1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Kar û zerar: Tirkiya berhemên kurdî
Kar û zerar: Tirkiya berhemên kurdî,kar,û,zerar,tirkiya,berhemên,kurdî

Kar û zerar: Tirkiya berhemên kurdî

A+ A-


Em wekî Amîda Kurd dixwazin rewşenbîrên kurd bi 320 tîpan (3 tweet) fikra xwe bînin zimên.

-- Gelo tirkiya berhemekê hebe dê xwendevan kurdiya wê hilbijêrin?
-- Gelo wergerandina berhemên kurdî karê kurdan e, an ê tirkan?
-- Gelo weşanxane çima berhemên xwe wernagerînin zimanên ewropî, lê bi tirkî diweşînin, ferqa navbera her duyan çi ye, ku dikare mijar jî pê ronî bibe!

Rojnamevan û pêşkêvanê Dengê Amerîka Mutlu Çiviroglu ku bi navê Robîn Reşvan divîse...

1-- Na, ez bawer nakim ku xwendevan Kurdîya berhemekê bijêrin. Mixabin Tirkî ji gelek kesan re hêsantir tê.

2-- Divê, karê Tirkan be, lê ew jî di şert û mercên heyî de ne tiştekî gelek pêkan e.

3-- Gelek weşanxane tenê jibo Tirkîyê berheman çap dikin; plana wan berhemên derve tune ye. Herwiha, wergêrên Tirkî berdest in û erzan in, xwendevan jî pirtir in. Lê, jibo zimnanên Ewropî hem wergêr barekî giran em hem belavkirin û hem jî peydakirina xwendevanan.


Şener Ozmen, Hunermendê rojevî, rexnegirê hunerê û nivîskarê kurdî û tirkî.

1-- Naxêr!
2-- Ne karê me ye, belam ji bêgaviyê em dikin...
3-- Sosret e!




Dilawer Zeraq, nivîskar, çîroknûs, romanûs û mamosteyê zimanê kurdî.

1-     Xwendevanên Kurdî ji ên Tirkî ji hev safî bûne û berhemeke Kurdî; tavilê jî, sed sal şûnde jî wergere Tirkî; kesê ku bi Kurdî nexwîne, çi vê gavê çi jî  deh sal şûnde dê bi Kurdî nexwîne.

2-     Wergerandina berhemên Kurdî; hem karê Kurdan e (bo danasînê) hem jî karê Tirkan e (bo xwendin û naskirinê)

3-     Ji ber ku kesên me ên ku bi salan in li Ewrûpayê dijîn, bi qasî ku karibin berhemeke Kurdî xweşikî wergerînin hînî zimanê wî welatî nabin û bi zimanê rojane jiyanê diqedînin. Wekî dî jî; ên ku bi zimanê biyan xwendina xwe dikin, bes bo kutakirina zanîngehê dixwînin. Neasofireh in û nevîzyonwer in.


Husên Duzen, nivîskar.

1- Di rewṣa heyî de, peyva ku dê wergera ser turkiyê geṣbûna kurdî bi xwe re bîne, tu wateyê nade, ji berdewamkirina asimîlasyona bisalan pê ve.

2-- Di roja me de ne qurûṣekî kurdan ne jî xulekeke ji dema wan ji bo wergerandina ser tirkî heye. Ger tirk bi xwe vî karî bikin, dê ji bo pêṣketina kurdiyê astengek be, lê ez ê ji bo wê kirina wan tu tiṣtî nebêjim (ji tirkan re).

3-- Bêguman ji bo weṣanxaneyan wergera ser tirkî hêsantir e. Gelek kesên (baṣ-xerab, ji xwe kesek lê napirse) bi her du zimanan jî dizanin hene. Her wiha berhema ku wergeriyaye ser tirkiyê ew weṣanxane bi xwe diweṣînin. Ji bo wergereke zimanekî ewropî divê ku weṣanxaneyeke ku wê berhemê biweṣîne li wî welatî bê dîtin. Ji ber ku mebest li vir berhemên nivîskarên ku ji aliyên xwendevanên awropî ve nayên naskirin e, pêdivî bi sponsorên ku beṣek ji mesrefa çapê bidin ser xwe heye.


Rêzan Tovjîn, nivîskar, bernamenûs, mamosteyê ITC'yê.

1-- Nivîskarekî ku bi kurdî nivîsandibe gerek hezkirina pêşketina zimanê kurdî jî pê re hebe, ku ev hezkirin ji hatina aborî û tiştên din mezintir be, dê nehêle ku kurd berhema wî bi tirkî bixwînin!

2- Tevlihev e, li gor berhemê diguhere. Lê ku berhem hêja be, pir hatibe firotin û xwendin, xelk wê berhemê dibînin û werdigerînin zimanê xwe.

3- Budçe, naskirina weşanxaneyek ku çap bike, danasîn û hwd pirsgirêk in.