1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Karayilan: Pêvajo serbikeve Ocalan tevlî 11. Kongreya PKK’ê dibe
Karayilan: Pêvajo serbikeve Ocalan tevlî 11. Kongreya PKK’ê dibe,karayilan,pêvajo,serbikeve,ocalan,tevlî,11,kongreya,pkk,ê,dibe

Karayilan: Pêvajo serbikeve Ocalan tevlî 11. Kongreya PKK’ê dibe

A+ A-

ŞOREŞ MİSTEFA/BEHDÎNAN Endamê Desteya Rêveber ê PKK’ê Mûrad Karayilan diyar kir ku hin astengiyên li pêşiya lidarxistina Kongreya Netewî çareser bûne û pirsgirêkên mane jî mirov dikare bi rêya diyalogê çareser bike. Karayilan destnîşan kir ku ger pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê bigihe encamê, wê Nîsana 2015’an kongreya berfireh a PKK’ê were lidarxistin û wê Rêber Apo jî beşdarî wê kongreyê bibe.

Endamê Desteya Rêveber ê PKK’ê Mûrad Karayilan di beşa duyemîn î dawî ya hevpeyvîna ligel RojNewsê behsa astengiyên li pêşiya lidarnexistina Kongreya Netewî, pêvajoya aştiyê, rewşa gêrîlla ya piştî pêvajoya aştiyê û gelek mijarên din dike.

Beşa Dûyemîn

RojNews: Li gor we astengiyên li pêşiya lidarnexistina Kongreya Neteweyî çine?

Mûrad Karayilan: Kongreya Neteweyî par 2013’an xebatên wê destpê kirin. Wê demê ez bi xwe bi kak Mesûd re rûniştim. Me ev mijar xist rojevê. Pitre me bi YNK’ê re jî parve kir. Piştre jî me bi hemû hêzên Kurdistanê re ev mijar parve kir û komîteiya amadekariyê hat sazkirin û xebat baş birêve çûn, heya giha ber encambûnê. Lê ji ber çaresernebûna hin mijaran sekinî. Lê em dibêjin li cihê ku rawestiyaye, dikare destpê bike. Weke din pêşketinên Rojhilata Navîn, piştî êrîşên DAIŞ’ê û şûnde hemû tişt hatin gûhertin. Ev rewşa nû ji bo doza azadiya Kurd bigehe encamê hîn rewşekî guncaw pêş dixe. Di serî de berxwedana Kobanê di gelê Kurd de rûhekî neteweyî da çêkirin. Îro li hemû cihê dinyayê tên tevlî berxwedana Kobanê dibin.

Di serdemekî wiha de ku pirsgirêka Kurd ketiye rojeva cîhanê, em jî pêşxistina Kongreya Neteweyî weke erkekî neteweyî yê ferzkirî dibînin. Divê di Rojhilata Navîn de êdî siyasetekî hevbeş a Kurd hebe. Nêrînekî Kurd hebe û helwestekî xwe hebe. Bi qasî derfetên xwe hêzekî xwe ya hevbeş hebe. Dibin însiyatîfa Kongreya Neteweyî de hêzekî hevbeş hebe. Em niha kongreya neteweyî pir pêwîst dibînin. Ji bo wê jî niha heyeta KCK’ê li gel alî û rêxistinên Kurd digere. Lê hîna jî tam bawerî çênebûye. Ji ber dema niha Kongreya Neteweyî çêbibe, wê berjewendiyên hemû partî û parçeyên Kurdistanê, weke başûr, bakur, rojava û rojhilat wê tê de hebe.

Mirov dikare rêjeya endaman çareser bike

Ez dixwazim vê yekê jî bejim, çima kongre çênabe. Ew jî ji ber wê sedemê ye ku raste divê mijarê de hinek astengiyên eşkere hene. Wek mînak, pirsgirêka Rojava û pirsgirêka rêjeya endaman hebû. Lê ev pirsgirêkên eşkere ne. Lê bi dîtina min mirov dikare çareser bike. Yên Rojava hemû çareser bûn, rêjeya endaman jî ne ewqasî zehmete û mirov dikare çareser bike. Lê hinek astengiyên ne eşkere hene. Berî her tiştî divê di nava aliyan de bawerî hebe û bawerî bi wê yekê bê kirin ku berjewendiyên me di hevpariyê de ne. Dema aliyek hevpeymaniyê çêdike, nabe li ser hesabê aliyekî din be û divê hemû alî jî sûd jê wergirin. Ango berjewendiyên her kesê hevbeş bin, her aliyekê bibîne û bawerî jî hebe. Di vê çarçoveyê de hinek sarî çêbûye, divê mirov van sarbûnan li meydanê çareser bike û lêborîn hebe.

