1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Karger g2 û Tiştên Nû
Karger g2 û Tiştên Nû,karger,g2,û,tiştên,nû

Karger g2 û Tiştên Nû

A+ A-

Ez wekî yek ji pêşvebirên Kargerê, dema Karger tê gotin Amîda Kurd tê bîra min. Amîda Kurd ji dema ku Karger g1'ê bi kar tîne û heta îro, bê nîqaş, di warê teknolojî û înteraktîvîtê de yekemîn malpera kurdî ye. Di warê xwe de hîn jî yekemîn e.

Wekî mînak:
Rûpela Ehmed Huseynî
Rûpela Arjen Arî
Rûpela Beghyani Shadi Sharin

Dema tu li van rûpelan binihêrî, tu dibînî ku pergaleke bi vî rengî serê salên 2000'an de bi kurdî hebûya, dê rewşa malpersaziya kurdî îro di asteke geleke cuda de bûya. Çima?

Ji ber ku rûpela her nivîskar û endamekî serbixwe ye. Înteraktîf e, yanî hem bikarhêner dikare ji endam re binivîse, hem endam dikare bersiva bikarhêner bide. Serbixwe ye, ji ber ku her endam dikare nûçe û qunciknivîsên xwe bi cih bike û biweşîne.

Ji ber Facebookê em dereng man, lê dîsa jî gelek taybetiyên me îro di pêşiya Facebookê de ne. Mînak, nivîsên nivîskarên Amîda Kurd li gor beşan hatine belavkirin. Dema tu li rûpela Rêzan Tovjîn binihêrî, tê bibînî ku vî endamî di kîjan beşan de çend nivîs weşandiye. Mînak tê dîtin ku di beşa Helbest de 8 nivîsên endam hene.

Lê di malperê de bi navê Rûberg jî beşek heye, ku tu têkevî rûbergê, tu tevahiya hemû helbestên hemû endaman dibînî. Ev taybetî hemû ji bo karê bikarhêneran were hêsankirin, ji bo arşîvek bi rêk û pêk derkeve holê, ji bo tiştekî mayînde çêbibe.

Ji ber Facebookê em dereng man, tevî ku taybetiyên me yên zêdetir jî hene. Em dereng man, an ji ber di destpêka salên 2000'an de zanebûna me ya nivîsbariyê ne di vê astê de bû? Helbet ji ber ku me evqasî PHP nizanibû. Proje di serê me de amade be jî, nivîsandina PRN'yeke bi vî rengî bihayekî zêde diviya. Îro jî tu fîrma di bin 15.000$'an re naxwazin.

Tu tiştek divê dereng nemîne. Divê mirov di dema wê de pêk bîne. Mixabin zanebûna nivîsandina nivîsbariyê jî dereng gihaşt me. Em wekî netew di vî warî de jî li dawiya neteweyan e. Lê dîsa jî, tenê di vî warî de şensek me heye ku em dikarin têkevin pêşiya cîhanê. Ev şensa me jî tune, ji ber ku bala me ne li ser vê ye jî.

Ji bo pêşketinên nû Karger g2


Rêveberê Amîda Kurd birêz Mahabad Felat Arda, bi qasî salekê ye me bi ser guhertoya nû ya pergalê ve dehf dide. Lê mixabin şert û mercên jiyanê û bi dehan cihên xwerexneyan, nehiştin em guhertoya nû zûtir derxin holê.

Di Karger g2 de tiştên nû çi ne?

1- Vîdeo li nûçe û nivîsan dikarin bên siwarkirin. Formata vîdeoyan çi dibe bila be, pergal wê vediguhezîne formata webê.
2- Dosya li nûçe û nivîsan tên siwarkirin. Êdî ne bi riya FTP'ê, lê ji hundir pergalê dosya dikarin bên siwarkirin.
3- Rûpelên serbixwe dikarin bên afirandin; ji bilî nûçe û qunciknivîsan rûpelên serbixwe êdî dikarin bên afirandin. Ev ji bo proje, dosya, mijarên serbixwe girîng e.
4- Salnameya Çalakiyan; êdî çalakiyên pêşeroj û paşerojê dikarin bi riya salnameyê bên şopandin.
5- Dîzayneke Bikêrhatî; êdî di dîzayna nû de endamên ku ne nivîskar in jî, dê xwe bibînin. Her wisa mentiqa Rûbergê di dîzayna nû de bêhtir derdikeve pêş. Ji ber ku mentiqa Rûbergê di guhertoya borî de gelekî hate ecibandin û bi ser ket.
6- Sazî û dezgey dê bêhtir xwe li serûpelê îfade bikin. Beşa Daxuyaniyan êdî ji Serûpelê dê were şopandin.

Bi guhertoya nû ya Kargerê, Amîda Kurd dê ferqa navbera xwe û malperên din hinekî din firehtir bike. Bi arşîva vîdeo û dosyayên din, dê Amîda Kurd cihekî girîngtir bistîne.

Nîşe: Di guhertoya nû de hemû naverokên niha yên Amîda Kurd hene.


Bêjeyên Miftehî