1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Kurdên Êzdî di arşîva Gertrude Bell de
Kurdên Êzdî di arşîva Gertrude Bell de,kurdên,êzdî,di,arşîva,gertrude,bell,de

Kurdên Êzdî di arşîva Gertrude Bell de

A+ A-

St

 

Kurdên Êzdî di arşîva Gertrude Bell de

 

Gertrude Bell (1868-1926); arkeolog, nivîskar, helbestvan, rêwî û a herî giring, sixureka navdar a Împaratorîya Brîtanyayê ye.Di dema şerê cîhanê ya yekem de, li rojhilata navîn û bi taybetî li Kurdistanê, ji bo berjewendiya Brîtanyayê, karên girîng pêk anîne. Her wiha berhemên hêja jî tomar kirine û arşîveke kêrhatî û dewlemend ji bo lêkolînerên kurdan, li dû xwe hiştîye. Bell cara yekem di sala 1909-an de berê xwe dide Kurdistanê û rêwîtîyan pêk tîne. Di bin kirasê arkeologîyê de, agahîyan tomar dike û ev agahî jî, ji bo pêşeroja Brîtanyayê dinirxîne. Ji ber ku di karê xwe de pir serketî ye, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku, li Rojhilata Navîn polîtîka Brîtanyayê ya di şerê cihanê ya yekem de, ji hêla Gertrude Bell ve hatîye amadekirin. Her çi qas, hewl û helwesta Bell di wê demê deli dijî berjewendîyên gelê kurd be jî, ev arşîva wê a dewlemend ji bo lêkolînerên kurd, arşîveke hêja ye. Bell, li gelek deverên Kurdistanê gerîyaye,wêneyên cih û bermayîyên dîrokî girtîye û li gel gelek kesayetên dîrokî hevpeyvînan pêk anîne. Yek ji rêwîtîyên xwe de, Gertrude Bell, arkeolog û sixura înglîzan a navdar, berê xwe dide Çiyayên Şengalê û Baadrê, ên ku herêmên kurdên êzdî ne. Tarîxa çûyina wê, Gulana sala 1909-an e.

 

Li ser reya xwe a ber bi Şengalê ve, rastî eşireke kurdên êzdî dibin, û Bell ji rêberê xwe Fattuh, di der barê kurdên êzdî de pirsan dike û bersîvên Fattuhê rêberê wê, ji bo wê gelek balkêş in.

 

Dixwaze bi wan kurdan re hinek biaxive û agahiyên berfireh di der barê wan da bigre. Kurdên êzdîyên wê eşîrê, bersiv didin û dibêjin ku divê Bell here Baadrê, Lalîşê û Şêxan ji bo mezinê kurdên êzdiyan ê wê demê, Mîr Elî Begî bibîne. Peşniyara çûyina wê a li wan deverên xwe ên pîroz dikin. Gertrude Bell jî, ji ber ku pir dixwaze wan deveran bibîne, li gel rêber û koma xwe dikevine rê...

 

Di der barê vê rêwîtîya xwe de, du belgeyên kêrhatî di arşîvê wê de hene. Yek ji wan, nameyek e (nameya Bell di der barê kurdên êzdî da), ku ji malbata xwe re şandîye, a din jî, nivîseke dirêj e ( beşa rojnivîskê Bell di der barê kurdên êzdî de) ku di nav rojnivîskên wê de cih girtîye. Her du belge jî, di heman tarixê de hatine nivîsandin. 7-ê Gulana 1909-an de. Ji vî agahî em têdigihijin ku, Bell, di vê tarîxê de serdana Mîr Elî Begî kirîye.

Ji dîroka kurdên êzdî jî xuya ye ku Mîrê êzdiyan ê wê demê Mîr Elî Beg e. Hevjîna Mîr Elî Beg jî Meyan Xatûn a binavûdeng e. Di sala 1909-an de, weke ku Bell nivîsandîye, kurekî wan î bi navê Seîd jî heye û ew Seîd jî, weke tê zanîn, piştî mirina bavê wî, wê bibe Mîr Seîd Beg ê mîrê êzdiyan. Mîrê êzdiyan ê vê demê, Mîr Teshîn Seîd jî kurê Mîr Seîd Begî ye û heya vêga jî mîrê êzdiyan e. Li vira divê girîngîya Meyan Xatun jî bê destnîşankirin, ji lew re, piştî mirina Mîr Elî Begî di sala 1913-an de, ji ber temenbiçûkbûna kurê xwe Seîd, Meyan Xatûn peywira mîrîtî hilgirtîye li ser milên xwe, û heta 1933-an jî, li ser navê kurê xwe mîrîtî domandîye. Piştî mirina Mîr Seîd Beg ê kurê xwe, di sala 1944-an de jî, vêca heta Mîr Tehsîn Seîd mezin dibe, dîsa ew peywir hildigire û vêca li ser navê neviyê xwe mîrîtîyê didomîne. Û di sala 1957-an da koça xwe a dawî dike. Divê ji bo Meyan Xatun lêkolîneke dûr û dirêj bête kirin, lewre ji bo jinên kurd mînakeke hêja û bêhempa ye ji ber têkoşîn û hilgirtina berpirsyariya malbat û êla xwe ve. Bell, qala Meyan Xatûnê jî dike di belgeyan de. Vêga em vegerin li ser mijara serdana Gertrude Bell-ê, ya Mîr Elî Begî li Baadrê.