Divê PDK dawî li xeta Zawîte bêne

Mînak, divê PDK xeta sawîte bi dawî bike û êdî nemeşîne. Xeta Zawîte çiye? Xeta Zawîte ewe ku wê demê di navbera PDK û PKK’ê de şer hebû. Kî ji nava PKK’ê direviyan, hinekê perwerde dikirin û li dijî PKK wekî kontra dixistin di nava şer de. Ango dema ev şer dihat kirin, mûmkîne li beramberî hêzekê bikarbînin. Lê îro nêzî 16-17 sale şer tûne ye. Di vê demê de berdewamkirina Xeta Zawîte bi awayekî siyasî, dibe sedemên nexweşiya di navbera me û PDK’ê de. Lê mînak, niha kesek ne din ava refên PKK’ê de ye û reviyane. Ger PDK wan bigire û dîsa li dijî PKK’ê bikarbîne, ev bê baweriyê di nava hêzan de dirûst dike.

Divê serkirdeyên PDK’ê vê yekê bibinin û vê şêwazê bikarneynin. Lê her kesê ji me cûda bibe û bi awayekî serbixwe siyasete bike, em jê dilgiran nabin. Lê hinek kes hene ji me cûda bûne, ji gel me reviyane û dixwazin li ser bingehê dijberiya me û ji bo bijîn, şer bikin. Ango dijberî û dijmintiyê dikin. Çi zanyariyên hene difiroşin û çi dijberiyek hebe, dixin pêş. Ev mînakane bê baweriyê çêdikin. Wekî din evane fitneye çêdikin, ji ber ku dixwazin li ser vê yekê bijîn û xwe di nava PDK’ê de pêş bixin. Ji bo vê yekê heta bikarin, dijmintiyê kûr dikin, fitnetiyê dikin û dîtinên şaş belav dikin.

Nabe nêzîkbûna PDK’ê wek şerê navxwe be

Mînak, mijara Şengalê ji ber vê yekê rûda. Di televizyonan de belav dikirin ku çima PKK li Şengalê ye, çima li Lalişê ye? Li gor xwe şîrove dikirin, ji bo nakokiyan kûrtir bikin û ji bo tênegihiştin hebe. Lê awayên bi vî awayî fitnecî û kontrayî dibin sedemê bê baweriyê. Divê dest ji van şêwazan berdin, ew hinek meseleyên exlaqîne. Lê ger tû werî û dîplomatan bigirî û bêrêziyê li beramber bikî, erkê xwe nexî pêşçav, PDK van tiştane dîqet nake û nabêje ev çiye. Kiye yan jî dîplomate? Her li gor hesabê xwe dide destê asayîşa xwe. Ev tiştane hemû dibin sedemê nexweşiyê. Tiştên bi vî awayî biçûk hene. Belkî li ser me jî hebin, ew jî dikarin ji me re bêjin. Lê vaye hinek tiştên berçav hene, nabe nêzîkbûn wekî nêzîkbûnên şerê navxwe bin. Divê nêzîkbûna wan dostane û li ser bingehê yekîtiya netewî bû, lê ev tiştane tune. Em di van mijaran de rexne dikin. Lê ger îro li Şengalê hevbeşiyekî bi vî awayî çênebe, hinek hesabên bi vî awayî hene. Ango hesabên hizbîne. Divê hemû alî kêmasiyên xwe bibinin û çi li pêşiya yekîtiya netewî astenge, xwe di ber çavan re derbas bike û ji bo yekîtiya netewî û platformekî kurdan çêbibe. Gelê me jî ji zorî û zehmetiyan rizgar bibe, li ser vê xakê bi rûmet û şeref, bi awayekî azad bijî.

Ger Îran gavan navêje ti ferqa wê û Tirkiyê tûne ye

Zêdetirî mehekêye 29 girtiyên siyasî li girtîgeha Urmiyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine? Peyama we ya ji bo çalakiya van girtiyan çiye?

