1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KNK'ê rejîma Îranê û darvekirina Xizrî şermezar kir
KNK'ê rejîma Îranê û darvekirina Xizrî şermezar kir,knk,ê,rejîma,îranê,û,darvekirina,xizrî,şermezar,kir

KNK'ê rejîma Îranê û darvekirina Xizrî şermezar kir

A+ A-

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê darvekirina ciwanê kurd Husên Xizrî şermzar kir û got: "Rejîma Îranê, carek din îmze avête bin hovîtiyeke derîmirovahiyê û ciwanê kurd Hûsên Xizrî darda kir."

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) helwesta rejîma Îranê ya li dijî darvekirina ciwanên kurd bi zimanekî hişk şermezar kir. KNK'ê der barê helwesta Îranê û darvekirina ciwanê kurd Hûsên Xizrî de daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Piştî 8 mehên bi êşkenceyên giran û girtina hucreyên yekkesî de, derxiste pêşberî dadgehê û bêyî parêzer û parastinê, di nava 10 deqîqeyan de bi cezayê dardakirinê ceza kir. Helwesta Îranê ku xwe wek Komara Îslamî bi nav dike, bi dardekirina ciwanên kurd û siyasetên li dijî gelê kurd; dijminatiya ola îslamî, baweriya Cenabê Elî û zarokên Elî, Huseyn û Hesen, dijminatiya "şerî'at"a cenabê Mihemed dike."

KNK'ê da zanîn ku Rejîma Îranê, bi navê Xweda û Îslamê, bi dewleta Tirk re kiryarên faşîzane, li dijî gelê kurd dike pratîkê û wiha berdewam kir: Ji sala 2007 û vir ve, dardekirina 8 ciwanên kurd, herî dawî dardekirina ciwanê kurd Husên Xizrî nîşaniya kiryarên dirrindeyî û hovane ye. Ne Xweda, ne pêxember û ne jî, mirov vê kiryara hovane û dirrinde erê dikin."

Rejîma Îranê li gel ciwanan malbatên wan jî ceza dike'

KNK'ê, daxuyand ku rejîma Îranê, ne tenê li dijî ciwanên digire û bi cezayê dardekirinê ceza dike; li dijî malbatên wan jî serî li kiryarên derî exlaqî û derî insanî dide û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Mînaka helwesta rayedarên Îtlaatê ya Umrmiyê, ku li hemberî bavê Hûsên Xizrî, Elî Xizrî nîşan da û bûne sedema qeyrana dil û mirina wî; dîsa girtina malbata Hebîbûllah Letîfî û mînaka jehrdayina gerilayên Kurd berî bi salekê, mînaka siyaseta li dijî tevahiya gelê kurd e. Rejîma Îranê, bi kîndariyeke qirkirinê û tunekirinê nêzîkî gelê kurd dibe û wiha pêde çû: Bêguman wê gelê kurd jî, siyaseta xwe ya li hemberî rejîma Iranê dibin çavan re derbas bike. Em weke KNKe, di vê pêvajoya dijwar û dîrokî de, bala tevahiya kurdan dikişînin ser bûyer û pêşketinên dawî û dibêjin; ne tenê gelê kurd li Rojhilat, ne tenê gelê kurd li Bakur û Başûrê Rojavayê Kurdistanê di bin talûkeyê de ne; tevahiya gelê kurd li 4 parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dibin tehlokê de ne."

KNK'ê da zanîn ku nûnerên gelê kurd li li derveyî welat Frensa, Italya, Espanya û Elmanya jî têne girtin û herî dawî endmaê KNK'ê Nizameddîn Toguç, li Wenedîkê hate girtin û hîna jî li Italya tê dadgehkirin.

KNK'ê siyaseta rejîma Îranê û dardekirina ciwanên Kurd û herî dawî dardekirina ciwanê Kurd Hûsên Xizrî bi tundî şermezar kir û wiha dawî li daxuaniyê anî: "Em weke KNKê, careke din bang li gelê kurd teva, li partîyên siyasî teva dikin ku rewşa xwe dibin çavan re derbas bikin û fêm bikin ku çareserî û dahatûya gelê Kurd ya azad û jiyana bi rûmet, di pêkanîna Yekîtiya Neteweyî de ye. Heya ku tifaqa Kurdan pêkneyê, dagirkerên Kurdistanê, wê siyaseta qirkirin û tunekirina kurdan bidomînin û di her kiryarê de dilê gelê kurd dax bidin. Pêwiste bê zanîn ku ne têkiliya Rejîma Îranê û bi dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê re heye. Di demek e ku doza qirkirina siyasî li Amedê dewam dikir de û desthilatdariya AKPê, ji bo mijarê biguhere, dabaşa peykerên ucube derxiste pêş, rejîma Îranê jî ciwanê kurd Hûsên Xizrî bi awayekî dirindeyî dardekir. KNK rejîma Îranê şermezar dike û bang li nûnerên kurd û partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û civakî yên cîhanê teva dike ku li dijî kiryarên hovane û dirrindeyî, dengê xwe bilind bikin." KNK'ê ji welatên ewropayê ku xwe wekî pêşengê demokrasiyê dibînin jî rexne kir û xwest li peymanên xwe xwedî derevin.

DÎHA (mae)