1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Karayilan: Ger gêrîlla nebûna wê li Şengalê bi hezaran kes hatibana qetilkirin
Karayilan: Ger gêrîlla nebûna wê li Şengalê bi hezaran kes hatibana qetilkirin,karayilan,ger,gêrîlla,nebûna,wê,li,şengalê,bi,hezaran,kes,hatibana,qetilkirin

Karayilan: Ger gêrîlla nebûna wê li Şengalê bi hezaran kes hatibana qetilkirin

A+ A-

ŞOREŞ MİSTEFA/BEHDÎNAN / ROJNEWS Endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan diyar kir ku gêrîllayên HPG’ê ji bo parastina gel û destkeftiyan çûne başûrê Kurdistanê. Karayilan diyar kir ku heta pêwîstî pê hebe, wê gerîlla li Başûr bimînin. Karayilan destnîşan kir ku ger ne ji ber gêrîllabûya, wê li Şengalê bi hezaran kurdên Êzdî hatiban qetilkirin.

Endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan di hevpeyvîneke taybet a li RojNewsê de bersiva pirsên giring ên di rojevê de da. Karayilan di beşa yekemîn a hevpeyvîna ligel RojNewsê de behsa êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê, parastina xaka başûrê Kurdistanê, yekrêziya di navbera hêzên kurdî de, nebûna hêzekî hevpar li Şengalê û heta kengê wê gêrîlla li Başûr bimînin dike.

Beşa Yekemîn:

RojNews: Heya niha li Çiyayê Şengalê bi hezaran sivîlên ku ji aliyê gerîlayên HPG/YJA STAR û YPG/YPJ û YBŞ’ê ve tên parastin hene. Gelo ji bo van sivîlan tişta pêwîst çiye?

Murat Karayilan: Ev rojên giring in. Belkî gelê me yê Başûrê Kurdistanê pir nizanebe. Lê berî 36 salan li Mereşê komkujiyek çêbû. Gelê me yê Elewî li Mereşê di komkujiyekê re derbas bûn. Di heman demê de 19’ê Kanûna 2000’an li Tirkiyeyê dibin navê vegera jiyanê de operasyonek pêk hat. Zêdetirê 30 şoreşgerên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan. Komkujiyek pêk hat. Ez di serî de di kesayeta komkujiya Mereş û kesên li girtîghan jiyana xwe ji dest dane, bibîr tînim. Kesên komkujî pêk anîne, şermezar dikim.

Me gelek şehîd li Şengalê dan

Di heman demê de DAIŞ’ê jî xwest li Şengalê komkujiyekê çêke. Dixwest gelê me yê Êzdî teslîm bigire. Yên teslîm nebe, di qirkirinê re derbas bike. Wisa planek li ser gelê me yê Şengalê û başûr bixin meriyetê hebû. Me ev wisa zû dît, weke HPG’ê me xwe berpirs dît û me got, alîkariya gelê xwe yê Şengalê bikin. Li gel metirsî jî hebû, lê me tabûr xistin meryetê. Hêzên me 4’ê Tebaxê ketin tevgerê û 5’ê Tebaxê ji bo pêşiya komkujiyê bigere berê gel da Çiyayê Şengalê. Lê ev têre nedikir. Xwarin nebû. Ji sed hezarî zêdetir mirov li ser çiya kom bibûn. Ji 4-8’ê Tebaxê zehmetiyên mezin çêbûn. Piştî me dît rewş wiha çênabe, me bi alîkariya hêzên YPG û YBŞ’ê, ji aliyê Rojava de korîdorek vekir. Piştî wê jî me bi hezaran gelê Êzdî ji Şengalê derbasî Rojava kir. Ev piştî wê jî çêbû. Lê hinek gelê me xwest li wir bimîne. Me jî xwest gelê me cihê xwe terk nekin.

Me bi agahdariya PDK û YNK hêz şandin Başûr

Derdorê 10 hezar kes li wir mane. Heya niha hêzên me li Şengalê ji bo parastina gelê me çi ji destê wan tê pêk tîne. Di vî alî de me gelek şehîd dan. Di serî de weke Hevalê Genco, Dilgeş, Armanc û gelek fermandar û milîtanên hêza me di şerê Şengalê de şehîd bû, ji bo ku bi temamî nekeve destê DAIŞ’ê. Me ev weke erkekî mirovane, neteweyî û exlaqî dît. Armanca me ya di vir de parastina gelê me yê Êzdî û piştgiriya ji bo gelê me yê Başûr bû. Li rexmê ku me bi hestên mirovane û însanî ev erke pêk anîn, me dît ku gelek derdor jê aciz bûn. PKK diçe kuderê jê dernakeve, çima PKK diçe wir. Wisa kirin mijara gotûbêjê. Piştre jî DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li ser xeta Mexmûr û Kerkûkê pêş xist. Me jî got weke PKK û Hêzên Parastina Gel (HPG) divê em destkeftiyên Başûr biparêzin û me agahî dan PDK û YNK’ê bi wî awayî me hêzên xwe xistin tevgerê û ji bo xeta Kerûk, Dihok û Şengalê hêzên xwe xistin tevgerê.