Mûrad Karayilan: Em vê berxwedanê mafdar û hêja dibînin. Di van şert û mercên ku doza kurdistanê ev çend ketine rojeva cîhanê de, diviyabû ku dewleta Îranê siyasete xwe ya li hemberî Kurdan bigûheranda. Ger van nêzikatiyên xwe yên li ser kurdan negûhere, ji bo çareseriya pirsgirêka Krud di nava xwe de gavan navêje, wê demê wê di çavê gelê Kurd de ferqa Îran û Tirkiyeyê nemîne. Tişta tê xwestin divê Îran ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavan bavêje. Ez girtiyên Urmiyê, silav dikim. Berxwedana wan bi wate dibînim. Ev helwest ji bo siyaseta Rojhilata Navîn weke peyamekê ye. Divê gelê me piştgiriya xwe ji bo vê bexwedanê pêşbixwe. Lê divê êdî Îran hîn bi çavekî çareseriyê li pirsgirêka Kurd binêre. Êdî dema bi zextê neteweyek dibin kontrolê de bigire derbas bû. Ji bo wê jî hêviya me heye ku Îran bi çavekî çareser nêz bibe. Divê êdî hêzên dagirker bizanin ku êdî aqlê netew-dewlet nameşe. Ger ku naxwazin sînor bên gûhertin, divê êdî pirsigirêka Kurd çareser bikin. Li ser wî bingehê em berxwedana Urmiyê weke peyamekê ji bo siyaseta Îranê dibînin û bi watedar dibînin.

Serok Apo demokratîkbûna Tirkiyê bingeh digire

Ji aliyê birêz Ocalan ve pêşnûmeyek hat dayîn û KCK’ê jî ev pejirand. Hun li ser vêna çidibêjin?

Mûrad Karayilan: Herî dawiyê Serok Apo pêşnûmeyek ji bo çareseriyê pêşkêşî me û dewletê kir. Ev giha destê me. Me weke rêveberiya tevgera xwe nîqaş li ser kir. Me wek hatî nivîsandin, bi yek destî me pejirand. Di vê çarçoveyê de ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe em amadene. Çarçoveya Serok Apo daniye giringe. Demokratîkbûna Tirkiyeyê bingeh digire. Çareseriya pirsgirêka Kurd bingeh digire. Heyet hat Qendîlê me jî ev yek pêşkêşî heyetê kir. Divê hikûmeta AKP’ê li ser vê yekê bi heyetê re rûne. Lê heya niha pêre ne rûniştiye. Hîna jî biryara xwe ya di vê mijarê de nîşan nedaye. Li ser çapemeniyê dibêjin em jî çareseriyekî dixwazin. Lê heya niha diyar nekirine ka çareseriyekî çewan dixwazin. Serok Apo dibêje divê komisyonên heqîqet, mûzakere, sekreterya pêk bên û divê em heya biharê vê mijarê çareser bikin. Lê heya niha AKP’ê di vê mijarê de nêrîna xwe diyar nekiriye. Lê Serok Apo gotiye ji bo ev mijar paş de nemîne, ji heyetê re gotiye divê di nava deh rojan de hun bên gel min. Lê ev 20 roj derbas bûn, hîna jî AKP’ê ti nîrînek nîşan nedaye. Em di vir de nêzikatiyên AKP û hikûmeta Tirk pir xeter dibînin.

