1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Keleha Gabar an Keleka Duser
Keleha Gabar an Keleka Duser,keleha,gabar,an,keleka,duser

Keleha Gabar an Keleka Duser

A+ A-

Keleha Caber an jî bi navê xwe yê berê Duser.

Keleha Duser hezar û 400 sal berê hatibû avakirin û heta roja me ya îro malavayiha gelek şaristaniyan kiriye. Herî dawî jî bi destê şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ji destê çeteyên DAIŞʹê hate rizgarkirin.

Kelha Duser - Dûser li ser çemê Firatê ye û 50 km dikeve rojavayê bajarê Reqayê. Li gora dîroknasanan salên 582-609 piştî zanînê ji aliyê Şahê Hîrayê (Iraq’a îro) Nûman Mûnzirê ku wek eyaletek Sasaniyan bû ji bo parastina sînorê xwe hatiye avakirin.

Keleha Duser an jî Caber  a li Bakûrê Sûriyê, li berava rojhilatê Çemê Firatê dikeve, 50 Km rojavayê navenda bajarê Reqqayê, 10 Km dûrî Bendava Firat û 104 Km li Başûra Kobanê ye. Beriya bendav bê avakirin û gola El-Asad çêbibe, Keleh 4 km dûrî ava çemê Firatê bû. Lê bi avakirina bendavê re (1975) cihê kelehê veguherî giravek di ava Firatê de.

Keleh li ser girekî Kilsî yanî axakomkirî (Calcareous) ve hatiye avakirin. Lûtkeya wê 347 m jor asta deryayê re ye. Firehiya wê jî ji bakur ber bi başûr ve 320 m û ji rojhilat ber bi rojavayê jî 170 m ye.

Navê Dûser çawa bû Caber

Hin çavkaniyên ji Desteya Şûnwaran a Herêma Cizîrê jî diyar kirin ku navê Dûsûr ku berê li kelhê dihat kirin ji gotina Dû-sûr  bi kar hatiye. Niha jî li Kelehê du sûr hene. Du sûr yan jî Du ser di heman wateyê hatiye bikaranîn.

Pîştî Îslam li herêmê belav bû êlên Ereb hatin herêmê  di sedsala 11’emîn de dema Mîr Caiber bin Sabiq El-Quşeyrî (Sabiq El-Dîn) kelha dagir kir, navê xwe lê kir. Êla Caber hîn jî li herêmê jiyan dikin.

Eyûbî û Osmanî demek dirêj li Kelehê man

Di sala 1086‘an de jî Sultan Melikşah Bin Alp Arslan kelha roj û şevekê dorpêç kir û xist bin kontrola xwe. Li gora hin dîroknasa Melîkşah  ku hemû şêniyên kelheyê ji şêniyên Quşeyrî kuştin. Lê paşê di 1168’an de Nûrelldîn El-Zinkî dest danî ser kelheyê û nêzî 42 salan di bin serweriya wî de ma. Eyûbî jî qasî 50 salan serweriya li ser kelhê kirin.

Kelha Duser di sala 1260’yan de jî Holako kelha ruxand. Paşê Memlûkiyan di sala 1334’an de car din kelha ava kirin.

Osmaniyan gora Suleyman veguhastin kelehê

Gora Silêman Şah ku wek kalikê avakerê împaratoriya Osmanî Osman Ertuxril bû, dema dixwaze biçe herêmên di bin desthilatiya Selçûkiyan li vir  di sala 1227’an dimre û tirba wî li derdorê kelhê bicih dikin.  Piştî hilweşandina împaretoriya Osmanî û hatina deshilatiya Fransayê, herdu aliyan di xala 3’emîn a peymana Lozan (1923) û xala 9’emîn a peymana Anqere (1921) lihev kirin ku Kelha Caber weke erdekî Tirkiyê hesibandin û ala Tirkî li ser bê rakirin.

Lê paşê di sala 1968’an de dema projeya avakirina bendava Firatê derket holê, ku li gora wê ew ê rêjeya ava çemî 30 m bilind bûba û gora Silêman Şah binav bibûya, Tirkiye îsrar kir ku cihê gora Silêman Şah bê guhertin. Îcar li gora lihevkirinê, gora wî rakirin Qereqozax.

Şûn û war


Li dora wê jî 2 sûrên mezin digerin. Di navbera wan de tenê çend metre hene. Di van sûran de jî zêdeyî 35 burcên parastinê  hene. deriyê kelheyê jî li aliyê rojava ye. ji wir korîdorek tê pêşiya mirovî û digihêje holeke mezin ku li Burc Aliya bi dawî dibe. dîsa gelek korîdorên din ku her yek mirovî digihîne cihekî kelhê hene.

Li navenda wê jî mizgeftek hatibû avakirin, ku heya minareya wê di lutkeya kelhê de diyar e. li aliyê başûr rojavayê wê jî gelek mal hatine avakirin, ku tê payîn yên qiral û mîrên kelhê bûn.

DAIŞ dîrokê ji holê radike

Di nav aloziya Sûriyê de jî gelek hêz di ser vê kelheyê re derbas bûn, ku van ziyanek mezin gihandin şûnwarên wê. Di sala 2012’an de komeke çekdaran derbasî kelheyê bûn û pûtê Xwedawend Îştar di nav de gelek entîke ji muzaya wê dizîn. Çeteyên Cebhet El-Nusra jî di ser vê kelheyê re boriyan û ziyan gihandinê da ku herî dawiyê di sala 2014’an de kelhe ket destê çeteyên DAIŞ’ê.

DAIŞ’ê kelhe veguherand navendeke “terora” xwe, ku li vir li gora agahiyên ku koma “Reqqa bê deng tê kuştin” parve kirin gelek kes serjê kirin û kuştin. Her wiha li gora agahiyên heman komê, DAIŞ’ê entîkeyên kelheyê (ku dîroka wê vedibêjin) derdixistin û li Tirkiyê difirotin bazirganên şûnwaran.

Xezeba Firatê Caiber rizgar kir.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî ku bi sedan gundên rojavayê bajarê Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, di roja 27’emîn a hemleya rizgarkirina Reqqayê de, Kelha kevnare ya Caiber ji pencên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.


Bêjeyên Miftehî