Piştî rola we ya yekem a li Şengalê, rol dikeve ser milê kê?

Mûrad Karayilan: Me karekî mirovane kir. Di heman demê de me bang kir, me got ku niha navçeyên Şengal tên rizgarkirin. Lê divê Şengal bi tevahî bê rizgarkirin. Ji bo rizgariyê jî pêwîstî bi yekîtiyê heye. Pêwîstî bi yekbûna pêşmerge û gerîla heye. Piştre min bixwe û hevserokatiya KCK’ê bang kir ku divê hevbeşiyek bê kirin. Ji bo fermandariyekî hevbeş bê çêkirin. Divê bi hev re tevgerkirinek çêbibe. PDK’ê jî wê demê gotin em jî dixwazin hêzên xwe bişînin Şengalê. Me jî got temam û me rêveberî kir û çend pêşmerge çûn li Şengalê bi cih bûn.

Çûna me ya Şengalê ji bo parastina Êzdîxana Êzdiyan bû. Ne tenê ji bo ku PKK biçe wir dagir bike. Ger wisa ba me wê banga yekîtiyê nekiriba, me wê rê nedaba pêşmerge biçan wir. Ji ber armanca wê xizmeta gelê Kurd e. Me li ser vê bang kir û hêzekî yekgirtî ya Kurd bê çêkirin. Di armanca me de, ger PKK, PDK û YNK bibe yek wê Şengal di demek herî zû de bê rizgarkirin. Armanca me ev bû. Lê ev banga me kesê red nekir, lê kesê erênî jî bersiv neda. Ev banga me niha jî derbas dibe.

Tenê armanca PKK’ê avakirina yekîtiyê ye

Gelê me yê li wir destpêkê pêwîsitya wan bi ewlehiyê heye. Divê ew gel li wir bimîne. Şengal neyê valakirin. Divê bi hewldanên hêzên HPG’ê li ser çiyayê Şengalê hatine çêkirin, bibe navenda rizgarkirina Şengalê. Ji bo wê jî divê mercên gel bên çêkirin. Piştre jî ji bo rizgarkirian Şengalê hêzek hevbeş bê çêkirin. Li gor ku min bîhîstiye hêzek pêşmerge li aliyekî Zumar hewldanên vekirina çûna Şengalê dane destpê kirin. Ev pir başe. Lê diviya ba hevbeş ba. Ger ev yek bi me re hevbeş bihata kirin, me ne tenê wê korîdorek navbera Şengal û Zumar de çêkiriba. Me dikarî bakurê Şengal hemûyê rizgar bikin. Planekî hîn mezintir çêkiriye. Ji bo rizgarkirina Şengalê û alîkarî gihandina wir. Divê hêzên HPG’ê yên li wir jî bên tevlîkirin. Ji ber li wir hêzên me yên HPG’ê hêzekî pirofesonele. Li Rojavayê Kurdistanê hêzên YPG’ê hene. Diviya bû navbera gerîla, peşêmerge û YPG’ê de îtifaqek bê çêkirin û di demek kurt de Şengal bi tevahî bê rizgarkirin û hemû pêdiviyên gelê li wir bicih bîne. Ji xwe me di 8’ê tebaxê de korîdorek vekir. Lê tenê xetek ne çareserî ye. Divê şengal bi tevahî bê rizgarkirin. Pêşniyara me ya çêkirina yekîtiyekekî hevbeş heye. Ev 5 mehin em vê bangê dikin. Heya niha bi şêweyekî fermî gavên erênî nehatine avêtin. Ez dixwazim li vir tiştek bêjim, ew kesên dibêjin armanca PKK’ê cudaye. Bila hemû kes bizane yekane armanca me, çêkirina yekîtî û hêzekî hevbeş e. Weke din ti armancekî me nîne.

Ger gêrîlla nebûna wê li Şengalê bi hezaran kes hatiban qetilkirin

Gêrîllayên HPG’ê li Kerkûk û Mexmûrê hene û pêşketinên mezin hene. Lê çima heya niha hêzekî hevbeş çênebûye?

