1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Jiyana du zimanî' çima girîng e?
Jiyana du zimanî' çima girîng e?,jiyana,du,zimanî,çima,girîng,e

Jiyana du zimanî' çima girîng e?

A+ A-

Kampanya ji hêla BDP û KCD'ê ve hatiye dest pê kirin a "Jiyana duzimanî" her ku diçe zêde dibe. Kalên ku ji ber tirkî nîzanîne rastî heqaret û pirsgirêkan hatine balkişandin ser girîngiya jiyana du zimanî.

Welatiyên ji ber ku bi tirkî nizanin li nexweşxane, edliye, banka û dibistanan rastî pirsgirêkan hatine kêfxweşiya xwe ya li hemberî jiyana du zimanî bilêvkirin. Zimanê tirkî ku zilam li leşkeriyê jin jî ji televîzyonan hînbûna ji bo wan bûye wekî zimanekî biyanî û gelek caran ji ber nezanîna vî zimanî rastî heqaret û lêdanê hatine. Welatiya bi navê Rukiye Çaki (70) kêfxweşiya xwe ya li hemberî jiyana duzimaniyê anî ziman û diyar kir ku ew heta niha tu caran tenê serê xwe neçûye nexweşxaneyan. Çaki, wiha domand; "Dema ku ez nexweş dibûm ez neçar mam ku yek kes bi xwe re bibim. Diviya kesek hebûya ku min derdê xwe ji rê ragihandiba. Ji ber vê yekê carinan bijîşkan ji min re got 'Tu bixwe bêje' û bertek nîşanî min dan."

Diçin nexweşxaneya lê derdê xwe venabêjin

Çaki, da zanîn ku ji ber ew bi kurdî axiviye gelek caran ji bijîşkan heqaret xwariye û wiha got: "Gelek caran personelan henekên xwe li min kirin. Ji ber vê yekê naxwazim biçim nexweşxaneyan. Divê kurdî li her derê bê bikaranîn."

Ji ber ku bi tirkî nezanî li leşkeriyê 2 salan firax şuştin

Ahmet Çaki (80) jî da zanîn ku divê kurdî li her qadê bê bikaranîn û wiha axivî: "Min di jiyan xwe ya 2 salên leşkerî de dît ku gelek leşker ji ber ku tirkî nezanîn rastî lêdanê hatin. Ji xwe ji me re gotin 'hûn mirovên şikeftina ne'. Buyerek heye ku ez ji bîr nekim; hevalekî me ji Payîzavayê hebû. Qet tirkî nedizanî. Fermandar her roj li wî dixist. Carinan erdê re kaş dikir. Di dawiyê de ew avêtin mitbaxê û 2 salan tenê firaq şuştin"

Elmas Kaplan (65) jî li ser mijarê wiha axivî: "Dema ku zarokên me diçin dibistanê bi salan hewil didin ku tirkî bizanin. Lê heger ku perwerdehî bi zimanê wan bûye ew dê her tiştî zutirê hinbûban. Di qadên raya de ji ber ku em tirkî nizanin em nikarin derdê xwe bêjin. Ev jî gelek caran dibe sedema ku em mafdar jî bibin neheq derdikevin." Kaplan, balkişan ser kampanya jiyana du zimanî û diyar kir ku divê piştgiriyê bidin kampanyayê.

DÎHA (ay/mae)