1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Kurdên Mehmûdî yên ser Çemê Firatê
Kurdên Mehmûdî yên ser Çemê Firatê,kurdên,mehmûdî,yên,ser,çemê,firatê

Kurdên Mehmûdî yên ser Çemê Firatê

A+ A-

Li gor belgeyên Dr. M. Izady ku di malpera Gulf2000 Columbia Education de hatine weşandin, herêmên ku vê heftiyê YPG/YPJ û QSD'ê (Hêzên Federal ên Rojava) standine, cihê êla Mehmûdiyan e.
Li gor belgeyên Dr. M. Izady, ku li jêra vê gotarê em orjînalên hemûyan diweşînin, li rojavayê bajarê Reqayê, peravê Çemê Firatê êla Kurd a bi navê Mehmûdî hebû.
Wekî tê zanîn îro Hêzên Federal û milîtanên DAIŞ'ê li dora gundên Mehmûdîyê şerekî dijwar dikin û azadkirina gund nêzîk e.
Der barê nîqaşên wekî "gelo ew der axa kê ye", an "gelo li wir Kurd hene, an na?" de belgeyên dîrokzan û lêkolîner Dr. M. Izadyê ronahiyê tîne mijarê û nîşan dide ku ew der cihê êla Kurd Mehmûdiyan e.
Helbet YPG, YPJ û QSD ne bi armanceke nijadperestî û klasîk bi pêşve diçin û armanca sereke û mezin azadkirina hemû gelên Rojavayê Kurdistanê ye. Helbet wekî birêz Öcalan jî di dema hevdîtinên Çareseriyê yên 2013'an de gotiye "welatparêzî, parastina axê, çandê û dîrokê ye" û têkiliya vê bi nijadperestiyê re tune.
Ji ber vê yekê nîqaşên wekî "gelo çima YPG axa Ereban rizgar dike" û "Kurd çima bende rizgarkirina gelên din dikevin" nîqaşek nijadperest, hov û kevin e.
Heke Amerîka û Rûsya ji wî aliyê cîhanê tên heta vî alî û ew qas ked û derfetan ji bo vir xerc dikin, nexwe gelê herî qedîm ê ser vê axê Kurd, divê ji her kesî çêtir welatparêziyê û parastina axa xwe bike. Di dema vê parastinê de parçekirina gelan, nijadan, olan û mezheban jî tu fêdeyê nade gelên Rojhilata Navîn û herî pir Kurd ji vê yekê direvin.
Ji bo dîtina nexşeyên navborî li galeriya jêrîn binihêrin.