1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KCD xebatên xwe yên rêxistinbûnê didomîn e
KCD xebatên xwe yên rêxistinbûnê didomîn e,kcd,xebatên,xwe,yên,rêxistinbûnê,didomîn,e

KCD xebatên xwe yên rêxistinbûnê didomîn e

A+ A-

Li Amedê, di çavçoveya xebatên rêxistinbûnê yên KCD'ê 4'emîn Konferansa Asayî ya Konseya Bajarê Amedê dest pê kir û dê 2 rojan bidome. Her wiha di heman çarçoveyê de Meclîsa Navçeya Silopiyê jî avakirina xwe îlan kir.

Xebatên Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ên di çarçoveya rêxistinbûna meclîsên navçe û bajaran didome. Di çarçoveya xebantan de 4'emîn Konferansa Asayî ya Konseya Bajarê Amedê li Salona Vedat Aydin dest pê kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Surê Abdullah Demîrbaş, Şaredarê Erxaniyê Fesîh Yalçin, Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Şaredara Lîcê Fîkriye Aytîn, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Mehmet Emîn Aydin, serokên rêxistinên BDP'ê yên navçeyan, keyayên gund, DÎA-DER, MEYA-DER, TUAD-DER, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, ruspiyên civakê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civak jî di nav de 400 delege tevlî bûn.

Di konferansê de Huseyîn Xîzrî hate bîrxistin

Di salona konferansê de pankartên "Bê parastina rewa hebûn nayê parastin, yên ku komîna wan tunebe azadiya wan jî tune ye", "Em konferansa xwe diyarî Huseyîn Xizrî yê nemir dikin" û "Ziman beden e, çand beden e, erdnîgarî beden e dest nede bedana min" û wêneyên Siyasetmedarê Huseyîn Xizrî hatin daliqandin. Her wiha di salona konferansê de wêneyên parêzvana mafên mirovan Zeynep Celaliyan a ji aliyê dewleta Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hat û Parlementerê DEP'ê Orhan Dogan û Huseyîn Xizrî jî hatin daliqandin.

'Bi doza KCK'ê AKP'ê niyeta xwe diyar kir'

Ji bo dîvana konferansê Berdevkê KCD'ê Cemal Coşkun, Alîkara Şaredarê Yenîşehîrê Guler Menteş û Endamê Meclîsa Bajar Omer Onen hatin hilbijartin. Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Berdevkê KCD'ê Cemal Coşkun, axaftina vekirina konferansê kir û anî ziman ku hikûmeta AKP jî wekî hikûmetên berê bi heman polîtîkayan tev digere û wiha got: "Bi temamî li gorî bîrdoziya dewletê ya yekpare, nijadî û nîjadperest umrê xwe dirêj dike. Ji hikûmetê berê taluktir li hemû qadan qirkirinan pêktîne." Coşkun, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê piştî têkçûna hilbijartinên herêmî yên di 29'ê adara 2009'an de êrîş li nûnerên gelê kurd kir û wiha pê de çû: "Hikûmeta AKP'ê bu doza KCK'ê niyet û sekna xwe nîşan da. Zimanê gelê kurd jî nayê qebûl kirin. Di serî de Konseya Bajarê Amedê û hemû kesên din berpirsiyare in."

Konferan ji çapemeniyê re girtî didome. Konferans dê sibê bi dawî bibe.

Konferansa Meclîsa Navçeya Silopiyê jî pêk hat

Li Navçeya Silopiyê ya Şirnexê jî 1'emîn Konferansa xwe li avahiya BDP'ê li dar xist. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Silopiyê Bahattîn Alkiş, Şaredarê Silopiyê Emîn Togurlu, rêveberên BDP'ê û jî di nav de 170 deleg jî tevlîbûn. Di salonê de pankartên "Em xweseriya demokratîk, Serok Apo silav dikin", "Sazkirina xweseriya demokratîk nêzîkatiya Rojê ye", "Rexistibûyîn xweserî ye, xweserî azadî ye" û "Yekemîn xweseriya demokratîk a navçeya Silopî li gelê me pîroz be" hatin daliqandin. Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir.

DÎHA (ft/mae)