 

Naveroka nameyê wê ya di der barê vê seredanê de bi kurtahî wiha ye:

 

“ 7-ê Gulana 1909-. Ez îşev mêvanê oldarê mezîn ê, ên "melekê nebaş" dihabînin im, lê divê bê gotin ku, bi rastî ew ne wisa nin, mirovên li dijî wan, wan wiha binav dikin. Di saet 10:30-an de, em gihiştne wê malê. Ewî (Mîr Elî Beg), bi mêvanperwerî pêşwaziya min kir, ji bo min şand qehwê, û xwest ku em li mala wî bimînin. Lê min xwest ku di konê xwe da bimînim ji ber ku, demsala kêçan dest pê kiribû. Fattuhê rêberê min, vê rewşê, bi zimanekê xweş rave kir û got, ku em mêvanê hêjayiya wî ne, çi li devê derî be, çi di nav mala wî de be. Elî Beg jî pejirand û got ku hun çawa bixwazin, bi dilê xwe ne. Elî Beg û peyayên wî, xwedî rûyên dirêj û tûj bûn, weke wan nexşên Asûriyan. Baweriya êzdiyan nepenî bû…….................

Pêşî de jî min êzdî li çiyayên Helebê dîtibûn û ewan gotibû ku Elî Begê qala wî dikin, mezinê wan tevan e. Min vê yekê jê pirs kir. Got, “Mezinê me tevan, Xwedê ye” li gel hewlek a bê guman û cidî ve.

Piştî, ez birim li ba jina wî, a ku jineke balkêş û bihêz bû (Li vira qala Meyan Xatûnê tê kirin-X.Xerzan). Jinên êzdiyan ne girtî û veşartî bûn. Fistaneke binefşî a ji pembû hatibû çêkirin li xwe kiribû, bi çarikeke spî, serê xwe û çenê xwe ve pêçabû ( lê ne rûyê xwe), serpûşeke reş a qedîfe, a ku wê çarikê di cihê xwe de digirt ku nelebite jî, li serê wê bû. Li milê wê, bazinên zêrên giran ên tirkî hebûn. Mixabin bi me re Kurdî neaxivî, ku zimanê derbasdarê van deveran bû. Elî Beg erebiyeke pir xerab diaxive.

 

Ewî, firavîneke dewlemend, li gel tije goştê mîyan, birinc, mehîr û penîreke xweş ji bo me amade kir û ji konê me re şand. Ew firavîn têra me tevan, peya û leşkerên min hemû kir. Piştî, du rêberan dan min û ez li gel wan û çar leşkerên xwe, li nav çiyan ketim ber bi reya goristana Şêx Adî ve, ku ew cih, cihê pîroz ê êzdiyan e……………

Li perestgehê, xwişka Elî Begî pêşwaziya me kir. Kincên spî û çarikeke spî li xwe kiribû………(Li vira dîtinên xwe ên nava perestgehê bi firehî rave dike- X.Xerzan).

 

Piştê seredana perestgehê, xwişka Elî Begî, xwest ku karikek ji bo me ser jê bike, lê min spas kir û ev nepejrand, min û peyayên xwe, şîr û nanê xwe bi hev re xwar. Dîsa em ketin reya xwe ber bi çiyan ve, û saet 6-an de em gihiştine şûna xwe. Elî Beg carek din, weke firavîna dewlemend a di nîvrojê de ji bo me amade kiribû, dîsa şîveke xweşik û zengîn ji me re şand, û piştî, kurê xwe Seîd Beg (Mîr Seîd Beg ê peşerojê-X.Xerzan) ê kurekî pir şîrîn bû, şande li pey me, ku em li ba wan rûnên, nêzikî saetekî ez li ba wan mam û careka din vegeriyam cihê xwe ji bo razanê…… “

 

Xeynî vê nameyê û wêneyan, di rojnivîskên xwe de jî, qala seredana xwe a Mîr Elî Beg û kurdên êzdî dike. Em ê beşê rojnivîskê jî, di demeke kin de ji înglîzî wergerînin li kurdî û, dîsa li gel wêneyên balkêş pêşkêşê xwendewanên xwe bikin… 

 

 Amadekar: Xerzî Xerzan