Tirkiyê sînorê xwe ji DAIŞ’ê re vekir

Roja şand çûn Îmralî, di heman demê de 29’ê Mijardarê Tirkiyê li ser sînor rê da DAIŞ’ê. Di 29’ê Mijdarê de hem heyet çû Îmraîliyê û hem jî rê da DAIŞ’ê ku êrîşî Kobanê bike. Lê me û Serok Apo berê gotibû nêzikatiyên li hember Kobanê nêzikatiyên li hemberî pirsgirêka Kurd e. AKP van nêrînên me baş dizane. Heya rê neda ku çapemeniya Tirkiyeyê wê rojê behs bike û ji bo Serokatî nezane. Ji bo Serok peyamekî erênî bide, nehişt bikeve çapemeniyê. Em hikûmeta AKP’ê baş nas dikin. AKP dixwaze heya hilbijartinên 2015’an aramî hebe û piştî hilbijartinan wê helwesta xwe diyar bike. AKP dixwaze cardin tişta 2011’an kirî, dûbare bike. Em rê nadin wê yekê û ger pêngavan navêje, berî hilbijartinê emê dest bi şer bikin. Di pêvajoya Osloyê de Serok Apo protokol amadekir û me jî pêşkêşî hikûmetê kir, hikûmetê jî got, em wê piştî hilbijartinê bersiv bidin. Piştî hilbijartinê jî êrîş kir. Di heman rojê de Îranê jî êrîşî Qendîlê kir. Me jî dît ku Tirkiye hewld dide bi şêweyekî veşartî bi Îranê re li hemberî me şer bike. Heya ev mijar ji bo PDK’ê jî bir. Xwestin weke gerîlayên Srîlanka wisa gerîlayên me jî tune bikin. Her çendî cardin Serokatî Newroza 2013’an agirbest îlan kir, cardin heya niha jî AKP ti gavek navêtiye. Lê em rê nadin lîstikekî wiha. Divê di serî de Erdogan û rayderanên AKP’ê baş bizanin em rê nadin rîskekî wiha. Ger samimyetekî wan hebe, divê gav bavêjin. Ger AKP di vê çerçeveyê de nêz bibe û taloq bike, ev tê wateya şer û tê wateya piştî hilbijartinê li hemberî me şer bike. Çawan weke 2011’an li hemberî me şer kir, tê heman wateyê. Em wisan fêm dikin.

AKP dixwaze PKK’ê tesfiye bike

Cardin dixwazin me tesfiye bikin û bi şer meseleyê çareser bike. Ji ber ku em dibînin xwe amade dikin, bendavan û qereqol çêdikin, qanûnan derdixin. Ev hemû tên wateya şer. Beriya niha li Geverê ciwanê bi navê Rojhat Ozel, beriya wê ciwanê bi navê Ebdulqadir Çakmak li Amedê şehîd kirin. Em vê qebûl nakin. Tu wê her roj ciwanên Kurd li kolanan şehîd bikî, hê benda sedî 10 a ji bo hilbijartinê heye. Ji bo wê em vê qebûl nakin. Ev nêzikatiyên AKP’ê yên şerin. Divê hemû aliyên aştîxwaz vê helwestê bibinin. Ev jî wê bibe sedem ku di bihara 2015’an de şerekî dijwar çêbibe. Her ciwanekî me yê ku şehîd bikeve wê bersiva wê çêbibe. Bila hemû kes bizane ciwanên Kurd ne bêxwedî ne. Em wiha bêdeng namînin. Ji ber bêdeng mayîn ji her tiştî dest berdane. Divê ev ciddiyet ji aliyê hemû kesê ve bê zanîn. Li hemberî vê AKP’ê ji helwesta wê ya li ser rêya şer vegerîne.

Ger bersiva pêşnûmeya Serok Apo neyê dayîn, ev tê wateya şer

AKP pêvajoya aştiyê ber bi şer ve dibe. Ger bersiv nede pêşnûmeya Serok Apo û li gor wê gav navêje, tê wateya pêvajoyê ber bi şer ve dibe. Em ji bo çareseriya di çerçoveya pêşnûmeya Serok Apo de amadene. Divê hemû kes bizane ger AKP wiha dewam bike, wê şerek rû bide. Ev jî ne ku em dixwazin, ji ber ku AKP dixwaze wê çêbibe. Niha di girtîgehan û kolanan de zilma herî mezin li ser girtî û gel dimeşîne. Ji bo wê jî em di zimanê wan de çareseriyê nabînin. Ji bo wê jî em ji niha de dibêjin divê hemû alîgirinên aştiyê li hemberî AKP’ê helwestê nîşan bidin.

Serok Apo tevlî kongreya PKK’ê dibe

Piştî çareseriyê wê rewşa gêrîlla çawa be?

