1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. KRP bi zimanekî tûj bersiva Goran da.
KRP bi zimanekî tûj bersiva Goran da.,krp,bi,zimanekî,tûj,bersiva,goran,da

KRP bi zimanekî tûj bersiva Goran da.

A+ A-

Li Herêma Fedaral a Kurdistanê Serokatiya Herêma Kurdistanê (KRP) bi zimanekî hişk û tûj bersiva bangewaziya Tevgera Goran a wekî 'Bila hikûmet îstîfa bike û parlemento jî bê fehskirin' da. Serokatiya Herêmê ji Goran re ev bersiv da: "Li tu aliyekî jî nayê qebûlkirin ku hin derdor rewşa Herêma Kurdistanê û jiyana gel têk bidin. Em ê di zûtirîn demê de bersîva vê bangawaziya têkbirinê bidin."

Piştî ku duh bi şev Tevgera Goran di televizyona xwe KNN û di malpera fermî ya înternetê "sbeiy.com" de daxuyanîyek da û daxwaza feskirina hikûmet û Parlementoya Herêma Kurdistan kir. Serokatiya Herêma Kurdistanê 'KRP' bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Tevgera Goran da. 'KRP' dibêje: "Tevgera Goran bi riya televizyona KNN ve bi awayekî neyasayî daxwaza guherîna Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû rewşê dike. Her guhertinek li rewşa Herêma Kurdistanê bê kirin divê li riya sindoqa dengdanê ve bibê ne ku bi awayekî nedestûrî û neqanûnî. "

Serokatiya Herêmê: Em ê bersivê bidin tevlîheviya Goran

Serokatiya Herêmê bangewaziya Tevgera Goran bi zimanekî tund bersivand û wiha got: "Li tu aliyekî nayê qebûlkirin rewşa Herêma Kurdistanê û jiyana gel tevlihev bike. Daxwaz ji hemû gelê Kurdistan, alîgir û endamên hemû partî û aliyê siyasiyên Kurdistanê dikin ku hişyar û agahdarî vê planê bibin. Ev plan bi mebesta têkbirina wan hemû destkeftiyan e yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin. Em ê di zûtirîn demê de bersîva vê bangawaziya têkbirinê bidin."

DÎHA (ssq/ar/tt)