Mûrad Karayilan: Niha hêzên me yên li Mexmûrê tenê hinek herêmî tevgerî heye. Ne di asta jor de ye. Lê yên li Kerkûk hem di asta jor de û hem jî di asta herêmî de hene. Lê li Şengalê hemû hêzên me hene. Pêşmerge jî hene. Lê hevbeşiyek nîne. Ji ber şaş famkirinek heye. Hinek destpêkê derheqê hewldanên me yên ji bo Şenglaê, ji bo tevahî başûrê Kurdistanê, diviya ba hikûmeta Herêma Kurdistanê sipasî kiriba. Ji ber ev ximetekî biratî û neteweyî bû. Lê piştre weke çima hatine, çima li virin wisa nêz bûn. Lê me jî wate nada vê. Lê dîsan ger mirov destê xwe dane ser wijdana xwe wisa biaxive. Ger bi rastî di 3’ê tebaxê de em neçûbana Şengalê, wê niha ti kes li wir bimaya? Wê niha gelê li ser çiyayê Şengalê bikariban bimane. Beriya niha çend caran DAIŞ’ê xwet bikeve hemû navçeyên Şengalê. Lê HPG’ê rê neda. Lê ger niha zemînek pêşmerge bikevin Şengalê, dibêjin em biçin Şengalê, ev bi saya kê çêbû. Ger gerîla neba wê komkujiyên bi sedan hezarî kes hatiban qirkirin. Niha li wir hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirse. Ger li wir komkujiyekî bi sed hezaran mirov bihatina qetilkirin, wê siyaseta Kurd bi salan ji bin vî barî derneketiba. Lê çûyanî gerîla ya wir barê hemû kesê sivik kir. Diviya ba sipasî kiriban. Lê dûr rawestiyan û alîkarî nekirin. Me jî wate neda vê. Ev jî sedemekî fitneyên weke digotin PKK çû wir, wê wir dagirbike. Ev tiştên wisa bandorên xwe li hevbeşiya li Mexmûr û Kobanê jî heye. Lê Şengal ne herêmî û ne jî asta jor de ye. Lê heya niha yên Şengalê diparêzin jî HPG ye. Em hêvî dikin ev derbas bibin. Ne tenê korîdora Şengal bi giştî bê parastin.

Divê li Şengalê sîstemekî hevbeş bê çêkirin

Ji bo Şengal cardin rastî komkujî û êrîşekî wiha neyê pêwîste çi were kirin?

Mûrad Karayilan: Em dibêjin pêwîste siyaseta kurd a li ser Şengalê hemû bibin yek. PKK, PDK, PYD, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û hemû hêzên başûr ên ku hêza xwe hene, divê li Şengalê siyasetekî hevbeş bimeşînin. Ji bo ku gelê Kurd ê Êzddî li şengalê xwe bi xwe rêvebibin. Divê hêza wan, rêveberiya wan mirov çêbike. Divê bi siyasetekî taybet mirov Şengal pêş bixwe. Ger wisa nebe, kurdên Êzdî baweriya wan namîne, cardin vegerin Şengalê. Ji bo baweriya wan çêbibe û cardin vegerin Şengalê, divê ew bixwe bibin hêz. Divê kurdên Êzdî li Şengalê hêza wan ya parastinê û rêveberiya wan hebe û têkiliya xwe bi hêzên Kurdistanê ve hebe. Divê li Şengalê sîstemekî hevbeş bê çêkirin. Divê gelê Êzdî bi xwe li wir bibe îrade. Li wir bi xwe meclisa xwe hebe û armanca me jî gelê Kurd ên Êzidî li wir îradeya wan hebe. Ji ber kurdên êzidî kurdên herî kevin, herî zêde xwe parastine. Ji bo wê jî em dbêjin mirov bi teybet nêz bibin û şengalê sîstemekê lê pêş bixwe.

Pêşniyara we ya ji bo statoya ku piştî DAIŞ ji Mexmûr, Kerkûk û Mûsilê derket bê pêşxistin çiye?

Mûrad Karayilan: Em vê xetê weke xeta navîn a navbera Kurdistan û Iraqê dibînin. Gelek neteweyên weke Ereb u Tirkmen hene, lê zêdetirê xwe Kurd in. Baweriyên weke Şîe, Kakayî, Xiristiyan, Sûnnî û weke din hene. Divê li ser vê xetê sîstemekî taybet li ser perspektîfek li ser bingehê netewe-demokratîk bê pêşxistin. Ev formîlekî nûye. Weke ji gelek bawerî, çand yekneteweyî avadikin û her netewey dinava xwe de azade. Ji pir çandî pêk tê. Di nêrîna me de divan xeta navîn de ger formîlekî wiha ya çareserî û nû pêşnekeve, wê her ev krîz di navbera mezheb û gelan de mezin bibe. Li vir dewlet nikare serbikeve. Li vir piranî nêrînekî giştî pêwîste. Her bawerî û netewe ji hev re rêzdarî nîşan bidin. Ji bo wê li Kerkûkê jî formîleke wiha pêwîste. Raste Kerkûk parçeyekî Kurdistanê ye. Lê bawerî û gelên cûr be cûr hene. Ji bo wê jî divê sîstemekî her kes bikare bijî hebe. Em ji bo wê jî dibêjin netewe-demokratîk bê pêşxistin.

Gerîlla ji bo parastina destkeftiyan çûn başûr

Gêrîllayên HPG’ê wê heta kengê li Başûr bimînin

Mûrad Karayilan: HPG hêzekî parastinê ye. Her cihê pêwîstî pê hebe, wê li wir be. Heya ku pêwîstî hebe wê bimînin. Weke din gotinên fitnecî yên bi mantiqekî çewt ku dixwazin hevbeşiya navbera Kurd de têkbibin, bi fikrekî hevbeş çênebe van gotinên wiha dibêjin. Ev nerastin. Em dixwazin gelê me azad bibe, em ji bo piştgirî û parastina destkefiyên gelê xwe çûne başûr.