê de tabelayên kurdî û tirkî daliqandin. Şaredar Mehmet Emîn Aslan, rêveberên BDP'ê û yên şaredariyê piştî guhertina tabeleyan bi rojnamevanan re hatin cem hev. Aslan diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de, dê xebatên xwe bidomînin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi heman mebestê etîketên bi kurdî li esnafan hatin belavkirin. Komek BDP'î û Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal, çûn bazara Taxa Yeşîlyurt û li vir etîketên bûhayên fekî û erzaq li esnafan belav kir. Şaredar Uysal, li vir diyar kir ku dê li her qadê kurdî bi axivin û bidin axaftin.

SILOPÎ

Şaredariya Silopiyê jî ji bo ku baştir xizmet bide gel tabelayên yekineyên xwe kir duziman. Şaredar Emîn Togurlu, li vir anî ziman ku bi boneya ku kurdî êdî li qada cemaweriyê jî bê bikaranîn wan tabela kirine tirkî û kurdî. Piştî axaftinê xebatkarên şaredariyê ji mêvanan re şeker îkram kir.

RIHA

Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Rihayê jî di çarçoveya kampanyayê de li Kargeriya Karakoyunê, standa îmzayê vekir. Hate diyar kirin ku îmzayên hatine vêdan dê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) UNESKO, Meclîs û Konseya Ewropayê re bên şandin. Welatiyên ku bi coş îmze dane, diyar kirin ku zimanê zikmakî mafeke esasiyê û tu kes nikare vî mafê wan yê esasî ji destê wan bigire.

DÎHA (lg/mae)


Bêjeyên Miftehî