Mûrad Karayilan: Serok Apo di pêşnûmeyê de destnîşan kiriye. Dibêje ku divê mûzakere destpê bike, komisyona heqîqet û mûzakere destpê bike. Dibêje, ez wê 15’ê Sibatê bi komisyona heqîqatê re baxivim. Dibêje ger pêvajo bigihe encamê, em wê di 15’ê Adarê de li hemberî dewleta Tirk şerê çekdarî rawestînin. Em wê kongreya PKK’ê ya mezin kom bikin û 15’ê Nîsanê de nîqaş bikin û hêza gerîlla ya li Bakurê Kurdistanê çilê bê. Yan bibe hêzekî siyasî yan derbasî cihekî din yê têkoşîn lê heyî bibe. Wê di kongreyê de ji bo vê biryar bê dayîn. Lê niha di rojeva me de meseleya çek berdanê nîne. Niha ji ber li dijî DAIŞ’ê rolekî giring dilîze, meseleya çek danînê nîne. Heya ku ev kongre pêk hat û divê divê kongreyê de Serok Apo jî beşar bibe, li wir biryara hat dayîn, wê pêk were. Ev di pêşnûmeyê de hatiye zelal kirin.

Divê hikûmeta Başûr piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê

Ji bo pêvajoya çereseriyê ya li bakûrê Kurdistanê çi rol dikeve ser milê aliyên kurd ên Başûrê Kurdistanê?

Mûrad Karayilan: Ger di rastiyê de Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser bike, wê hemû parçeyên Kurdistanê, Başûr, Rojava û Rojhilat jî sûd i vê wergirin. Ger dewlet dest ji van siyasetên xwe yên înkarkirinê berde, wê pirsgrêka Kurd bi giştî were çareser kirin. Di vê de herî zêde berjewendiyên gelê Başûrê Kurdistanê heye. Ji bo wê jî divê hikûmeta Herêma Başûr û gelê kurd ê başûr piştgiriya çareseriyê bikin. Ji bo wê jî em dibêjin dema em Kurd bi giştî xwedî siyasetekê bin, wê bandorekî xwe ya mezin li ser çareseriya pirsgirêka gelê Kurd jî hebe. Ji ber ku şêwazê AKP’ê yê niha ji yên hikûmetên pêşiya xwe hîn durûtire. Dibêje ez wê hin Kurdan bidim gel xwe û hinan jî ji holê rakim. Ev nêzikatiyekî pir xetere. Ji dema AKP hatiye ser desthilatdariyê heya niha tenê durûtiyê dike. Tenê daxive. Niha AKP dibêje me li başûrê Kurdistanê şaştî kir. Dibêje dema DYA mûdaxeleyî Iraqê kir, me di meclisê de teskere neda, me şaştî kir û ger me mûdaxele kiriba wê ev derfetên Kurdan ên li Başûr nehatan bidestxistin. Lê dibêje, ger ev çêbûye, em divê nehêlin li beşên din jî weke Rojava û Bakûr çêbibin. Ji ber ku AKP dijminê gelê Kurd e.

Peyama we ya dawî?

Mûrad Karayilan: Wekî RojNews hûn ajansekî nû ne, ez xêrhatina we dikim. Ev demek dirêje ez di çapemeniyê de derneketime û min rasterast ji bo gelê me yê li Başûr ne axiviye. Ez keyfxweşim ku bi rêya we peyama xwe bigihînim gelê Başûr. Gelê me yê Başûr gelekî fedekdar, di helwest û netewîbûna xwe de dîrokek nivîsandine. Ez di wê baweriyê de me siyaseta ku tevgera me birêve dibe, ji bo parastina gelê me yê li başûrê Kurdistanê ye. Pêşxistina helwesta netewî derfetekî wiha dide û ji bo gelê me jî rûbirûyê DAIŞ’ê bibe, çi tişta bikeve ser milê me, emê bikin. Tevlîbûna me ya ji bo Şengalê, fedekariyek bû. Ev erkê li ser milê me ye û divê gelê me yê Başûr, bi vî awayî têbigihe ku PKK dixwaze destkeftiyên gelê me biparêze.

Divê em stratejiya xwe ya di eniyên şer de berfirehtir bikin

Li beramberî şerê li dijî DAIŞ’ê tê meşandin, stratejiyekî nerm tê rêvebirin ango parastinekî nerm heye. Bi baweriya me divê ev parastin bê çalakirin. Li sînorê Kerkûk, Mexmûr û Şengal bi awayekî hê çalaktir parastin bê kirin. Lewra em dibinin DAIŞ dixwaze ji kûderê êriş bike û divê em di eniyên şer de stratejiya xwe geştir bikin û bi taktîkên çalak, dest bi êrişan bikin.