1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Kişanak: Dê kurd bi kurdî biaxifin
Kişanak: Dê kurd bi kurdî biaxifin,kişanak,dê,kurd,bi,kurdî,biaxifin

Kişanak: Dê kurd bi kurdî biaxifin

A+ A-

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, der barê ‘Doza dîrokî’ de diyar kir ku biryara ku dê tevli danişînan nabin wekî sekneke bi rûmet e û dê heta dawiyê piştgiriyê bidin hevalên xwe. Kişanak, da zanîn ku hikûmeta AKP’ê û vîna siyasî ya ku li pişt dadgehê disekine divê baş bizane ku tu kes nikare kurdan asteng bike.

18'emîn rûniştina 'Doza dîrokî' ya siyasetmedarên kurd û parazwanên mafên mirovan li 6'emîn dadgeha Cezayê Giran a Amedê di nav gengeşiyê de dom kir. Gultan Kişanak, destnîşan kir ku operasyona qirkirina siyasî di salona dadgehê de dom dike û wiha got: “Parastina hevalên me tê astengkirin û ji ber wê jî salona danişînê terk kirin. Em sekna siyasetmedarên kurd di cih de dibînin û piştgiriyê didin. Ev danişîna ku pêk tê dê di nav rûpelên dîrokê de wekî lekeyek derbas bibe û wekî vahşeta ku li Girtîgeha Amedê.”

Kişanak, daxuyand ku siyasetmedarên kurd tenê xwastin bi kurdî biaxifin û hatin bêdengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê her kes wî tiştî baş bizane ku wekî li her derê cîhanê, li vir jî gel daxwaz dike ku bi ziman û nasnameya xwe bijî. Kurd bi kurdî diaxifin û divê ev tişt bê qebûl kirin. Parastina bi zimanê kurdî tê astengkirin û di 18’ê min danişînê de ji hevalên me nayên guhdar kirin. Em tu carî nabîn parçeyeke wê şanoyê.” Piştî axaftinê hevserokên BDP’ê heyeta ku ji Ewropayê hatî re hevdîtin pêk anî.

DÎHA (aw/mae)